Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Dê plana mastirê mirî biwelide!

Kadının Kaleminden
Sibat 09 / 2016


 

 
Zaxo Zagros
 
Her ku dewleta tirk dibîne ku kurd ber bi azadiya xwe ve diçin û li hemberî faşîzmê serîhildidin. Bi planeke nû ya qirkirinê hewldide pêşiya vê yekê bigire. Nav tê guhertin lê naverok yeke, naverok QIRKIRIN E. Lewma dema tê gotin plana Dawidoglu ya mastirê nûjenkirina plana Şarq Îslahate, pir tesbîtekî di cih de ye. Ji ber mixabin gelek tiştên hevbeş di nav bera her du plana de heye. Ger bi kinayî mirov plana Şarq Îsalahatê pênase bike wê hîn baştir ev yek bê fêmkirin.
 
Piştî îsyana Şêx Seîd a ku di 3’ê sibata 1925’an de li dijî raman û kiryarên nijatperest ên dewleta tirk destpêkiribû. Dewleta tirk di 25’ê sibatê de, xwest li hemberî kurdan tedbîrên sert bigire û di qanûnê ûrfî îdariye yanî ( terzê rêvebirinê) û xiyanetî weteniye yanî ( xiyanta neteweyî) de guhertin çêbike. Li ser vê bingehê bi qanûnê Taqrîr Sukun a ku di 4’ê adara 1925’an de derket, xwestin bajarên kurdan ên ku di nav îsyanê de cih girtine têxin bin kontrolê.
 
Encama vê qanûna li dijî mirovatiyê, Şêx Seîd bi 47 hevalên xwe re bi awayekî hovane hatin darvekirin. Her wiha ev jî têrê nekir, di 8’ê îlona 1925’an de rapora ku bi navê plana Şark Îslahat, amade kirin. Wateya Şarq yanî rojhilate, Îslahat jî tê wateya terbiye bike, yan jî kedî bike. Bi vî rengî xwestin ew vîna neteweyî ku derketiye holê têk bibin û bi programekî taybet hebûna kurdan ji holê rakin. Bi rêya pişaftinê, sirgûn kirinê, bi navê kurdayetiyê çi heye hat hedefgirtin. Kurd ji axa xwe hatin qewitandin, ji bo li şuna wan tirk û Arnawut bên bicih kirin. Her wiha derveyî kurdên xwedî belge, dest danîn ser çekên hemû kurdên din û xwediyê wan di Dîwana Harbî ya Ûrfî de hatin bidarvekirin.
 
Her wiha kurdên ku bi kurdî biaxivin jî bi rengê giran hatin ceza kirin. Li hemû bajarên kurdan û li ser sînorê Kurdistanê qeraqol hatin avakirin. Tevî van a hemuyan jî Şarq nehat Îslahkirin. Bervajî vê hemû kiryarên vê palnê di dil û mejiyê kurdan de herdem bû birîneke ku her roj xwîn jê diherike û tu car nayê girtin.
 
Tovê ku Şêx Seîd avêtibû vê axê careke din li Amedê di 27’ê mijdara 1978’an de bişkivî, bû dar û hemû kurd xist bin siya xwe. Piştî dewleta tirk fêm kir ku nikare berxwedana 40 salî têk bibe, bi Şarq Îslahatekî nû dixwaze binkevtina xwe veşêre. Navê vê planê jî kirine Mastir Plani. Yanî dixwazin hîn bi awayekî pispor kurdan qirbikin, Kurdisatnê dagir bikin.
 
Davudoglu dibêje; ‘e zê herim li Kurdistanê nimêja fetihê bikim.’ Li gorî nerîna min ew bi vî rengî li xwe mukur tê ku Kurdistan ji bin kontrola wan derketiye, lewma pêwîstî dibînin ku fetih bikin. Lê ez dixwazim agahiyekî nexweş bidim Davudoglu ku bihar li ber deriye û çiyayê ku pê bawer dike dê berf lê bibare. Devjê berde pêkanîna plana Masterê, ne ew, ne polîsên wî, ne jî leşkerên wî dê bi hesret bin ku têkevin Kurdistanê. Her wiha ji bo desthilatdariya xwe ji   ya ketiyî biparêze plana xwe amade bike, ez bawerim dê hîn tiştekî di cih de be. Ji ber çawa ku plana Kemal Ataturk, Tansu Çîller, Mesud Yilmaz li hemberî planên PKK bi erdêre bûn yek, her wiha plana te jî dê biheman dawiyê re rûbirû bimîne. Ji ber ev plan berî ku çêbibe ew mehkûmê mirinê ye.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin