Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Tirkiye dibe Suriyeya Duyemîn!

Kadının Kaleminden
Sibat 23 / 2016


 
 
 
Zaxo Zagros
 
Encama polîtîkaya Erdogan a antî kurd, antî xweza û antî demokratîk, Tirkiye roj bi roj ber bi felaketê ve diçe. Hemû Tirkiye xistiye bazarê û difroşe heta ku komkujiyên xwe yên li ser gelê kurd veşêre û rewa bide nîşandan. Ji bo vê bike jî hemû rê û rêbazan bikartîne. Lê ev rewş gihiştiye astekî ku êdî rayedarên AKP’ê feraseta xwe wendakirine û derewên wisa dikin ku hemû cîhanê matmayî dike.
 
Bi çalakiya Enqereyê re rewşa ku Erdogan û AKP tê de ye hîn bi awayekî baş raxiste berçavan. Bêçaretiya ku di aliyê dîplomasî, îstixbaratî û leşkerî de jiyan dikin dixwazin bi derewan pîne bikin û ewqas xafilin ku ji wan heye dê hêzên nav netewî jî bixapînin. Lê derewa ku digot; “YPG’ê çalakiya Enqereyê pêk aniye, tevî hemû israran, Erdogan ji hêla tu kesî ve nehat pejirandin. Her wiha hat diyarkirin ku ev tiştên Tirkiye der barê PYD û YPG’ê de dibêjin hemû jî ji bo şerê taybete û binêwan vala ye. Bi vî rengî diyarbû ku bizanebûn û bibextreşiyekî mezin Erdogan û zilamên wî dixwazin bi hedefkirina YPG’ê pêşkeftinên hêzên Sûriyeya demokratîk li Ezazê bidin rawestandin û çeteyên Cebehet El Nusra ku derbeyên mezin dixwe ji binketinê biparêze.
 
Ne tenê vê ya; ew dixwazin bi vî rengî bala raya giştî ji ser komkujiyên ku li ser gelê kurdên li bakurê Kurdistanê pêktînin bikşîne ser Sûriyeyê û binketina xwe ya di Kobanê de, di Cizîr û Sûrê de dixwaze bi serkeftina Ezazê veşêre. Lê Erdogan dixwaze behrê bi kevçî vala bike. Ev jî ne gengaze, ji ber tîr ji kevan derketiye û tu hêz nikare rawestîne. Kurd îro bi paradîgmayekî nûjen tevdigerin û herkes pêşeroja xwe di vê peradigmayê de dibîne.
Lê Erdogan hîn jî dixwaze bi paradîgmaya nijatpereset, mezhebperest û zayendperest a serdema 20 pêvejoyê bi rê ve bibe. Lewma jî her gavekî davêje binketinê tîne, her axaftinekî wî jî bêhêvîtiyekî mezin çêdike. Xwe sipartina hêzekî mîna DAIŞ û Cebhet El Nusra baştir aşkera dike. Bêguman di kiryarên xwe yên li dijî kurdan de ji bêdengiya hêzên navnetewî cesaret digirin. Lê em ji bîrnekin ku hêzên bi salan piştgirî dan Sedam, bi xwe benê darvekirinê xistin stuyê wî.
 
Li gorî nêrîna min herkes di nav nerînekî hevbeş de ye ku Erdogan sûcekî mirovahiyê dike û pêwîste di dadgeha navnetewî de bê dadgehkirin. Heke Erdogan biryara ketin û destwerdana Sûriyeyê bide wekî ketina Sedam a Kuweytê divê ku ev dem kurt bibe û zûtir bibe. Lewre wekî ku ew didin diyarkirin kurd ne taşeronê tu hêzane. Herkes hewceyî kurda ne, kurd jî li gorî berjewendiyên xwe siyasetê dikin. Çalakiya Enqereyê jî her wiha ne wekî ku tê gotin ne bi alîkariya Rûsyayê ne jî bi alîkariya Esed pêk hat. Ev encama siyaseta komkujiyê ya ku AKP û Erdogane pêşdixîn in. Hêrsa tolhildanê bodruma Cizîrê, zarokên di pêçekê de hatin kuştin, jinên têkoşer ku hatin tazîkirin û bedenên ku bi dû tankan ve hatin kaşkirin rê li pêşiya çalakiyekî wiha serkeftî vekir. Berpirsyarek heye ew jî Erdogan e. Ger îro Mûzakere bi rêber Apo re pêşbiketiba, pirsgirêka gelê kurd li Bakur bihata çareserkirin û bi kurdê Rojava re hevkarî bikiriba, dê niha Tirkiye meydan ji herkesî re bixwendiba. Lê siyaseta antî kurd Tirkiyeyê dike Sûriyeya duyemîn!
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin