Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Medya û jin

Kadının Kaleminden
Çile 04 / 2016


 
Wehbê Romî
 
Dema mirov dibêje medya û jin çi tê bîra mirov. Medya bi xwe çiye; bi giştî ragihandine. Em ji serî ve bi meseleyê dakevin yanî em ji zarokatiyê dest pê bikin. Yek ji wan tiştan bandorê li zarok dike filmên karton û reklam in. Bi taybetî filmên karton pir bandorê li zarokan dikin. Dema zarok li filmên karton temaşe dike, xwe dixe şûna kesên di film de dilîzin. Ya din, zarokan di gelek mijaran de dixin pêşbirk û îmtîhanê. Bi xwe ev, bandoreke pir nexweş li ser derûniya zarokan dike. Zarokên bi pêşbirk û îmtîhanê mezin dibin, hînî reqabetê dibin û ev jî dihêle ku mirov bi hêrseke çavkorî bikevin nav karûbarên rojane. Kesên wisa di jiyana rojane de zikreş û çavnebar in; dikarin xirabiyên pir mezin bikin.
 
 Ango tu zarokan çawa mezin bike wê wisa mezin bibe. Pirî caran çi di TV ya de were weşandin zarok wî tiştî dixwazin. Piraniya televîzyonan jî di xizmeta kapîtalîzmê de ne. Propagandaya wê dikin. Medya pergalê ji te didize. Mînak rojekê keçekê derdixe û li gorî xwe şêweyekî dide porê wê. Rojekê kin dike roja din dirêj dike. Yanî dixwaze bibêje, ez çawa dixwazim tu yê bi wî awayî be. Tevî vê yekê, medya sermayedar jinê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Di medya sermayedarî de jin kirde nîne alave. Jinê weke xeml û xêzeke berjewendiyan bi kar tîne. Jineke ne bi destê xwe, êdî baweriya bi wê nîne ango ji xwe ne piştrast e. Dema mirov ne bi destê xwe be, di heman demê de xwe baş nas nake û bedena wê jî êdî ya wê nîne. Di bin desthilatiya bavikî de jin diperpite û heta mirov dikare bibêje tiştek bi navê jinê namîne.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî behsa sê SSS dike. Yanî Spor, Seks û Sinaet. Lê ya herî zêde û xirab tê bikaranîn seks e. Medya sermayedariyê bedena jinê weke qesabekî perçe perçe dike û difiroşe.
 
Lê di sîstema Xweseriya Demokratîk de sîstem a dayikê ye. Ji ber vê jî bi vê sîstemê re jin li koka xwe vedigere. Bi vê sîstemê re jin ji axê hez dike. Li hawîrdora xwe xwedî derdikeve. Di sîstema Xweseriya Demokratîk de her tişt ji bo berjewendiyên civakê û xwezayê ye. Di gelek waran de ev rastî naguhere. Bi Xweseriya Demokratîk re civak wê li heqîqeta xwe vegere. Heqîqet jî ew e, em bi pey ketine. Heqîqeta me jî li destpêka jiyanê ye ango li cem pergala dayikan e.