Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Bêdengî mirin e

Kadının Kaleminden
Çile 26 / 2016


 

 
 Zaxo Zagros
 
Fermandarê YPS ê Sûrê weha digot “BÊDENGÎ XIYNAET E, BÊ DENGÎ MIRIN E”.  Ev banga dîrokî, banga rêheval Mazlum Dogan “BERXWEDAN JİYAN E” anî bîra min. Divê ku herdu bang ji hev cuda bê xuyakirin lê naverok yek e.  Her du bang jî arestiya jiyanê datînin holê. Her weha jiyanê bi pîvaneke nuh û pênaseyeke nuh datînin pêşiya me. Ji ber faşîzma AKP’ê ji her carê bêtir mîna Ezraîl dixwaze hebûna me pernaperçe bike.
 
Tiştê herî bi xeter jî ew e ku jiyanê bêwate dike û dihêle ku mirov her roj bi dehan caran bi xwe û bi civaka xwe re xiyaneta mezin bike. Taybetmendiya faşîzmê ya sereke ew e ku bi tirsê, bi riya şerê taybet civakê ji rastiya wê dûr dixe. Herweha bi demê re mirov hemû tiştê kirêt layiqî xwe dibine. Bi vî rengî jiyanê ji rê derdixe, tarî û sitewr dike. Civakê dike komekî ji avahiyên bêwate û bê kêr. Li himber xwe biyanîbûn bi pêş dikeve. Ev nexweşî mîna pençeşêrê di damarên civakê de belav dibe. Dê ne şaş be ku mirov bibêje ev qutbûna ji exlaq û wijdan jî rewşa herî bi xeter e ji bo civakan. Ji ber jiyana civakê di bin zora faşîzmê de pernaperçe dibe şûna zanebûnê nezantî, şuna bexteweriyê jî kirêtî digire. Bi vî rengî faşîzm mîna kabûsekî xwe berdide ser dilê civakê û xwe di ciyê ku tê de rastiya civakî tune bûye bi cî dike. Di van demê weha de bi awayekî rast pênasekirina jiyan û mirinê, jiyîna di zanebûna wê de bi qasî jiyanê xwedan girîngiyê ye. Ji ber faşîzm jiyanê bê ermanc, bê ruh û bêhiş dike. Mixabin îro civaka kurd bi taybet û ya Tirkiyeya bi giştî bi rastiyeke weha re rûbirû ye. Ji bo civak li ber xwe ne de û teslîm bibe bombebaranekî zîhnî, çandî, derûnî û fizîkî bi pêş dixin.
 
Li hemberî rewşeke weha bangkirina tekoşînê di heman demê de banga jiyanê ye. Îro faşîzma AKP’ê di Cizîr û Sûrê de dixwaze gelê kurd qir bike, dixwaze bi navê jiyana azad çi heye bikuje û teslîm bigire. Lewma ev berxwedaniya tê kirin parastina jiyanê ye.  Îro AKP ji bo kurdan jiyana lawiran, yanî bixwe, vexwe û xeweke rewa dibîne. Kurdên ku her roj bi xwe re, bi gelê xwe û welatê xwe re xiyanetê dike, kurdê tirsonek ku ruhê xwe teslîm kiriye, kurdê AKP’a ku mîna çeqelan ji bo kurtêlek nan xwe difroşe mîna bijareyekê datîne ber kurdan.
 
Lê belê kurdan êdî fêhm kirine ku ev jiyana heta qirikê di nav koletiyê de ye, ne jiyan e. Lema jî îro kurdên azadîxwaz li Cizîr û Sûrê li ser navê me hemûyan şerê jiyana bi rûmet didin. Ez dixwazim ji van kesên bêdeng re bêjim; divê her kes baş bizane ku buhayê wê çi dibe bela bibe ev berxwedanî wê bi ser keve. Lê ji bo ku em di dema pêş de li himberî hev şermezar nebin divê herkes di şerê rûmetê de cî bigire. Bi vê rastiyê ve girêdayî divê em ji dîroka xwe dersê derxin.
 
Kenan Evren mir lê Mazlum û Kemal li her derê dijîn, DAIŞ têk çû lê Kobanê û Arîn di dilê hemû mirovahiyê de dijîn. Her weha wê AKP û Erdogan jî têk biçin lê Cizîr û Sûr dê bi ser bikeve. Divê herkes vê pirsê ji xwe bipirse. Ez ê di kîjan pelên dîrokê de cih bigirim? Di pelên berxwedanê û rûmetê de, yan di pelên şermezariyê de?..
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin