Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Bihara jinên kurd!

Kadının Kaleminden
Adar 08 / 2016


 

Zaxo Zagros
 
Di nav sar û seqema Rojhilata Navîn de, jinên kurd mîna çîçekên berfînan sere xwe hildidin. Çawa berfîn tevî hemû nazikbûn û bedewbûna xwe berfê diqelişîne û mizgîniya biharê dide. Jinên kurd jî bi têkoşîna xwe ya li hemberî pergala baviksalariyê ku mîna kabûseke bi hezar salan xwe berdaye ser dile civakê, mizgîniya jiyaneke nuh didin mirovahiyê. Gotinek heye dibêje” te xezîne li ku wenda kiribe, li wir lêbigere”. Ev yek ji bo jinan jî derbsdar e. Li ser vê axê cara yekê jin hate kole kirin, hate xistin û ji jiyanê hate avêtin. Her weha  cara yekê,li ser vê axê xwedavend hatin kuştin û şûna wan xwedayên şer  û xerabiyê bûn desthilatdar. Lewma îro jin; ciyê ku azadiya xwe lê wenda kirine,  li heman ciyî azadiya xwe diafrînin. Ger îro axa Mezepotamiya bûye meydana şerekî dijwar, di nav bera jinan û pergala desthilatiya mêr de, bê guman jêdera xwe ji veya digre. Jinên kurd îro ne tenê bi navê xwe, binavê hemû jinên ku li himber pergala deshilatiya mêr li ber xwe dane, têkoşîna azadiyê didin.
 
Carna hin kes û hêz dipirsin; gelo jinên kurd vê cesarete ji ku tînin? Bêguman ji dîroka xwedawendan ku heta nuha mîna bihuştê di hişmendiya mirovahiyê de neqiş bûye, ji zanista azadiyê ku bi xwîna  hezaran jin hatiye avdan û ji eşqa azadiyê ya ku pê bawer in tê.  Jinên kurd isbat kirin ku ger jinek  xwebûnê biafirîne, xwe ji hemû kevneşopiyê rizgar bike, ji pergala desthilatiya mêr qut bibe û xwe bi felsefa azadiyê birêse, ti hêz nikare wê têk bibe. Jineke wiha, panzehîra hemû rengên koletî û deshilatiyê ye. Di rastiya Rojava û Bakurê Kurdistanê de mirov vê rastiyê pir baş kare bibîne. Asta polîtîk û bîrdozî ya jinên kurd dihêle ku civaka kurd li himberî hemû zor û zehmetiyan serî netewîne û li ber xwe bide. Zindîbûna civaka kurd,serkeftinên siyasî û leşkerî, tekez bi şoreşa jinê ve girêdayî ye. Girêdana jinê bi axê, bi welat, bi rûmetên netewî, bi jiyana azad, hiştiye ku civaka kurd hebûna xwe li ser hemû cîhanê ferz bike. Hêjayî gotinê ye ku, ger bihara kurdî mîna bihara ereb, tirk û farisî têk neçûbe. Sedema bingehîn; serkeftina bihara jinên kurd e. Hebûna jinên kurd di hemû qadên jiyanê  û têkoşînê de, tevna civakî xurt dike. Ji ber hebûna vîna jinê, tê wata hebûna azadî, demokrasî, exlaq û wekhevî di wê civakê de. Ev jî  hêza berxwedana civakan li himber ba û bahozên siyasî xurt dike. Bê guman wek civaka kurd û jinên kurd em deyndarê Rêber APO ne. Ger îro civaka kurd pêvajoyeke ronesansê dijî û pêşengiya hemû herêmê dike; ev, teqez bi felsefeya jiyana azad a ku Rêber APO ev 40 sal e têkoşîna wê dide ve girêdayî ye. Hêjayî gotinê ye ku bi israr û inadeke mezin Rêber APO me ji me rizgar kir. Jinên kurd; ji koletiyê, bêçaretiyê, tirsê,  bêhêziyê, kevneşopiyê rizgar kir. Mêrê kurd jî; ji desthilatiya sexte, têgeha namûsê ya vala, zayendpersetiyê û mêrtiya klasik rizgar kir. Ger îro kurd bûne hêzeke stratejîk di herêmê de, teqez bi têkçûna ev girêka kor a malbata kurd ve girêdayî ye. Mifteya şoreşa civakî, şoreşa jinê, şoreşa siyasî û çandî ya ku îro kurd pêş dixin heye. Li ser vê bingehê mirov kare bibêje ku çawa jinên mezepotamiya şoreşa çandinî û şoreşa gund diyarî tevahî mirovahiyê kirin,  careke din li ser vê axê şoreşa civaka nuh diyarî tevahiya mirovahiyê dikin. Bihara jinên kurd jî mizgîna vê yekê ye.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin