Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Dîmenên tarî û bêdengî

Kadının Kaleminden
Çile 12 / 2016


 
Dîlan Aydin
 
Roj û şevên ku bi dorpêçkirina bajar û navçeyan derbas dibin, çi vedibêjin gelo? Bajar û navçeyên dorpêçkirî, keriyên berazan, tang û top… Wekî xewnereşkê bi mehan e her xwe dubare dikin.
***
Her kêlî, her roj û şev tên ber çavên me; heta tu bibêjî kujer in lê bi xwe re hêrsa li dijî dagirkeriyê jî zêdetir dikin. Dîmenên tarî jiyanê tarî dikin, hêviya cîhana bê şer qels dikin. Dîmenên tarî, siya hovîtî û bêexlaqiyê dihêlin li ser war û jiyanê. Dîmenên tarî ‘nediyariyê’ bi xwe re tînin. Her ku dubare dibin, rûmet û şeref kêm dibe, her ku dubare dibin bêşerefiya însan zêdetir dibe.
***
Rojên reş û tarî… Rojên ku bi zilmê hatine tarîkirin; li benda birûskên ku bi xwe re guherînê tînin mane… Yên ku di nav qefesa van rojan de hatine dorpêçkirin, bi birçîbûn, serma, kuştin û birîndarbûnê re rûbirû mane, çi hîs dikin gelo li dijî me û jiyanê? Rojên ku bi bêdengî û bêşermiya însaniyetê hatine dorpêçkirin; niha li benda mûcîzeyên di destan û çîrokan de ne. Di destan û çîrokan de mûcîzeyên çi xweş hebûn! Di demên herî zor û zehmet de pêk dihatin. Lê em di serdema pêşketinê(!) de ne. Ev pêşketin wisa ye ku nahêle êdî mûcîze pêk werin.
***
Gelo zivistana ku ber bi biharê ve diçe dê çi bi xwe re bîne? Ji bajar û navçeyên ku bi vîneke ji pola li ser piyan mane re dê çi bibêje bihar? Erd û asîman bi zilmê qirêj bûn.
Însan ji rûmet û şerefê  bêpar man. Pîroziya jiyanê ket ber lingan. Gelo şerê ronahî û tarîtiyê, mafdarî û bêmafiyê, zalim û mezlûman dê kengê bi dawî bibe? Cîhan dê kengê bi tevahî xweşiyên xwe bibe warê însaniyetê?
***
Dîmenên tarî, pirsên bêbersiv zêdetir dikin. Her ku em mêze dikin, yek ji ya din xirabtir, jandartir û rûreştir e. Şerma ku ji rûyê mirovahiyê kêm bûye; dibe sedem ku hovîtî zêdetir bibe, derfetên zaliman bêsînor bibin.
***
Dîmenên tarî, bi bêdengiya me, zêdetir, dijwartir û çavsortir dibin. Her ku em bêdeng, asayî li wan temaşe dikin; wekî kurmên darê zêdetir dibin û roj bi roj me dixwin. Her ku em heman  gotinê dubare dikin; êrîş  dijwartir dibin.
***
Rojên kuştin, rûxandin û sonda ‘tunekirinê’ di ser me re wekî ava şêlo derbas dibin. Keriyên hov, dibêjin qey dê  bikaribin daxwazên xwe bibin serî. Lê her ku hovîtiyê zêdetir dikin, ew bi xwe difetisin, di sergoyê bêrûmetî yê dîrokê de ji xwe re li cihekî digerin.
***
Xencerek heta tu bibêjî tûj li ser mal, ax û canê kurd û Kurdistanê digere. Her ku digere xeleka zilmê berfirehtir dike… Her ku em destûrê didin ku bigere, zêdetir dikuje û jiyanê diherimîne.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin