Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Jin wijdanê welatekî ne

Kadının Kaleminden
Çile 29 / 2016


 
Zeynep Erdem
 
Bi mehan e li Kurdistanê wehşet û qetlîam pêk tên û jin ji bo tevli berxwedana kurdistaniyan bibin çalakiyan li dar dixin.  Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan (BÎKG) bi dirûşma; ‘Em alîgirên mirinê nînin, alîgirên jiyanê ne, mafê xwe yê aştî û heqîqetê diparêzin’ li kolanan in. Ger li deverekê şer û qetlîam hebin di destpêkê de jin li hember derdikevin. Li gelek erdnîgariyan bi vî rengî ye. Ev rêgeza bingehîn a jiyanê û xwezayê ye. Li hemû deverên cîhanê jin vê yekê wekî rêgeza jiyanê dibînin. Jin wijdana civakê û welat in.
 
Jin bûne wijdanê Kurdistanê. Di dîrokê de her tim jin li hemberî hişmendî, çand û helwestên mêr serî netewandin, paş ve gav neavêtin. Gelek êş kişandin, bedel dan, lê li ber xwe dan û ji bo afirandina jiyanê bûn wijdan û hê jî dibin wijdan.
 
Ev demek e jinên cîhanê ji bo deng bidin vê wijdanê çalakiya Meşa Jinan a Cîhanê li dar xistin. Jinên brezîlyayî, fîlîpînî hewl didin bibin dengê Kurdistanê. Siyasetmedarê Tîmora Rojhilat Jose Ramos Horta di 12’emîn Konferansa Kurd de  wiha got: “Ez bi heyraniyeke mezin têkoşîna kurdan dişopînim. Jinên ku li Sûriye û Îranê şer dikin şervanên bêhempa ne. Jinên şoreşger ku Stalîngrad parastin, jinên Vîetnamê ku li hemberî dagirkeriya Fransa û DYA’yê welatên xwe diparastin tînin bîra min.” Her çiqasî em dûrî hev bin jî demek me dengê xwe gihandiye wan. Lê mixabin jinên tirkiyeyî ku cîranên me ne hê jî bêdeng in.
 
Ji jinên rojavayê Tirkiyeyê dengekî nizm derdikeve. Divê heta niha bihatana Kurdistanê. Lê pir dereng man. Bêgûman kampanyaya BÎKG’ê girîng e, lê ev kampanya têrê nake. Divê em bi çalakiyên xwe şer rawestînin û li gorî ruhê berxwedanê tevbigerin. Bi çalakiyên rojane û rûtîn em nikarin vê wehşetê rawestînin. Pêwîst e çalakiyên radîkal li dar bixin. Ev yek ji bo çalakiyên li Kurdistanê jî derbasdar e. Çalakiyên bi bandor ku di dema xwe de werin lidarxistin dê berxwedana gel pêşvetir bibe. Divê çalakiyên girseyî û afirîner pêk bînin. Ger çalakiyên jinan pasîf bibin, encam nayê bidestxistin. Jin di hemû qadên jiyanê de pêşengiyê dikin û pêşengên çalakiyan in. Çiqasî xwe bi rêxistin bikin, ewqasî çalakger in.
 
Çi ji destê kê tê bike, dê bandoreke mezin pêk bîne. Jin ancax dikarin bi qêrînê vê bêdengiya tarî biçirînin. Pêwîst e ji bo çalakiya BÎKG’ê ya Amedê ne hezar jin, deh hezar jin werin nobedê bigirin. Divê li benda sibatê nesekinin, demê winda nekin û hema sibê bimeşin Amedê. Ji ber ku dem girîng e. Divê hemû jinên cîhanê û jinên herêmê tevli vê têkoşînê bibin û ji bo vê yekê jî dîplomasiyeke berfireh bê meşandin. Divê ne tenê li Amedê divê li hemû bajarên Kurdistanê vê xebatê bidin meşandin. Jinan tifaq û têkiliyên stratejîk pêk anîne. Xeta çalakiyên radîkal û afirîner, dê encam û deskeftiyên girîng bi xwe re bîne.
 
Niha ew dem hatiye ku kampanyaya ‘Em alîgirên mirinê nînin, alîgirên jiyanê ne, mafê xwe yê aştî û heqîqetê diparêzin’ li her derê belav bikin. Ji bo mezinbûna kampanyayê bingehên rewa ya çalakiyan biafirînin. Divê jin wijdanê xwe binêrin, deng bidin û têkevin nav liv û tevgerê. Pêwîst e jinên hemû deverên cîhanê biherikin Kurdistanê.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin