Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Cenevre 3

Kadının Kaleminden
Çile 24 / 2016


 
 
Nalîn Dicle
 
Qeyrana li Sûriyeyê di sala 5’an dewam dike û her roj girêkeke din li ser girêkorkê zêde dibe. Ji ber hêzên sereke yên navneteweyî û herêmî ne tenê hespên xwe di qadên cengê de dibezînin, her wiha di qada siyasî de jî ji bo berjewendiyên xwe şerekî tund dimeşînin.
 
Di Sûriyeyê de tişta ku tê jiyîn, rastiya jinûvedîzaynikiran Rojhilata Navîn e, lewre her hêzek dizane çiqas li Sûriyeyê bi bandor bibe dê ewqas jî  li Rojhalata Navîn heta li cîhanê bibandor bibe.  Hêzên sereke yên wekî Amerîka, Rûsya, Îran, Siûdî û Tirkiye li ser qeyrana Sûriyeyê xwedî hesabên mezin in. 3’yemîn Şerê Cîhanê ku li ser axa Sûriyeyê tê meşandin, bi mudaxeleya Rûsya û Amerîkayê, nakokiyên Siûdî û Îranê, nakokiyên Tirkiyê û Rûsya hwd.  jî nîşan dide ku hezên berjewendiyên wan dijber in li Sûriyeyê her çend rasterast bi hev re şer nekin jî lê bi destekdayîna hinek hezan bi hev re şer dikin.
 
 
Çima heta niha konferans û civînêk têkildarî qeyrana Sûriyeyê hatin lidarxistin encam nedan? Bê guman ji ber hêzên sereke yên di meydanên şer de hespê xwe bezandin, li ser maseyê jî ji bo vê bandora xwe berdewam bikin di rêzecivînên ji bo çareseriya qeyrana Sûriyeyê hatin çêkirin de jî kirin meydana şerê berjewendiyên xwe. Heta niha  civinên mîna  Cenevre, Moskov, Qahîre,  Astana, Viyana û Riyadê  pêk hatin lê ji bo qeyrana Sûriyeyê nekarîn çareseriyê ava bikin.
 
 
Bêguman ji ber yên mîna muxalîf/opozîsyon beşdarî civînê bûn, ne li ser erdê vîna wan û ne jî projeyek wan a demokratîkkirina Sûriyeyê tune bûn. Tevî ku kurd hêza herî dinamîk a demokratîkirina Sûriyeyê û xwedî projeya domokratîkkirina Sûriyeyê bûn lê heta niha beşdarî civînên hatin çêkirin nehatin kirin, lewre biryarên van civînan bê bendor û berhewa bûn.
 
 
Piştî Neteweyên Yekbûyî pêşnûmeya agirbest û muzakereya çareseriyê pejirand û 5 endamên Konseya Ewlekariyê Amerîka, Rûsya, Fransa, Îngilistan û Çînê li hev kirin û li ser heman hîmê bi lez bez amadekariyên konferansa Cenevre 3 dewam kirin. Di vê demê de ji bo Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD)  a ku nûnertiya hemû pêkhatiyên Sûriyeyê dike, PYD’a ku nûnertiya Rojava dike, beşdarî Cenevreyê nebe Tirkiye, PDK, Qetar, Siûdî û nûnerên komên çete yên girêdayî van hêzan tifaq kirin û di qada herêmî û  navneteweyî de ketin nav hewldanên qirêj. Davutoglu bi rengekî aşkera beşdarbûna PYD û MSD’ê wekî xeta sor pênase kir û diyar kir ku divê PYD beşdarî Cenevre 3 nebe. Di vê demê de nûnerên MSD û PYD’ê jî ji bo beşdarbûna Cenevre 3 di qada navneteweyî de lez dan xebatên diplomasî, bi gelek hêz û derdoran re hevdîtin pêkanîn.
 
 
Her çend ji bo Cenevre 3 dîroka 25’ê çileyê hatibe diyarkirin jî lê ji ber li ser lîsteya muxalifan beşdarî civînê bibin lihevkirin nehat çêkirin, civîn ji bo dîrokeke nêz hat paşde xistin û tê payîn di 28’ê çileyê de bê lidarxistin. Her ku dîroka Cenevreyê nêzîk dibe,  PYD, MSD dê beşdar Cenevreyê bibe yan, dê xeta sor a Tirkiyeyê derbas bike yan na herî zêde tê mereqkirin. Her çend heta niha bi rengek fermî lîsteya muxalifan nehatibe aşkerakirin jî lê hinek çavkaniyên bi ewle diyar dikin ku dê nûnerên PYD û MSD’ê beşdarî Cenevre 3 bibin. PYD û MSD ji bo çareseriya Qeyrana Sûriyeyê fersendeke mezin e. Beşdarbûna wan a Cenevre 3  çiqas ji bo kurdan qezenceke dîrokî ye ji bo dewleta AKP’ê û hemû xêrnexwazên kurdan jî binkeftineke mezin e.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin