Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Berxwedêr ne mexdûr in dîrok in!

Kadının Kaleminden
Çile 20 / 2016


 

 
Eyşe Gokkan
 
Dawiya hefteyê KOM’ê (Meclisa Jinên Azad) li Stenbolê forûma parastina rewa û xweseriyê li dar xistibû. Jinan bi baldarî nîqaş dikirin. Rojev li dijî zîhniyeta serdestan, alternatîf û çareserî wekî parastina rewa çawa didome bû? Wateya berxwedêran bi rêxistînî çawa pênase dibe? Gelek pirs û bersiv zelal dibûn. Ya herî girîng:  Zîhniyeta faşîst û bêbext li Kurdistan û Tirkiyeyê xwe çawa dispêre hêzên tarî, dixwaze berxwadêr, têkoşger û şoreşgeran mexdûr nişan bide û bê wate bike bû. Lê mêze bikin, tenê gotin ‘ez ne şirîkê sûcê qetilkirina zarokan im’ hinek ji wan dibêjin; êrîş bikin, bikujin, agir berî mala wan bidin, hinek jî dibêjin; wax wax wax 2 hezar zanyar (akademîsyen) ji kar û barê xwe bûn, ji nanê xwe bûn. Binçav bûn, gel wan xwarin, dadgeh û dozgerên AKP’ê li wan hatin xezebê…hwd.
 
Berovajî van gotinan bi hezaran xwendevan li wan xwedî derketin, gotin;  em ê tev bi hev re berxwedêr bin, em serî natewînin, Kurdistan ew hembêz kirin, qîmet û rûmeta wan zêde bû. Ger zanyarek li qetlîama zarokan tamaşe bike wê demê bê rûmet dibe. Dê zarokên ku em dibêjin; ronahiya pêşeroja me ne, di gora xwe de ji me hesab bipirsin.
 
Li Kurdistanê heman tiştî ji herêmên parastina rewa û rêvebiriya xweser re jî dibêjin. Wekî belengazan didin xuyakirin. Mêjiyê wan şuştine, bi ciwanan dikenin, xizanan bi kar tînin…hwd. Wê demê AKP’a Erdogan çima hêzên tarî MÎT, TÎM, JÎTEM, Esetullah, leşker, polîs li ser van diçikîne? Bila hêzên xwe yên tarî ji ser wan bikişîne. Sibehê heta êvaran TV, radyo, rojname û siyaseta AKP’ê dibêje û dibêje.  ‘Gel êdî qebûl nake, ji wan hez nake. Ger ku rast e, çima  kî dibêje; ez êrîşên li ser zarok û gelên sivîl qebûl nakim û ne şirîkê vê rûreşiyê me, pergal har dibe û bi wan dikeve? Wekî telala bang dike; xayin ha xayin, neyar ha neyar…
 
Ne xayin in, ne neyar in, ne jî mexdûr in. Rûspiyê civakê ne. Her zanyarek parastina rewa ye, mêjiyê xweseriyê ne, morala gelan in. Ewqas bi wate ye ku di Rojhilata Navîn de zanist li dijî tifaqa DAÎŞ/ AKP’ê derdikevin. Peymana Sykes- Pîcot(1916) parçe dikin û rûreşiya serdestan û AKP’ê teşhîr dikin, bi jinan re deriyên ku li gelan tên girtin vedikin, îflasa dewleta netewe zêdetir aşkera dikin.
 
Dewletên netewe û hêzên emperyal serhildana Rojhilata Navîn dixwazin bişikînin. Zanyar bi xwedevanan re, saziyên sivîl bi endaman re, jin jî di jiyanê de em ê bibin milyonan. Dîrok jî wisa tê nivîsandin. Her bijî ji akedemîsyenan re ku li dijî zilmê li cem mirovahiyê cih digirin û têdikoşin.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin