Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Femînîzm

Kadının Kaleminden
Çile 22 / 2016


 
Mariya Bozan
 
Femînîzm, tevgera jinan ya li hemberî sistema zilamê serdest weke bertek destpêkiriye û bîrdoziya xwe femînîzm avakirine. Femîn peyveki Fransiye kû tê wateya jin, femînîzm jî tê wateya jinitî yan ji tevgera jinitiyê. Li hemberî pênasekirina sistema desthilatdar a zilam xwestine pênaseyekî ya jinê bidine çêkirin. Ji têgeh û teoriyên zilam bibandor bûne. Li ser lêgerîna bi zilam re wekhevbin xwestine saziyek xwe bidine avakirin û di çarçoveya bîrdoziyek de ji derketina vê tevgera femînîst li ser vî bingehî çêdibe.
 
Têgehkirina femînîzmê, bîrdozî û çalektiya wê dide diyarkirin, weke dijberê jinê (jinitî) zilamtî, pênase kirine. Di hiş de jina bindest ya zilamê serdest weke têgehekê dane çêkirin. Di qonaxên destpêkê de ji ber lêgerînên jinan yên wekheviyê bi çalekiyan dengê xwe gihandine civakan. Bi destpêkirina lêpirsinên moderniteyê de di rasteka azadî û wekheviyê de nêzîkatiyên kû pêşketîne her çiqasî li ber çavan derbaskirin jî lê di çareserkirina pirsgirêka azadkirina jinê û civakê de kêm maye.
 
Di bingehê newekheviya civakî de cinsiyetparêzî heye. Lê belê ev nêzikatiyên cinsiyetê di sinorên biyolojîk de ne maye. Yekdestdar û deshilatdaran, cinsê jinê ji bo desthilatdariyê li ser xwezaya yekem û duwem bikin hemû nirxên kû derxistîn holê bi bibêhn çikandinê anîne rewşekî sîstemê. Jin bûye modela yekem ya civakî kû deshiladaran bikaranîne. Avakirina serdestî û deshilatdariyê ya kû liser jinê hati pêşxistin ji bo li hemu tevnên civakê civakê belav bikin weke modelekê bikaranîne.
 
Tevgera femînîst bi rewşa xwe ya modern koka xwe digihîne şoreşa Fransayê. Di sedsala XVIII'an de bi şoreşa sosyalîzmê re weke tevgerek ya jinan derdikeve pêş û careke din ji ber şerê cihanê yê duwemîn û bi şoreşa indûstriyê re ji ber zêde karkirin û kêm heq dest wergirtinê de jinan a di industiriyê de bi pêşengtiya jinên proleter yên weke Clara Zetkîn, Friedrich Engels, August Bebel û Alexandria Kollentai rêkxistina xwe çêdikin. Her wiha jina femînîst ya herî zêde ji bo mafê jinan tekoşîn kirî û sîstemê analizkirî Rosa Luksenburge. Rosa jinekî marksîste û li hemberî sîstema deshilatdar dibêje “modernite civakê dirizîne”. Li ser vê dest bi xebatên xwe yên li hemberî sistema moderniteya kapîtalîst dike.
 
Tevgera femînîst, gelek şaxên wê yên berfireh yê xebatê hene. Yên weke eko-femînîst, sosyalîst femînîst, anarşî femînîst, anarko femînîst, lîberal femînîzm, radîqal femînîzm, Marksîst femînîzm û h.w.d, li her devera cîhanê di nava van çarçoveyan de xebat û tekoşîna xwe ya li hemberî modernîteya kapîtalîst dide meşandin.
 
Tevgera femînîst yekem salên kû derketî de wekhevî û huqûqa hemwelatiyê daye meşandin û ev tekoşîna wan di roja meya îro de di astekî girînge de serketine. Her çiqasî ev serkeftinane di aliyekê de tekoşînên civakî dabin meşandin jî li aliyê din lîberalîzm jî ji bo pêşî li vê tekoşînê bigre modernîteya kapîtalîst weke nermbûnekê daye pêş… 
 
Yek ji armancên moderniteya kapîtalîst lîberalîzme. Li hemberî sîstemê gelek tekoşîn meşandine li hemberî vê tekoşînê gavên lîberal avêtine yên weke mafê mirovan, mafê hemwelatî, aborî, siyasî û hwd. Û evane jî di nava sinorên sîstemê de girtine. Lê belê ev mafane ji statûya nerm ya modernîteya kapîtalîst dernektiye. Zilamê serdest di satatûya zilam û jina bindest wekheviyek dayînê. Bi vê re girêdayî modernîteya kapîlast jî di nav de hetanî di avakirina sîstema şaristaniyê de di hemû çêkerên desthilatdar de koletî, li ser koletiya jinê pêşxistine.
 
Weke koleya herî kevin ger rastiya wê derbixînin holê û têkiliya wê bi civakê re têkiliya wê daynîn, di pêşkeftina azadkirina civakê de dibe kû pêşî lê vekirinekê çêbike. Çiqasî kû koletiya jinê koletiya civakê pêşxistiye, serkeftina jinê jî wê di serkeftina civêkê de zelaltiyekê bide qezenckirin. Li hemberî tevahî zayendparêziyên di civakê de tekoşînkirin wê je parçeyekî ji tekoşîna azadiya jinê ye.
 
Femînîzm, modelekî kû ji paradîgmaya modernîteyê derbaz bike kû jin di nav de xwe rêkxistin bike pêşkêş nekiriye. Pênaseya dinava netewa dewlet de jinên hemwelatî bi zilam re bibin xwedî mafê wekhev têrker ditine. Modelek ya jiyana civakî kû hemû tevger lê kombûyî ava bike pêkne aniye, sedemê vê ji ber kû nekariye sinorê sîstemê derbas bike. Perspektifeke hevpar ya jiyana azad, jina azad û civaka azad çênekirine. Her çiqasî tekoşînên bê hempa dabin meşandin jî lê ji ber kû alternatîfekî xurt li hemberî sîstemê çênekirin ew ji weke hemû tevgerên din yên dijberî moderniteya kapitalîst serneket û bû parçeyekî ji vê sîstemê.
 
Ji Rojev Mexmûr hatiye girtin