Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

AKP dijminê hemû kurdan e!

Kadının Kaleminden
Sibat 02 / 2016


 

Zaxo Zagros
 
Ji bo civîna Cenevre 3 Davudoglu dibêje em ne li dijî kurdane,  em li dijî PKK û PYD’ê ne. Ev derewekî dîrokiye, lê dema xwe derbas kiriye, kes wek berê ne bawer dike ne jî dadiqurtîne. Di bingeha xwe de AKP û Erdogan li hember hemû kurdên xwedan vîn û rêxistikirî ne. Ji bo ku kurd nebin xwedan statûyeke siyasî hemû rengên dek û dolaban dimeşînin. Pir caran dixwazin raya giştî bixapînin, refên kurdan parçe bikin û sûdê jê wergirin, lewma dibêjin “pirsgirêka me ne bi kurdan re ye, pirsgirêka me bi PKK’ê re ye”. Mixabin hin kurdên nezan, an jî kurdên ji bercewendiyên netewî dûr ketine ji vê yekê re li çepikan dixin û hin  kurdên ku xwe pêşkêş dikin jî hene.
 
Di mijara tevlibûna Cevnevre 3 de jî AKP ev siyaseta bi kar anî û ENKS jî hat vê lîstokê. Û netevlibûna PYD’ê mîna serkeftineke siyasî rave kir.  Lê  pêwîst bû endamê ENKS Fuad Elîko ji xwe bipirse, çima Tirkiye û hêzên navneteweyî hêza herî xurt a Rojava napejirîne, çima min dipejirînin? Gelo ji ber ku ez pir bi huner im, an di lîstoka li ser kurdan de min mîna aktorekî bi kar tînin? Çima Heysem El Menaa helwestê dide nişandan, çima ez ji netevlibûna Salih Muslim kêfxweş dibim? Ger bi rastî armanca ENKS mafê kurdanbûya , pêwîst e wan jî mîna Heysem EL Menaa hewelsteke bi rûmet bidana nişandan û bigotana; ger şandeke kurdan a hevbeş nebe, ger mafê kurdan neyê nîqaşkirin, em tevli civînê nabin. Wê demê  dê herkesî li hemberî ENKS kumê xwe derxista. Lê mixabin careke din gotina pêşiyan tê bîra me “Kurmê darê ne ji darê be, dar nakeve.” Divê kurd xwe nexapînin, bi taybet jî kurdên ku AKP û 
Erdogan mîna xalê dibînin, Erdogan û Davudoglu ku her roj zarokên kurd ên di pêçekê de dikuje, jinên gerîla tazî dike û li ser cadeyan digerîne, kesên birîndar ji însafa mirinê re dihêle, ciwanên kurd bi dû tangan girê dide û bi erdê re dixirikîne,  ji bo ENKS nabe yar. Ji ber AKP tenê du rengên kurdan  dipejirîne, kurdên mirî û kurdên ku xwe û civaka xwe inkar dike. Derveyî van her du modelan, kurd hemû ji bo AKP û Erdogan mirovên ku pêwîst e werin kuştin, werin tecawizkirin û werin qirkirin e.  Her wiha dîsa (kurdên) Erdogan divê zanibin ku çi wextê berjewendiyên wî bi we qediya dê pehînekê li we bide. Samîmiyeta di navbera Erdogan û Beşar de tê zanîn, av di navbera wan re derbas nedibû, lê niha jî dijminê wî ye. Bi van rastiyan ve girêdayî,  pir aşkera ye ku tu hêz nikare me rizgar bike, ji bilî yekitîya me.
 
Ji bo careke din dîrok dubare nebe, em li hember gelê xwe şermezar nebin û xwedî li keda şêhîdên xwe derkevin, pêwîstî bi stratejiyeke hevbeş heye. Em li çi bigerin divê em di xwe de lê bigerin û xwe hewceyî tu hêzan nekin. Divê em baş zanibin ku hemû jî li bendê ne ku em hevdu lawaz bikin da ku ew jî tirba me bikolin û me binax bikin. Lê ger em hevbeş tevbigerin, em ê bihêlin ku hemû cîhan muhtacî me bibe. Yek mifteya serkeftinê ji bo me heye, ew jî “herkes ji bo yekê, yek ji bo herkesî!” ye.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin