Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Etar çi pê re be wê difiroşe

Kadının Kaleminden
Sibat 24 / 2016


 

 
Eyşe Gokkan
 
Zimanê kurdî ji bo ku nêr û mê ye, bi peyvan re dîrok jî diyar dibe. Li gorî peyvê di dema serdestiya zilam de yan na, peyv di dema dewletê(nêr e) de ye yan na hwd. Etarî jî  di dema ku berhemên jinê (cil  û berg, xwarin, malîkirin) derxistin firotanê payda buye. Etar etêr, zilam zilaman, dewlet jî dewletan baş nas dike. Her sê jî hev baş nas dikin û pesnê îtibara hev didin.
 
Etariyê; dema berhem bi berhemê re 2 ser, 3 ser  firot winda kir. Piştre bû AVM. Henekê xwe bi gel kirin. Gotin; ma hûn hîn dewsa Cacacola, dewê tirş vedixwin? Reklama xwe kirin. Çi bi wan lazim bû yên din hemû nebaş didan nasîn. Zilam bi wan lazim bû jin nebaş dan nasîn. Dewletê dest da ser etar û zilam, bi xwe jî bû taşaronê fînansa kapîtal. Ku 2 serokomar an serokwezîr şirîgê  şîrketekê bin, welat, gel û vatanperwerî bihev re difroşin.
 
Êdî em dizanin ku pergala dewletê çi winda kiriye, civakê ew qezenc kiriyê(wijdan, îtîbar…). Ev rastiya di berxwedana jin, gel û ciwanan de zêdetir sererast dibe. Li Kurdistanê dewlet dibêjê; ez ji bo edaletê û ewlehiya sivîlan hewl didim lê cankujiya xwe nikare veşêre. Protokola mafên mirovan û jinan ku bi berxwedana dînamîkên cîhanê dewlet mor kirine. Wekî ku serokwezîrê Almanyayê A.Merkel û serokomar Erdogan diyarî gelan kirine paşve dikişînin. Li berovajî wan dawiya hefteyê roja şemiyê li Amedê partiyên çep ên Ewropayê  bi kurdistaniyan re bersîv dan. Em ji Amedê bang dikin; bila Almanya çekan nefiroşe Tirkiyeyê, pê sivîlan qetil dikin, NATO jî nede. Tirkiyeyê sûcê şer kiriye bila were darizandin. PKK’ê ji lîsteya terorê derxin, tecrîda li ser Serokê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan rakin û jin bila li ser maseyê cih bigirin. Dayikên ku 55 roj in hîn cenazeyên zarokêb xwe defin nekirine jî bangî hemû kesan dikirin ku li hemberî vê rûreşiyê bêdeng nemînin. Ya me tenê ne gotine, em dişopînin jî.  Êdî îtîbar ya kê ye, lazim e yan ne lazim e dê dewlet biryarê bide. Etar(dewlet) çi pê re heye dê wê bifiroşê.
 
Li Enqereyê bombe teqiya rojnameyê qesrê, şêwirmendê wan, radyo û rojnameyê wan, wekil û wazeretên wan hawar kirin. Gotin ev bûyer PYD, YPG’ê kiriye. Îstixbarat, MÎT, sîxur ketin dewrê bi milyon caran dubare kirin. Bi xwe dicivin, bi xwe dibêjin, bi xwe dinivîsinin, bi xwe rapor dikin. Bi xwe delîla kom dikin. Bi xwe bangî hemû konsolosên Ewropayê dikin. Rapor û delîlê xwe didin ber wan; dibêjin teqez YPG ye. Konsolosan got em bi delîlan îkna nebûn. Ma PKK, YPG di civînê de bûn? Dîsa xwe rakirin û li erdê dan. Pîrika min digot; mezro di destê te de ye, tu çav dipîvî, meqes jî ya te ye li gorî xwe dibirî, dirûn jî ya te ye, tu kê naecibînî? Ma xelk mecbûr e cilê te li xwe bike! Ji jêrzemînan rûreşiya  AKP’ê derket. Otopsî, delîl, raporkirin di destê AKP’ê de ye. Êdî tê zanîn ku dê etar çi bifiroşe. Lê baş bizanibe ku te îtîbar û wijdan firotiye ku nema bê kirîn. Dewletê bi kuştina 2 polîsan şer li Kurdistanê îlan kir, bi teqîna Enqereyê re jî dê şer li Sûriyeyê îlan bike. Bizanibin etar derketiye dê mirin û kuştinê bifiroşe, hişyar bin. Em ji çîroka şerên cîhanê dizanin ku mesele ne ciwanekî sirpî kêr kiriye. Kurd û jin ne kurd û jinên sedsal berê ne, kesî bifiroşe tune ye.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin