Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Rêwîtiya ber bi xwe ve

Kadının Kaleminden
Çile 19 / 2016


 
 
 
Dîlan Aydin
 
Jiyan bi aliyên xwe yên asayî û derasayî rêwîtiyek e. Carna bi pêkhatina hin bûyeran em dibêjin qey her tişt disekine, jiyan sar dibe lê dema ku em ji çend aliyan ve mêze dikin; ew rê ya bêdawî, me ber bi gelek rê yan ve dibe. Temenê me şahidiya vê rêwîtiya ku carna bêyî agahiya me, bêyî em hilbijêrin dest pê kiriye, dike. Carna di mercên asayî de derbas dibe, tevli rêwîtiya jiyanê dibe lê carna jî bi rengên cuda ji rêwêtiyên ku mafê bingehên ên jiyanê ne bêpar dimîne.
 
Rêwîtiya me ya destpêkê, ya ku tu dikarî jê re bibêjî ‘rê’ ya ber bi cîhana me ya manewî ve ye. Di vê rêwîtiyê de em xwe bi xwe ne. Bi xwe re, bi derdora xwe û jiyanê re rûbirû ne. Destpêkê ji ber ku em bi ‘xwe’ re ne, tama rêwîtiyê xweştir dibe. Ev tam û hêza ku em ji rêwîtiya ber bi xwe ve digirin; her ku diçe mezin dibe me ber bi me ve dibe.
 
Ger ku destpêkê em xwe ji vî aliyê ve ji rêwîtiyê re amade nekin; nebin rêwiyên ber bi xwe ve; dê rêwîtiyên din zêde tiştek nedin me. Tenê rêwîtiya fizîkî bi kêrî me nayê. Dibe ku ji ber guherîna cih hinek rehet bike lê dema ku veneguhere rê ya me ya ber bi me ve dê nebes dubare û demborî bimîne.
Rêwîtiya me ya ber bi me û jiyanê ve ji aliyê fizîkî ve dûrbîn, ji aliyê manewî ve jî têgihîştin, zanîn û pêkanîna hemû pêdiviyên meşrû yên takekesî û civakî ye. Hebûna me ya ku xwedî gelek tiştan e; bi xwezayî xwedî daxwaza pêkanîna rist û peywirên jiyanî ye jî. Ger ku em ji vê rêwîtiyê agahdar nebin, nizanibin ku em ‘rêwî’ ne tiştên ku em bikin dê ji derveyî îradeya me pêk werin, nikaribin bibin bersivên têr û rast.
 
Rêwîtiya me ya ber bi me ve ji sedî sed bi awa û rengê têkiliya me û demê ve girîdayî ye. Dem çawa bi çi rengî were derbaskirin, me xwe çawa hîn kiribe û em çawa bijîn; rêya ku em biçinê jî dê wisa be. Dema ‘niha’ wekî çivîkek e. Çawa ku dema çivîk difire çavên me li dûrahiyên asîman dimînin; dema me ya ku bêyî armanc, li tewşê, bi tiştên vala derbas dibe jî tenê hestên ‘derbas’ bû bi xwe re tîne û em dest vala dimînin.
 
Niha dema me di bin dengê tang û topan de… Bi dîmenên hovîtî derbas dibe niha jî ber bi merheleyeke din ve diçin. Ev merhele carna wisa aloziyan di hişê me de çêdike ku em xwe jî rê ya xwe jî hest û ramanên xwe jî winda dikin lê tevi vê aloziyê jî em dizanin ku divê em dev ji rêwîtiya xwe bernedin. Rêwîtiyên ku divê em bibin rêwiyên wan niha ji her demê zêdetir li benda me ne.
 
Dibe ku em ji ber dagirkerî û şerê qirêj ê bi sedan salan li hemberî me tê meşandin; ji gelek aliyan ve ji derfetên rêwîtiyên ber bi xwe ve bêpar mabin lê divê ku em her deqe û saet bizanibin ku em ‘rêwî’ ne. Rêwiyên ber bi xwe û rastiyên xwe ve, ne yên ber bi reng û daxwazên ezberkirî ve. Bi çi rengî dibe bila bibe divê em mafê xwe û jiyanê, bi awayê baş, rast , pêwîst û meşrû bidinê û rêwîtiya xwe ya manewî berdewam bikin.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin