Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Sekna wan ji bo me peyam e

Kadının Kaleminden
Adar 05 / 2016


 

Dorşîn Akîf
 
Îsal 8’ê Adarê bi berxwedaneke pir mezin dest pê kir. Li tevahiya Kurdistanê berxwedaneke bêhempa heye. Jin pêşengiya vê berxwedanê dikin.
 
Hêzên modernîteya kapîtalîst dixwazin vê berxwedana jinên kurd tenê ji aliyê leşkerî ve bidin nîşandin. Lê divê di serî de jinên kurd vê nêzîkatiyê qebûl nekin. Jinên kurd bi hemû şêweyan li ber xwe didin.
 
Kapîtalîzm bi şêweyên cuda êrîşî jin û civakê dike. Gelê kurd û jinên kurd bi hemû şêweyên civakî xwe û çanda xwe diparêzin. Dewlet û dewletgerî ji hinek navendan tên birêvebirin û ji van navendan yek jê jî navendên mîlîtarîst ango artêş e.
 
Lê em bala xwe didinê tenê di warê leşkerî de êrîşî jinan û civakê nakin. Modernîteya kapîtalîst ji pir navendan êrîşî jinan û civakê dike. Ji van navendan yek jî jê zanist e û akademî ye. Ji ber wê yekê jî jin hem di hêla leşkerî de bergiriyên xwe digirin, hem jî di hêla zanistê de bergiriyên xwe digirin. Zanista jin (jineolojî) hem bergiriya jin hem ji bergiriya civakê de nêrîneke pir alî pêş dixe.
Jin ji tunebûnê ber bi hebûnê ve dimeşin. Hebûna xwe, xwebûna xwe diyar dikin. Berxwedana jinan li rojavayê Kurdistanê dihat wê wateyê. Ger ku li rojavayê Kurdistanê feraseta jin a Rêber Apo nebûya tu kes nikarîbû gavekê pêş ve biavêje. Feraset û felsefeya li ku pêş dikeve li wir jin jî pêş dikeve, jin xwe bi rêxistin dike. Jin dikeve ferqa xwe, xwe nas dike, hêza xwe nas dike.
 
Niha jin bi vê xwenaskirinê 8’ê Adarê pêşwazî dike. Ji ber wê yekê 8’ê Adarê li Kurdistanê cuda tê pîrozkirin. Hem rengîn e hem jî têr û tijî ye. Jin jiyana xwe, bi wateya xwe ve dadigire. Jin hemû rojan wekî 8’ê Adarê pêşwazî dike. Îsal jî pêngava azadiya jin û azadiya Rêber Apo ve 8’ê Adarê pêşwazî dikin.
 
Di 8’ê Adarê de di heman demê de kovara Jineolojî jî derdikeve. Ez hêvîdar im kovara jineolojiyê di demên pêş de li çar parçayên Kurdistanê bê weşandin. 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê re pîroz dikim. Berxwedana îsal bi pêşengiya Pakîze, Sêve û Fatmayan dest pê kir. Sekna van a beramberê dijmin ji bo me jinan wekî peymanekê ye. Ev peyman 8’ê Adarê divê hîn betîr bilind bibe.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin