Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Çima AKP ji jinan ditirse?

Kadının Kaleminden
Çile 12 / 2016


 
Zaxo Zagros
 
Ev 3 sal in ku bi ser kuştina 3 jinên şoreşger Sara, Fîdan û Leyla re derbas bûn. Mixabin kujer hîn jî ji aliyê rayedarên Fransayê ve nehatine diyarkirin. Lê kujer bi kuştina 3 jinên tekoşer Sêvê, Pakîze û Fatma dîsa xwe dane dest. Çawa Erdogan ferman da û MÎT’ê Komkujiya Parîsê pêk anî, dîsa Erdogan ferman da û çeteyên wî her sê jinên şoreşger li Silopiyê qetil kirin.
 
Dema ku mirov awayê qetilkirina van her 6 jinên şoreşger şîrove dike, mirov dibîne ku bi tirs, bi kîn û nefreteke mezin hatine qetilkirin. 11 gule ji bo kuştina Sêvê hatine bikaranîn û cenazeyê wê texrîp kirine. Ewan digotin dê jin ji teşhîrkirina cenazeyê Ekîn Wan bitirsin û dest ji tekoşînê berdin. Lê dema dîtin ku berevajî vê tevlibûna jinan hîn xurtir bû vê carê xwestin bi Sêvê, Pakîze û Fatma re jinan kedî bikin. Gelo ev tirs, kîn û nefreta li himberî jinên kurd çavkaniya xwe ji çi digire? Bêguman divê ku gelek sedemên wê hebin lê di nerîna min de Erdogan û AKP şoreşa civakî ya ku di pêşengiya jinên kurd de pêşve diçe wan dîn û har dike.
 
Dema ku dibînin jinên kurd bi zanistiya xwe, bi hêza xwe ya parastinê, bi cesareta xwe ji hemû rengên koletiyê û mêrtiya klasîk tol werdigirin ew ji bo xwe wekî mirinê dibînin. Ji ber baş dizanin ku ger di civakekê de jinên milîtan ên wiha derkevin, ew civak tu car nayê dîlgitin. Ev yek di rastiya Şoreşa Rojava û tekoşîna li hemberî DAIŞ’ê de hîn bi awayekî aşkera derket holê. Wan baş dîtin ku ger li Kurdisatnê mêrê klasîk û jina kole bê kuştin dê nikaribin Kurdisatnê têxin bin kontrola xwe û dawî li dagirkeriya wan tê. Her wiha wan di rastiya Kobanê de dît ku jin azad dibe û dibe xwedî artêş ev tê wateya serkeftina  jiyanê. Ji ber bi salan e dijimin malbata kurd mîna qereqolê bi kar anî.
 
Jinên kurd mîna kargehê ji bo dijiminê xwe leşkerên belaş, karekerên erzan û artêşeke belengazab  çêdikirin. Yanî modela dewletê ji bo kurdan malbatên cerdevanan bûn.  Ji bo pariyekî nan û eferimekê dijmin, xwe, welatê xwe û nirxên xwe dikare bifiroşe. Lê  şoreşa jinê ev ser û bin kir. Ew saziya mîna navenda şerê taybet dixebitî hilweşand.
 
Ew jin û mêrên kurd ên binkeftî, yên ku ji cîhana ramanê hatibûn qutkirin, ji hêza wateyê dûr ketibûn û bibûn dîlê hestên sexte, îro bi berxwedan, zanistî û bedewbûna xwe cîhanê dihejînin.  Her wiha ew jinên belengaz û bêçare, bi çeka azadiyê li hemberî hemû çekên koletiyê li ber xwe didin û bi ser dikevin. Tirsa herî mezin a Erdogan û çeteyên wî ew e ku ev pêl belav bibe û pergala wan a paşverû noqî bin avê bike. Lewma mîna marê birîndar jehra xwe diavêje û bi hemû rengên hovîtiyê dixwazin vê pêlê bişikînin û pêşiya wê bigirin.
 
Lê belê ez ji wan re dibêjim hûn pir dereng man, ji ber faşîzma 12’ê Îlonê nekarî meşa Sara rawestîne, her wiha xiyaneta sedsala 20’an nekarî ruhê Bêrîtan dîl wergire, komploya 1999’an nekarî Tevgera Azadiya Jinan têk bibe, DAIŞ’ê Mûsil di 24 saetan de têk bir lê nekarîn ruhê Arînan têk bibin. Gelo hûn ê bi pergala xwe ya serdema navîn, bi zîhinyeta xwe ya têkçûyî û bi çekên xwe yên qirêj çawa vê meşa sedsalê têk bibin?
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin