Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Dirûşm kronolojiya tevgeran in!

Kadının Kaleminden
Sibat 17 / 2016


 

 
Eyşe Gokkan
 
Beriya ku PKK ava bibe, birêz Abdullan Ocalan li hemû Kurdistanê civîn girtine. Ka nakokî çi ne, gel, ciwan çi difikirin û dixwazin? Tevgerên cîhanê wisa kirine yan na, ez bi şik im (dibe ku cêribandibin lê em li encamê dinêrin ku ji dêvla gel fikirîne). Hîn PKK ava nebibû dirûşma yekem; ‘Bijî APO’ bû. Ciwanan xwe bi ‘Tevgera Apoyî’ dida nasîn, tercîha xwe kiribûn. PKK di 1978’an de ava bû tu kesî fikar nekir ku dê birêz OCALAN bibe Sekreterê PKK’ê yan na (li dijî tercihî, dê wekî yên din têk biçûya).
 
12’ê Îlona 1980’yî de mîlîtarîzmê dest danî ser Tirkiyeyê, di dadgehên dewletê de û di zindanê de jî dirûşmên ‘Berxwedan jiyan e, Bijî Kurdistan, bijî PKK’ hebûn. Heta 90’î jî hîn ev dirûşm di çavikê zindana Amedê de hebûn û li derve jî dubare dibûn.  Li dijî înkara Kurdistanê ‘em in, em kurd in’, bilind bûbû.
 
Piştî sala 1984’an gerîla dest bi çalakiyan kir, dirûşm; ‘Lêxe gerîla lêxe, Kurdistanê bistîne’ bû. Pêşgotin jî ‘zor zane, zêr zane, devê tifinga bi mor zane.’ Salên 90’î û piştî salên 90’î bi şewitandina hezarê gundan, koçberî, bi hezaran kujerên kiryarnediyar, taciz û tecawizên li ser bedena jinê, îşkenceya hovane û hwd dirûşmên ‘PKK gel e, gel li vir re, bijî Newroz, Şehîd namirin’ bajar dihejandin. Gotina demê jî ‘heta jin azad nebe, civak azad nabe’. Çima ev dirûşm bedêla wê kuştin bûya jî qîr dikirin? Ji ber ku şehîd li ser şehîdan hatibûn dayîn, agirê Newrozê bi bedena, Mazlum, Rehşan, Zekiye pêketibû, PKK ewqas mezin bûbû ku ne tenê li çiya bû.
 
8’ê Adara 98’an de bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ hat pîrozkirin. ‘Bê Serok jiyan nabe’ dirûşma demê bû. sala 99’an ‘Komplo rûreşiya cîhanê ye’. Li hemû cîhanê bi sedan canê ciwan xwe şewitandin.  ‘Cîhaneke bê OCALAN em ê bi serê we de hilweşînin.’ Di sala 2000’î de ji bo gotina ‘Sayin Ocalan’ bi hezaran doz vebûn. Ji bo ku gerîla vekişiyabû ‘ji tecrîdê re na, aştî hema niha’, ‘Bijî aştî, em dayik in, alîgirên aştiyê ne’ dirûşma dayikan bû. Dayik dihatin girtin. ‘Destê dirêjî dayikan bibe dê bişikê’. Di hilbijartina 2002’yan de şîroveya zîhniyeta serdestiya zilam got: Me bi jinan winda kir. Jinan ‘tecrîda li ser OCALAN tecrîda li ser jinan e’. ‘teduristiya OCALAN tenduristiya jinan e’. di sala 2003’yan de DOKH hat avakirin. Komara demokratîk ket rojevê, bi; ‘Bijî Biratiya Gelan’ jin li Tirkiyeyê bi girseyî tevli çalakiyan bûn. ‘Em jin in ber bi aştiyê ve dimeşin’. Di 2005’an de KCD ava bû. ‘Di komara demoktatîk de, xweseriya demokratik’.  Her diçû polîtîkayên AKP’ê pûç derdiket. 2006’an ‘Edî bes e’ hemû bajar rabûn serhildanê. di 2010’an de; ‘em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me azadiya me ye, qîrkirina jinê qirkirina civakê ye. Em ê çanda tecawizê biguherin, demokrasiyê ava bikin’. ‘Bi diyalogên Îmraliyê re bijî azadiya OCALAN.’  Demên dawiyê avakirina xweseriya demokratik ‘bi parastina rewa, xwerêveriya demokratîk. ‘Ji sîxuriyê re na, ji fihûş û hişbirê re na, ‘ji Kurdistanê re xweserî’ ‘bi têkoşîna xwerêberiya cewherî, ji Kurdistanê re statu, ji Rêber OCALAN re azadî.’ Dîrok dirûşman dişopîne. Lêkolîner tenê li dirûşman temaşe bikin dê têra xwe dîroka berxwadana jinan bibînin.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin