Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Her ku berf dibare…

Kadının Kaleminden
Çile 05 / 2016


 
Dîlan Aydin
 
Ey berfa spî! Ey spîtahiya ku dişibe ewran. Tu çîrokeke pêkhatî ya xeyalên zarokatiyê yî. Tu rengê jiyanê yê ku xwe bi spîtahiyê paqij kiriyeyî. Hebûna te tenê paqijiyê tîne bi xwe re… Her tişt paqij dibe, her der dibe xewneke spî. Xewnereşk bi te koçber dibin, xwe li şevên tarî yên bê hejmar vedişêrin.
 
Ey berfa spî! Tu wekî laçikên spî yên li serê jinên Kurdistanê yî. Çawa ku laçikên li serê jinên kurd spî dikin, tu jî ji her derê spî dikî. Tu û laçikên spî dibin yek di van rojên reş û tarî de… Tu û laçikên spî di van rojên ku zilm û zorî gihîştiye merheleyek nedîtî de çiqas dişibin hev. Jinên xwedî laçikên spî çawa ku bi xwe re hêviya aştiyê diafirînin; tu jî bi xwe re hêviya têkbirina zilma ku wateya wê ‘tarîtî’ ye mezintir dikî. Jinên ku xewnên xwe,  bi welatekî azad dixemilînin, niha di bin dorpêça keriyên  bi rûpoş de ne.
 
Ey berfa spî bi te re rojên berbiharî nêzîktir dibin… Dema mizgîniya serhildana berfînan dest pê dike. Çiyayên spî rûyê şervanên azadiyê spîtir dikin… Kurdistan bi çiya, bajar û navçeyên xwe di nav cengek dijwar de te pêşwazî dike. Amed, Cizîr, Silopî, Nisêbîn, bi tax û malên xirabe li ser piyan in. Stranên şoreşê çi xweş behsa berfê û mizgîniya biharê dikin. Xelîl Xemgîn dibêje: “Berfa li ser heliya/Çiyayên Xerzan dixemilîn/gul û gulçin vedibûn/kanî û rûpar diherikîn/vaye dîsa bihar hat/şahî û cejna raperîn/mizgîniya felatê tînin/çiyayên sor bûne bi xwîn” (…)
 
Her ku berf tê… Bi hezaran dîmenên li Kurdistanê tên ber çavên me… Çiya û zindan, koçber û xizan ref bi ref li ber çavên me rêz dibin. Bi berfa spî re  birînên ku dagirkeriyê di dilê kurdan ve vekirine der dibin. Lê tevî her tiştî jî kurd serhildêr, xwezahez û bawermend in. Dizanin ku tu tişt nikare xweşiyên xwezayê tune bike. Rastiya dîrokî ya civaka xwezayî li ser vê axê ji holê rake. Ji ber wê jî wekî berfînên ku ji bin berfê serî radikin, serî li hemberî dagirkeriya sedan salan radikin. Lewre baş dizanin ku dawiya her tiştî tê lê ya rastiyê nayê.
 
Erdnîgariya ku ji gelek pêşketin û nûbûnan re bûye bingeh; van rojan şahidî ji zilmeke nedîtî re dike. Jiyan li Kurdistanê bi xwezaya ku bingeha tevahî hebûnan e re; li ber devê tang û topan e. Ji erd û asîman zilmê dibarînin lê dikin nakin encam nagirin. Lewre kurd û Kurdistan, wekî berfa ku van rojan dibare rastiyên bêdawî ne. Bi tu hêzên teknîkî nikarin werin tunekirin.
 
Berf û baran awaza bêdawî ne. Her sal û demsal bi awaza xwe rûyê erdê paqij dikin…  Her ku tên, bîranîn û hêviyên  ku ji destpêka temenê me ve  bi me re ne, zindî dikin.
 
Reng û guherînên li rûyê cîhanê her ku dubare dibin, hestên nû, hêvî û daxwazên nû diafirin. Ev reng û guherîn, dewlemendî û hebûnên adil ên bêsînor, ji bo jiyana tevahî giyaneweran nîmetên Xweda ne. Li gorî her demsalê rengek heye, bêhnek heye, xweşî û cudahiyek heye. Lewre jî her ku berf dibare çawa ku gelek xweşiyan bi xwe tîne, gelek nexweşiyan jî bi xwe re dibe.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin