Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Tenê carekê...

Kadının Kaleminden
Çile 14 / 2016


 
Wehbê Romî
 
Çima ragihandin bê deng bûye li hemberî berxweda sedsalî ya Bakûrê Kurdistanê. Çima qet nakevê rojeve çapemeniya cihanê û ya ereban. Divir de nakokiyek heye, ew jî êdî rojnemevan ango ragihandin li gorî berjiwendiyên xwe kar dike ye. Kanî ew kesên digotin em rojnemevanin em ê rastiya civakê, rastiya rewşa heyî derxînin pêşberî cihanê. Lê qet tiştekî bi vî rengî di berxwedan xweseriyê li dijî faşîzma AKP'ê, ku ev bitirî mehekê li pê xwe hîşt, der neket. Tişta ku ez dixwazim bêjim ew e rojnemevanên li Tirkiyê qaşo xwe wek rojnamevanên demokrat didin diyarkirin.
 
Di berxwedana xweseriya Bakûrê Kurdistanê de çavê xwe girtin û bûyer ji neditî ve hatin. Lê tevî viya jî gelek rojnamevanên qehreman yên ji bo ragihandina bûyerên ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin, bi cîhanê bidin nişandan re hatin qetil kirin. Îro em di rojek wisan de ne ku her roj zarok, ciwan, kal û jinên ducanî tên qetilkirin. Lê tevî van bûyeran giştî jî ragihandina li Tikiyê çavê xwe girtiye û bûne dûvikê mediya AKP'ê.
 
Gelo ma ev meday tenê bi carekê ji pişt pişta Erdogan dernakevin û bi çavên xwe li rastiyê temaşe nakin. Her kesek rastiyan radigihîne di tirkiyê de dibe terorist û milîtanê PKK'ê. Beriya çend rojan bû dema ku ji amedê mamostayek jin ya binavê Ayşe Çelik bi telefonê berşdarî bernameyek ya televisiyonek tirkiyê bû. Çelik tenê ji bo rastiya li Bakûrê Kurdistanê ji sedan yek got û bang li gelê tirkiyê kir, îro jî ew weke militanek yê PKK dan nişandan û bi vê hincetê biryara girtina wiya dan. Gelo ev çiye di qewme, ev çiye çêdibe ev çi bêdengiye?
 
Kanî ew dewlata ku navê demokratiyê li xwe dikir? Ew faşîzme, ew xwedî hemû kiryarên derveyî mirovahiyê ne... Di şeva ku jinan xwe amededikirin ji bo sala vegera  komkujiya li Parîsê, sê jinên siyastemedar yên têkoşer û perperkî bi rengekî hovane qetilkirin.  Bi her rengî û bi taybet bi teknîka  herî pêşketî dixwazin  vîn û îradeya gel bişkînin.
 
Dibe ku ji bîrkirin bê ev lehingiya ji kuderê tê. Bila zîndana Amedê, şehîdên heta kêliya dawî her li ber xwedidan teslîm ne bûn bînin bîra xwe. Bila heval Bêrîvan û bisedan keç û xûrtên Kurdan ku xemla xwe girêdan û têkoşîna xwe didomandin. Dayik sibê heta êvarê li ser piyanin, zarokên rojê her destê wan li jorin û dibêjin an berxweda an berxwedan. Dewlata faşîst  taxên lê berxwed heye didin ber tang û topan û bi qêrînan dibêjin ji taxan derkevin, lê wisna diyare ku berxwedana ciwanên Kurd nabîn yan jî dengê dayîkên berxwedêr na bihîsin. Gel di berxwedana xweya xweseriyê de bi biryare û bi qêrinan dibêjin: bi salane em li ser vê axê dijîn, ev xeka bav û kalane, dêbêjin derkevin, ma ka edalet, li pêşiya çavên me zarokên me qetil dikin û em jî ji wan re dibêjin ka werin em temaşe bikin kî wê derkeve...