Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Sala 2016’an sala jinên kurd e

Kadının Kaleminden
Adar 01 / 2016


 

 
Zaxo Zagros
 
Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê bi danezana xwe ya 8’ê Adarê nexşerêya xwe ya 2016’an destnîşan kir. Hêjayê gotinê ye ku ev piştî pêşketina hişmeniydiya azadiyê ya jinên kurd ku bi saya felsefeya Rêber APO û encama têkoşîna bi hezaran qehremanên jin derketiye holê. Em dinêrin ku her 8’ê Adarê ji bo têkoşîna azadiyê dibe zayîna pêngaveke nû. Ya girîng jî ew e ku jinên kurd ne tenê 8’ê Adarê hemû rojên salê veguhertine rojên jinê. Ji ber jinên kurd bi têkoşîna xwe, ew çembera ku desthilatiya mêr li dora jiyana wê rêsabû hilweşand.
 
Têkoşîna jinên kurd li qadên xweparastinê, diplomasî, avakirina civakî û hemû qadên jiyanê vê yekê teqez dike. Hişyarî, zanista azadî û serîhildana ku di nav refê jinên kurd de mîna giloka berfê roj bi roj mezin dibe, pêşiya cevakbûneke nû vedike. Her wiha dê ne şaş be ku mirov bêje îro jinên kurd pêşengiya ronesansa kurdî dikin. Di rastiya qehremanên mîna Sara, Zîlan, Arîn,Viyan , Şêrîn Elemhûlî, Sêvê û bi hezaran lehengên mîna wan ku cîhan bi destanên xwe hejandin, mirov dikare vê bibîne. Bêguman ev bi hesanî çênabe, her çalakiyek, her pêşketinek mîna ku zayîneke nû çêbibe pir bi zor û zehmet e. Lê belê jinên kurd dîwarê tirsê rûxandine.
 
Pir baş zanin ku tu êş ji êşa koletiyê girantir û dijwartir nîne. Lewma jî heta dawiyê bi cesareteke mezin, bi vîneke bêhempa û eşqa heqîqetê; mirin û koletiyê tune dikin û ber bi azadiyê ve difirin. Jinên kurd ne tenê ji bo xwe, her wiha ji bo hemû jinên cîhanê deriyê jiyaneke nû vedikin. Bi hişmendiya xwe, bi exlaqê xwe, bi bedewbûna xwe û bi cesareta xwe teşeyeke nû ya jinê diafirînin. Ger îro kurd bala hemû cîhanê dikişînin, ev teqez çavkaniya xwe ji rastiya rakêşer a jinên kurd digire.
 
Bi van rastiyan ve girêdayî di danezana 8’ê Adara 2016’an de jî jinên kurd biryara pêngaveke nû ya têkoşînê didin. Dirûşma ku dibêje; “Jin ji bo xweserî û Rêbertiya xwe li qadan in” nîşana vê ye. Bêguman xweserî ji bo jinên kurd mijareke jiyanî ye. Ji ber ger welatekî azad nebe, jin nikare behsa azadiyê bike. Di rastiya Şengalê de ev hat îsbatkirin. Li ser axeke azad, di civakeke xwedî nasname de, encax derfetê azadiyê ji bo jinê heye. Ji bo wê jî têkoşîna ku jinên kurd ji bo hebûna, ji bo nasnameya xwe ya neteweyî didin tiştekî ger nebe nabe ye. Jinên bê welat, her dem dikare rastî destdirêjî û bêrûmetiyêre werin. Çawa rêya azadiya Kurdistanê di azadiya jinê de derbas dibe, her wiha rêya azadiya jinê jî di Kurdistaneke azad de derbas dibe.
 
Îro di kesayeta Rêber APO de li ser hemû civaka kurd pergala çarmixê tê sepandin. Bi tecrîda li ser Rêber APO hêzên komploger tenê vîna gele kurd çember nakin, di heman demê de, şerê azadiyê ku Rêber APO bi rê ve dibe, zîhniyeta azadîxwaz ku civak û jina kurd rakiriye ser lingan, dixwazin têxin nav çemberê de. Ji bo wê, helwesta Tevgera Azadiya Jinê û têkoşîna ku der barê azadiya Rêber APO de pêş dixe, bi qasî ku erkekî neteweyî ye, ew qas jî pêdiviyeke jiyanî ye. Ji ber li azadiya Rêber APO xwedî derketin, li heqîqeta azadiyê xwedî derketine. Li ser vê mirov dikare bêje, sala 2016’an bûye sala jinên kurd!
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin