Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Piştî 79 rojan Cizîra Botan ê...

Kadının Kaleminden
Adar 05 / 2016


 
 
Mizgîn Adim
 
Pişti 79 rojan xedexekirana derketina kolanan li Cizîrê radibe. Ew roj serê sibê zu em radibin û bi ber bodroma ku mirov lê hatine şewitandin ve diçin. Ji ber ku hê zuye kes li derve tune ye em li nêzikî bodroma jineke ku di nava tozê de maye dibinin. Ev jina dilşewat êşa dilê xwe bi me re parvedike û wiha dibêje: “Ez neminim ji xaniyê bêxweyî û ji bordroma re ez nemînim.” Em ji wê jinê cihê bodroman dibirsin û pêşi diçin bodroma yekemîn. 5 katên serê hatine xwarê, lê hêjî bodrom bi temami ji holê ranebûye. 
 
Em ketin bodroma tarî bêhna şewat û mirênê ji vê derê tê. Em nizanin tiştê binê lingê me axe an hestîne. Pişti çend saetan hin hestiyên şewitî di bodrêmê de tên ditîn. Setek perçekirî telefonek şewitandî xuya ye hovitiya hatiye jiyankirin wisa bi rihetî ji holê nayê rakirin. Piştî ditina hestiyan hemû kes dest bi gerandina hestiyan dike. Zilamek kesên ku destê xwe didin hestiyan hişyar dike û wiha dibêje: "Mala min şewitî ji hestiyan re, bextê we da me destê xwe nedin hestiyan. Hestiyê wan helalin bila hestiyê wan heram nebin. Van weliyê xwedê haram nekin.” Gotin di xiriqa wi zilamî de zuha dibin. Zilam bêdeng dibe û dayikek hêstiran dibarîne û dibêje; Êdî gotin xilasbûne.
 
Ev bodrum bûye cihê şînê, van insanan bi rojan agahî ji zarokên xwe nestandin niha li perçeyê zarokên xwe digerin. Kela bi mehan di zikê mirovan de heye Zarokên wan hatin şewitandin hestiyê wan hatin komkirin, hatin avêtin kesî nedit. Kesî li ser cenazan şinê nekir, niha dema şînê ye hêstirên ku hatine veşartin li vê derê digerin, her kes li perçeyên zarokên xwe digerin.
 
Tu li kur dinêrî şopê mirinê hene di saetên nivro de di sindoqekê de cenazeyek din tê ditin. Dema em li kolanan digerin, em rasti kesek astengdar an go ker û lal tên navî wî Sihîd e. Sihîd li gorî ku zimanê wî digere û işaretên destan wiha vedibêje: "Mala min xerab kirin tu tuştek nehiştin xwedê ji wan re ne hêle.” Alê Tirkiyê di hejin li ser malê xirabî û şewitandî li ser diwaran nivîsên qirêj nivîsandine."
 
Cizir hin jî di bin dorpêçê de ye wesayitên zirxî di ber bodromê de diçin wesayit dema derbas dibe nifir lê tên kirin. Gotinên weke “Xwedê vê tofan û zelzelê bi serê wan de jî bîne" tên gotin. Pişti rabûna qedexê em rastî porê jinekê hatin. Ev por jî di bodroma yekemin de tê ditin. Gelo ev por yê kêye û çima hatiye qusandin? Çawan neşewitiye? Elbet weteya por qusandina jinan heye. Ba li por dixe, ev por ne li serê mirovek li erdê diheje. Li ser xirabeyên avahiyan diheje porek xelekî û reş.
 
Li kolanên Cizîrê em rastî jinek tên ev jin jî xemgîne û dibêje ku ji ber wan nikaribiye ciwanan xilas bikin xwe ne baş his dikin û wiha dewam dike: "Dibêjin belki me wan xilas kiriba, lê em xilas nabin vê qetliamê tenê tovê kinê xistin dilê me. Heta dilopek xwin di canê me de heye emê li pey doza zarokê xwebin." Gulten diyar kir ku dewletê bermahiyê xwe yê şer ji kolanan paqij kir û ev tişt anî ziman: “3 Meh li ser me tank û top barandin. Niha tu li kolanên Cizîrê digerî tu berikê fişekan jî nabînê. Şerek taybet li ser me maşandin. Ew dibêjin qey ew zarokê me bi kujin wê me xilas kin; lê em xilas nabin bi dayikan ji bimîne em dev ji doza xwe bernadin. Bese êdi bila destê xwe bes bavêjin xort û keçê Cizîrê. 30 ciwan şewitandin, xelk cenazê xwe jî nasnakin.” Gulten da zanîn ku wehşeta li ser Cizirê wehşata DAİŞ’ê ye û wiha dewam kir: “Em vê wehşetê ji bîr nakin. Raste zarokê me çûn, lê 10 zarokê min ên din jî mane serê gelê Cizîrê û Serokatiyê saxbe.”
 
Azadê 12 sali jî mala xwe ya xirabûyî nişanî me dide û wiha dibêje: “Cizîr berê xweş bû, lê Cizîr ne Cizîr berê ye. Cizîr bi tank û topan xirabû. Ciwan gelek şehîd bûn, me gelek liberxwe da.” Dema ku me wateya navê Azad jêpirsî besiva “Wateya navê min Azadiye” da. Dema ku me wateya azadiyê pirsî bersiva;  "Azadî Kurdistan e" da. Cizîr ne Cizîra berê ye “Dewlet çiye” ji bo Azad dewlet xirabkirne, dewlet malan xira dike mirovan dikuje. Azad behsa rojên qedexeyê dike û diyar kir ku wan di dema qedexê de gelek zehmetî kişandi ye û ev tişt dibêje: "Depoyê me hemû teqandin, em bê av man. Em dixwazin Cizîr disa Azad bibe.”
 
Ciwanê bi navê Serdar jî da zanîn ku miletê Cizîrê hemû koçber bûye û ev nerazibûnên xwe anî ziman: "Bila gelê Kurd vê yekê baş bi zanibe eger em li xwe xwedî dernekevin kes li me xwedî dernakeve” Serhat desnişan kir ku êdî ew di kolanê xwe de nikarin serbest bigerin û wiha pêde çu: "Li serê her kolanekê nasname ji me dixwazin ma ev insanetiye. Em azadiya xwe dixwazin û emê bi ser bikevin.” Serhat balkişand ser rewşa Cizîrê û wiha berdewam kie: "İrada gelê Cizîrê xurt e, wê Cizîr disa were asta xwe ya berê. Em tu car teslim nabin. Erdogan ji ber kursiyê xwe wiha li me kir.”
 
Di dawiya rojê de em gûh didin Harunê biçûk yê di sitiranên xwe de dibêje; “Cizîra min îro xemgîne dişewite laş bi xwîne, Çiyayê Cudî mij dûmane…”
 
(ma/zt)