Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

YPS û YPS-JIN

Kadının Kaleminden
Çile 15 / 2016


 
Zeynep Erdem
 
Di gerdûnê de ji bo zindiyan sê tiştên esasî hene; parastin, xwedîbûn, berdewama neslê xwe. Çawa ku ji bo hebûna xwe bidomînin xwedîbûn û berdewama neslî girîng be, bêyî parastin jî hebûn pêk nayê. Her zindiyek xwedî pergaleke parastinê ye û parastin tiştekî gerdûnî û xwezayî ye. Lê însanan parastin xistine formeke din veguherandine pergala dagirkerî û mêtingeriyê. Di dîrokê de her tim gel û civakan li hemberî dagirkerî û mêtingeriyê pergala xweparastinê ava kirine.
 
Gelê kurd jî di dîrokê de hewl daye pergala xweparastinê ava bike. Qelsiya xweparastinê dibe sedema parçebûna welatekî. Ji ber vê yekê ye ku Kurdistan kirine çar parçe. Tenê welat parçe nabe; her wiha ev dibe sedema dûrketina ji rastiya xwe, ji hev qutbûn û dûrketinê. Pêwîst e ev rastiya dîrokî baş were nirxandin û encam bên derxistin. Ji bo hemû kurdan ev wekî peywirekê ye.
 
Têkoşîn û şoreşa çil sal in didome ji vê rastiyê encamderxistinê îfade dike. Pergaleke xweparastinê hatiye avakirin, lê hê jî têrê nake. Li hemberî hemû êrîşan avakirina xweparastinê, helwesteke jiyanî ye. Di bingeha avakirina pergala xweparastinê de civakîbûn heye. Gelê kurd li çar parçeyan li hemberî dagirkerî û mêtingeriya netew-dewletan, li hemberî polîtîkayên komkujiyê bi pergala gerîlatiyê xweparastinê pêk tînin. Gelê Rojava ji bo parastina xwe YPG û YPJ ava kirin. Bi vî rengî hebûna xweparastin û azadiyê bi dest dixin.
 
Bêguman xweparastin tenê ji parastina leşkerî pêk nayê. Di hemû qadên jiyanê de avakirina mekanîzmayên parastinê ye. Li hemberî gefan parastina civakê ye. Niha li bakurê Kurdistanê konsepta tasfiye û îmhayê xistine meriyetê, li hemberî vê konseptê hemû cureyên parastinê rewa ne. Piştî îlankirina xwerêveberiyan, ji aliyê gel ve pergala xweparastinê hat avakirin. Ev pergala ku ji pêşengiya ciwanan hat avakirin her ku diçe rêxistinbûna xwe xurt dike. 
YPS û YPS Jin li hemberî êrîşên hovane û ji bo parastina civakê hatin avakirin. Êdî tenê rêxistinbûneke ciwanan nîne, pergeleke parastina rewa ye û hemû beşên civakê di nav de cih digirin. Çawa ku di berxwedanên Rojava û Kobanê de jin, ciwan, kesên temen dirêj bûn parçeyek berxwedanê, îro li bakurê Kurdistanê jî bi heman rengî jin, ciwan û kesên temen dirêj tevli YPS û YPS Jin dibin û hebûna xwe diparêzin. Hêzên xweparastinê ku jin û ciwan pêşengiyê dikin li aliyekî bersivê didin êrîşan û li aliyê din jî di avakirina jiyana civakê de rêxistinbûneke girîng pêk tînin.
 
Di bingeha xweparastina gelê kurd de gel heye, her wiha ev parastin xwedî ruh û karaktereke demokratîk e. Çawa ku PKK bûye tevgera parastina esasî ya gelê kurd, bi heman rengî îro li çar parçeyên Kurdistanê avakirina rêxistinbûnên xweparastinê jî xwedî heman taybetiyê ne. Dema li Rojava li dijî êrîşan gel xweparastina xwe ava kir, ji gelek deverên cîhanê şoreşgerên enternasyonalîst tevli berxwedana gel bûn. Li bakurê Kurdistanê YPS û YPS Jin ji bo xweparastinê hatin avakirin û civakê diparêzin. YPS û YPS Jin êdî li bajar, tax û malan civakê diparêzin û bûne hêza xweparastina civakê.  Hebûna kurd û Kurdistanê ne mimkun e ku bêyî parastin pêk were.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin