Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Ji bo rumet û azadiya xwe şer bikin

Kadının Kaleminden
Çile 19 / 2016


 

 
Zaxo Zagros
 
Kes nikare înkar bike ku îro li herêma Rojhilata Navîn Sêyemîn Şerê Cîhanê tê birêvebirin. Her wiha yek ji qadên vî şerî jî Kurdistan e. Ji bo ku gelê kurd hebûna xwe biparêze û pirsgirêka xwe ya neteweyî çareser bike neçar e ku xwe li gorî vê rastiyê bi rê bixe û li ber xwe bide. Ev jî tê wateya ku divê şerekî dijwar bide berçav. Ji ber aşkera ye ku ger gelê kurd qabiliyeta şer nede diyarkirin, dê ne tenê  kesayeta xwe, dê nasname û jiyana xwe jî winda bike. Jixwe dema hîmên bingehîn ên jiyanê winda kir û pêve, êdî nikare xwe ji sextekarî û xwexapandinê rizgar bike. Êdî xiyanet, xweînkarkirin û xwepişaftin dibin encamên ku kes nikare jê bireve. Lewma wekî hin hêz didin diyarkirin; ji bo kurdan şer tenê nayê wateya bikaranîna tundûtûjiyê; ji bo kurd ji xwe re qadên jiyanê vekin şer tê wateya pêşxistina têkoşînê.
 
Ger îro dijmin ev nêzî 50 rojan li Sûrê û li Cizîrê şer dike armanca wan ew e ku qadên jiyanê yên kurdan ji destên wan bigirin. Ji ber ew baş zanin dema qadên jiyanê ji destên mirovê kurd derkeve ne kesayet, ne civakbûn, ne jî asta siyasî û sosyal pêş nakeve. Êdî tu nikarî behsa civaka manewî bikî. Li şûna wê; civakeke xwe dixapîne, bi gazin, li hemberî xwe ne rêzdar ku her roj tirba hev dikolin tê afirandin. Her wiha ev civak bi demê re hemû nirxên xwe winda dike û dibe civakeke nezan, bê bawer û bê ronahî. Ev civakên wiha belavbûyî zû tên mêtin, zû tên bêdengkirin, tên kolekirin û kesayeteke bê vîn tê afirandin. Ev jî çîroka ku gelek caran bi serê kurdan hatiye ye.
 
Ger îro gelê kurd kêm bejî li ber xwe dide û zindî ye, teqez ji ber PKK cesareta têkoşînê da nîşandan e. Ne xwe dê niha mîna gelek nasnameyên din bi tunebûnê re rûbirû bimaya. Ger şerê 44 salan nebûya dê kurd niha xulam û leşkerê dijiminê xwe bûya. Lê belê tiştê PKK’ê kir hişt ku gelekî şervan derkevin holê. Ji ber PKK’ê baş zanîbû ku gelê derveyî têkoşînê bimîne kole ye û dijmin jî dikare hemû rengê dagirkeriyê li ser wî bisepine.  Bi vê rastiyê ve girêdayî berxwedana ku gelê me li Sûr û Cizîrê dimeşine gelekî pîroz e. Ji bo ku ev têkoşîn hîn xurtir û demdirêj berdewam bike û bigihîje serkeftinê, avakirina YEKÎNEYÊN PARASTINA SIVÎLAN jî gaveke dîrokî ye. Madem dijminê me gêle me yê sivîl hedef dike, wê demê divê hemû kesên kurd xwe bi çek bikin û xwe biparêzin. Wekî gelê kurd divê em baş bizanin ku netewebûn, civakbûn û polîtîkbûna me di mezinkirina hêza xweparastinê re derbas dibe.
 
Her wiha ger em dixwazin raboriya xwe ya binkeftî dubare nekin û bi pêşerojeke serkeftî bersiv bidin, pêwîst e her kurdek xwe mîna artêşekê  birêxistin bike. Ji ber ku YPS rê û rêbaza vê yekê ye. Lewma divê her kes li derdora YPS’ê kom bibe. Divê hemû ciwan, jin û hemû mêr di nav refê YPS’ê de cih bigirin. Heta niha ciwanên kurd ji bo dijminê xwe şer dikirin lê divê êdî ji bo azadî û rûmeta xwe şer bikin, divê êdî di artêşa xwe de cih bigirin. Dema ku me hêza xwe ya parastinê gihand sedhezaran wê demê tu artêş nikare gefê li hebûna me bixwe.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin