Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Durûtiya sedsalê!

Kadının Kaleminden
Çile 05 / 2016


 
Zaxo Zagros
 
Ev zêdeyî  heyvekê ye ku rewşa awarte li Kurdistanê hatiye destpêkirin, ev zêdeyî heyvekê ye ku her roj zarok, jin, kal û kesên sivîl tên kuştin, ev zêdeyî hevekê ye ku gelê kurd li hember tank û topan  şerê jiyanê dimeşîne û ev zêdeyî heyvekê ye ku Bakurê Kurdistanê di bin çembera çetêyên AKP’ê de ye. Lê ji dervî kurdan herkes rola sê meymûna dilîzin.  Dengê  kurdan nabihîzin, komkujiyên ku JİTEM’a AKP’ê pêşdixin nabînin û mîna lalan bi gotinekê jî tu kes li ser rastiya heyî na axive. Kanî  ew kesên ku ji bo Alanê kurdî  hêsirên Timsahan dibarandin? Îro bi hezaran Alan li Cizîrê  di bin tehdîda mirinê de ne, bi  dehan Alan di pêçekan de tên qetil kirin.  Kanî saziyên mafê mirovan li ku ne? Kesên demokrat, kesên ekolojîst li kuderê ne? Çima herkes mîna miriyan bêdeng e?
 
Mixabin;  ev pergala bi lenet mirov bê wijdan kiriye. Dema ku xwedayê herkesi dibe pere wê demê mirovatî dimire û şerm namîne.  Ew roj nîvîskarekî digot şerm ji me re lazim e, ez jî dibêjim tenê şerm têrê nake, pêwîstî bi exlaq û wijdan heye. Tê gotin ku exlaq wijdanê civakê yê hev beş e. Lê ger exlaq nebe, mirov kare karê herî xirab bike û bipejirîne. Rewşa ku niha mirovatî jî tê de ye, ev e. Piştî heyvekê dadgeha mafên mirovan a yekîtiya Ewropayê mafê xweparastinê de tirkî ta ku xwe li hember serlêdana  kurdan biparêze.  Ev mîna pêkenokê ye, tu dibêjî qey tiştekî veşartî heye. Ewropa mîna hêştirme serê xwe xistiye nav qûmê, ew kesî nabîne ji wê heye ku kes jî wê nabîne.
 
Ji bo ku helwets li hember AKP’ê bê destnişandan, divê çend zarokên kurd bên kuştin, divê çend mal wêran bibin, gelo?  bi rastî  ne tene Ewropa her weha tevahî mirovatî li hember ezmûnekî mezin a exlaqî, wijdanî û demokrasiyê ye. Îro li dijî kurdan sûcê mirovahiyê tê pêşxistin, qirikirineke çandî û fîzîkî pêk tê. Îro li Cizîr, Li Sûrê û di kesayeta wan li dijî hemû kurdan faşîzm tê bikaranîn. Kurd ji bo ku malen xwe berdin û bên penaberkirin, AKP mîna DAİŞ’ê hemû rêbazên şerê qirêj bi kar tîne. Her weha mîna salên 1990’î dixwazin Kurdistanê vala bikin, yanî Hitler çi bi serê yahûdiyan ve anî îro Erdogan jî li hemberî kurdan bi kar tîne. Îro qirkirineke etnîkî tê meşandin. Û li pêş çavên herkesî.
 
Lewma  her kesê ku dixweze li mirovahiya xwe,  li nirxên demokratîk, li azadî  û aşîtiyê  xwedî derkeve divê li hemberî faşîzma AKP’ê destekê bidin tekoşîna  hebûn û rûmetê ya ku gelê kurd dimeşîne. Yanî çawa hemû mirovahî li hember faşîzma Hitler bû yek, îro jî divê li hemberî faşîzma AKP û DAİŞ’ê di heman cepheyê de cîh bigirin. Nexwe wê sibê gelekî dereng be.
 
Di 1999’an de bi komploya navneteweyî, Ewropa û hêzên navneteweyî  bêbextiyeke mezin li hemberî kurdan kirin û Rêber APO radestî Tirkiyeyê kirin. Divê Yekîtiya Ewropayê vê dozê wekî şensekê binirxîne ji bo xwe bi kurdan bi de efukirin. Ji ber rewşa kurdan de Ewropa jî berpirsiyarin. Lewma du rê li pêşiya yekîtiya Ewropayê hene, an wê durûtî û bê bextiya sed salê bike û dîsa çavê xwe li ser qirkirina kurdan bigire an jî dê  biryarekî  dîrokî bigire û helwesteke demokratîk bide nîşandan. Dê di van rojên pêşiya me de ev yek aşkera bibe.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin