Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Gulên baxê Botanê

Kadının Kaleminden
Sibat 16 / 2016


 

 
Dîlan Aydin
 
Melayê Cizîrî, bi gelek helbestên xwe yên ku ji ber kûrahiyê em nagihîjin wan; razeke bêdawî afirandiye di helbesta klasîk a kurdî de. Wekî deryayeke kûr, çiyayekî bilind in risteyên wî. Her ku tên xwendin, kulîlkên nêrgizan tên ber çavên me, navê gul, nesrîn, perwîn, lale û sumbulan bîra me dixemilînin. Xwedî nasname, navnîşan û rêyeke bêdawî ne risteyên mela. Lewre Mela bi xwe ‘nasname’ ye. Nasnameya hemû rêyan… Aqil, hunera vegotinê, hest hemû bi risteyên Mela der dibin. Tenê şîrove têra vegotina wan nake, divê tu hîs bikî, bikaribî bigihîjî raza wan.
 
Bi helbesta “Gula baxê îremê Botan im/şebçiraxê şebî Kurdistan im” nasnameya xwe diyar dike. Bi vê helbestê em dizanin ku Melayê Cizîrî ji Botanê ye, evîndar û pesindarê warê xwe ye. Em dizanin ku Mela hosteyê gotinan e. Bi sedan gotinan bi hunereke bêhempa berhev dike, riste bi riste diherikîne deryaya wêjeya kurdî. Ji ber vî aliyê xwe, mayînde, bêdawî û jiyandar e. Dijî, di hemû razên jiyanê de ye, li lûtkeyên serhildanê ye.
 
Warê Melayê Cizîrî, Cizîra Botan… Niha wêran û talan e. Warê Mela bi kolanên xwe ve bi raperîneke nedîtî li ser piyan e!
Cizîra Botan, li hemberî keriyên zebaniyan destana lehengiyê dinivîsîne. Cizîrê di van du mehan de çi vegot ji me re? Banga hişyarî û ‘rêyên nû’ li me kir. Xwest em dorpêça zebaniyan derbas dikin, nehêlin ku wisa bi rehetî bikujin zarokên wê, talan bikin, qirêj bikin axa wê. Lê… Me nekir! Çima me nekir? Dê ev pirs heta dawiyê di serê me de bimîne. Cizîr ji Kerbelayê derbas bû. Divê ku êdî her ku behsa hovîtiyê were kirin, ne Kerbela, Cizîr were bîra me. Lewre li Cizîrê ne tenê serjêkirin, şewitandin, tazîkirin û her cure hovîtî derket holê. Li Cizîrê kêliyên ku em nikarin vebêjin hene. Bendewariya rizgarkirinê, tîbûn…
 
Dîrokê xwe careke din dubare kir… Careke din li Kurdistanê, dîrokê rojên herî tarî, bi tîpên lanetbûyî nivîsand. Faysal Sariyildiz, vê rewşê çi xweş û zelal vegot. Parlamenterê Kurdistanê got: “Asta hemû xirabiyên ku di dîrokê de çêbûne, li Cizîrê bi gunehên herî mezin derket holê… Li Cizîrê ÎNSANIYET MIR.” Gelo ji vê hevokê zelaltir hevokeke ku vê rewşê vebêje heye!
 
Mehmet Tunc… Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê bi hefteyan rojê çend caran bi telefonê dengê xwe gihand me. Di nav wan kêliyên ku bi tu awayê nikarin werin vegotin de bang kir, got: “Cizîr serî natewîne, bi kuştina sed kesan em naqedin, moralê me bilind e” rastî û peywirên ‘welatparêziyê’ anî ziman. Her ku dengê wî dihat, me digot baş e wayê sax in, ev dengê bilind, ev dengê bi heybet û bi hêvî nîşaneya rizgariyê ye. Lê me nizanibû ku zarokên warê Melayê Cizîrî di her şert û mercî de dikarin li ser piyan bisekinin, dengê xwe bilind bikin. Me fam nekir ku ew dengê ku hêza xwe ji Cûdî û Gabarê, ji risteyên Mela digire tu carî kêm nabe. Em tê negihîştin! Loma jî em man ker û lal, dest û lingên me girêdayî man lê ew firiyan çûn. Ew di vê zemheriyê de… Di baxçeyên talankirî de bûn bilbil û her xwendin li ser kavilan. Ew bûn şahidên kêliyên herî dijwar li Cizîra Botan. Roj bi roj heliyan, şewitîn lê bi baweriya xwe ya bêhempa bûn gulên baxê Botanê. Li baxçeyên şewitandî, yek bi yek bûn sirûda evîndariya welat… Yek bi yek, kom bi kom ber bi stêrkên risteyên Cizîrê ve çûn.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin