Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Kevir dibarin…

Kadının Kaleminden
Adar 05 / 2016


 

Yildiz Gultekin
 
Ez di hemû demên di nav salan de xemgîn dibim. Dema payiz tê, ez dibêjim “waye havîn jî qediya, dema zivistan tê, dibêjim payiz jî qediya, dema bihar tê dibêjim ew çi zivistaneke bêhempa bû îsal! Ne hîşt ku em çavên xwe ji hev rakin”
 
Van deman de xemgîniya min zêdetir dibe. Çend bihar, havîn, payîz û zivistan derbas bûn di nav vî emrê min de, çend xemginî û xweşî derbas bûn, hejmara van ez jî nizanim.
 
Niha zivistan qediya, bêhna biharê tê, ew bêhn ne wekî hev in li hemû deran.
 
Ev du û sê roj in em ketin nav biharê de, wexta biharê pir cihan baran û zîpik zêdetir dibare, ew dem em berê xwe didin zozanên bilind, ew zozan di nav keliyên çiyan de berfên belekiyan tevî hêşnahiyê wisa rûyê xwe didin asîmanê.
 
Di nav van rojan de em li zozana wekî her dem kar û barê xwe dikin. Rojekê me xwest em qîz û bûk ji xwe re herin li ber wan berfên belekiyan, li ser wan çiyayên bilind, ew çiyayên bilind ku mêvanên xwe tu carê bi destvala venagerînin.
 
Ew roj taveke wisa germ heye ku desmala li ser serê me diqijirîne, heta ku me xwe gîhand nêzî belekiyan, me digot; “Ya Star”. Me bi têra dilê xwe ava di binê berfa belekiyan de diherika vexwar, pincar berhev kir, berfa kizir kizirî xwar.
 
Dûre me xwe da li bin zinarekî mezin ku em xwarinê bixwin, qet ew dem nayê bîra min, çawa bi lez û bez ewqas ewrên tarî xwe li hevdu civandin û wekî bikevin nav şerekî giran, wisa qîrçe qîrç bi hev diketin.
 
Bi hevketinê re berê baranekê dest pê kir, paşan zîpik barî, me jî wisa xwe li hevdu civand û zêdetir ketin binê wan zinaran. Lê ew dengê wan zîpikan me dengê hevdu ne dibihîst, nizanim çawa bû, mîhek û berxika wê, ji ber zîpikan direviyan, xwestin xwe bispêrin wan zinaran, lê em li wê derê bûn û ne mîh û ne jî berxika wê ji tirsan re nehat cem me.
 
Mîha reben dixwest berxika xwe biparêze lê ew zîpika wekî keviran wisa bi ser de dibariya ku li wî alî û vî alî bêtaqet mabû. Ez bi lez ji bin wî zinarî derketim, min mîh û berxika wê da ber pêsîra xwe, heta ku min xwe gîhande binê wî zinarî, serê min bi sê cihan de şikest, hemû dera min wisa jan dida ku te digot qey bi mêkutan ve wekî ku savar dikutin, ez jî wisa kuta me, ez wekî nexweşeke giran bûm, min ne dikarî ez milê xwe û lingê xwe bilibitînim.
 
Heta ku ew zîpika wekî kevirbaran derbas bû, danê ber êvarê jî bû. Hinek hevalên min ez da me ser pişta xwe û yên din jî mîh û berxa wê dane ber himbêza xwe, em çûn malê.
 
Ji ber ew zîpika wekî kevir li min dabû, çend rojan ez Ji nav ciyan derneketim. Dema zîpikê li me kir, min xwe bi xwe re got; Xwezî niha zivistan bûya, qet nebe berfa wê nermik dibare, berf ji zîpkên wekî kevir barandinê çêtir e…
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin