Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Kulîlka ji tovê tekoşînê şax dayî: Sultan Seçik

Kadının Kaleminden
Sibat 27 / 2016


 

 
Ceren Karlıdag/JINHA
 
STENBOL- Sultan Selçik di parastina xwe ya dawiyê de got; "Ez sosyalistekim û ezê wiha jî bimînim."  Li hember îskencekaran çawan li ber xwe da li peyî xwe jî çîrokek berxwedanê ya dov dirêj hêla. Niha jî çîroka wê li gel hemû jinên li ser ruyê cîhanê ye...
 
Duh bişev Sultan Seçkin li nexweşxaneya tedawî didît jiyana xwe jidest da. Sultana ku temenê beden û giyana xwe dayî berxwedanê herî dawî jî li hember nexweşiya penceşêrê liber xwe dida. Sultan a  endama SDP MYK'ê herî dawî jî ji 'Biriyargeha Şoreşgerî' hat girtin. Di nivîsa xwe ya "Jinek a elewiya kurda/zaza ku ji koçberiya 38'an a Dêrsimê mayî" di sala 2011'an de dest dayî pênûsê de wiha gotiye; "Hîna ez di şaşwaziya darezana min a ji operasona Biriyargeha Şorşegeriyê debûm, di van rojan de şoqek dinê dijîm. Anîna min a li gel ê sucê îskenceyê îtiraf kirî Hanefi Avci nayê pejirandin."
 
Dewletê ji bo Sultan a ku şopê sîkenceya dîtî bi salan di bedena xwe de digerand xetayek dinê jî kiriye. Sultan rojên ku îskenceya zayendî weke polîtîkaya helandinê ser jinan disepandin jiyan kiriye, bûye sembola berxwedanê li hember teslîmyetê. Di sala 1997'an de dema ku Sultan jinek ciwan a 21 salîbûye, îskence dîtiye, piştî 15 salan îskencekarê xwe Sedat Selim Ay şiyar kiriye.
 
Sultan yekem filmê xwe guhast Emniyeta Muduriyeta Stenbolê 'radiya ya Kral Fm ya weke derman bû' despêkê li wê danî. Dema ku Sultan bi askiya filistînê ve hilawistin ji polîsê îskencekar re gotibû; "Tu vana li hevjîna xwe jî dikê." Îskencekar jî bi gotina; "Ne bi perane ezê bikim" bersiv dabû.
 
Gelek berê de dîwarên bêdeng û tariyê îskencexaneyê vekiriye. Tekoşîn û çîroka Sultan li ser zimanê hemû jinan digere...
 
"...Porê wê yê sosyalist bi ban ve hilawistibûn 
di nava xwînê de
piştî îskencê jî jinek ciwan a milîtan
ji ber rast jiyan kirin û di ferqa hertiştî de bûnye..."
 
(zt)