Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Xweserî serê azad e

Kadının Kaleminden
Kanûn 28 / 2015


 
Mizgîn Ronak
 
Kevirek, du kevir, sê kevir; xendek e. Guleyek du gule, sê gule; zarokek du zarok, sê zarok; xendek e. Kolanek, du kolan, sê kolan; xendek e. Perdeyek, du perde, sê perde; xendek e. Pisîkek, du pisîk, sê pisîk; xendek e. Dîwarek, du dîwar, sed dîwar; xendek e. Dilek, sed dil, hezar dil; xendek e. Kilêşek du kilêş sê kilêş; xendek e. Karnasek, du karnas, sê karnas; xendek e. Xendek Kurdistan e, dê dewleta tang û panzeran, wan rebenên rûreş û cilhesin bixeniqîne.
 
Van rojan pirtûka Nûrî Dêrsimî dixwînim. Navê wî “Hatiralarim” e. Behsa rojên serhildana Koçgiriyê (û gelek tiştên din) dike yanî behsa 95 salan berê. Lê dewlet eynî dewlet e, mirov dibêje qey behsa dagirkerî û barbariya li Nisêbîn, Kerboran, Cizîra Botan û Sûrê dike. Lê belê em ne eynî ne yan jî em di hêla ruhê berxwedanê de tenê eynî ne. Belam em gelek û gelek guherîne, bûne rêxistinek kûrewî; (gerdûnî) di destên zarokan de hêvî, di spîtahî û zanyariya porê extiyaran de coşdarî û di dijwariya ciwanan û jîneweriya jinan de bûne xweserî. Me serê xwe yê ku ji bagerên  hezar salan tê hildaye û em wekî firtoneyên mîtosên lehengiya axa xwe diçin hey diçin. Xweserî bûye ‘serê azad’ û delodîn, bi ser serê her cureyê  kedxwariyê de wekî  guleyên 15’ê Tebaxê dibare û dibare. Ev baran nesekine, ev baran ji polaya baweriyê ye, tirsê tune dike, wêrekî û xwebûnê şîn dike. Di tilîliyên pîrejinên pêşxendek de dibe vejîna dîroka nexşzêrîn û genimîn…
 
Xweseriya kurdan ‘wekî xwe’ ye heyra, kirasên tu derê li xwe nake. Bi zarokên yekbost radibe halanê ew mal, bi serê faşîzmê de xira dibin ne bi serê xwediyên xwe yên xweser de. Xwelîliserên van taxên hilweşiyayî zirxînên kurên zirxan in. Ne tang dikarin wan xelas bikin, ne helîkopter. Gopalê pîrejinek xendekzan menzîldirêjtir e ji namlûyên tang û bombeavêjên wan…. Xweserî, serîrizgarkirin e. Serîrizgarkirina ji nav lepên tecawizkar û barbarên ku bûne ‘serê’ vê dinyayê. Êdî serê me, wekî yê hespek sewdaser azad e, êdî serê me yê me ye. Wiha dibêjin wan malan. Guleyên ku di dîwarên wan malan de derbas bûne bi ku ve çûne nizanim lê zanîna ku dizanim, dilê me yê  we, serê me yê we, destên me yên we, rûgeşiya me ya we ye zarokno, hevalno, dapîr û bapîrno!
 
Divê ku gelê me yê li çarmedorê dinyayê jî bigihîje vê tilsimê; ne bi çavên temaşevanên çavkunûs û nîçnîçên famkorek dilfiroş, bi dilêrî û sewdaseriya xweseriyê tevli vê efsûna ebedî bibe. Bi taybetî jî Gelê me yê li Ewropa Rûsya, Amerîka û Qafqasyayê! Dengê we nayê! Lê ne “Çiya bilind e/ te nabînim” li vê bêdengiyê tê ne jî xendek dûr in ku çav nikaribin bibînin. Xendek dil e û di qefesa singa me tevan de dimilmile. Dil xendek e, xendek; Kobanê ye. Faşîzm dixwaze heyfa têkçûna li Kobanê jî ji xendekan bistîne lê her xendekek dibe tofana Kobanê û bi ser serê wan de radibe. Li ser ‘ekranan’ nûçeyek; “Terorîstên qeleş fermandarê tîmên taybet bi karnasê şehîd xist.” Pisîkên ku li ber Minareya Çarling bi çargaviya hespên rewan dibeziyan (tê bîra me ne; reş bûn) dibêjin “Wax wax” û di bin simbêlan de dikenin.
 
Xweserî, serxoşiya azadiyê û serbilindiya jiyanê ye. Serê me yê ku yekem car bûye ‘xwe’ ye. Serê me êdî yê me ye, rizgar e ji qeyd û qefesan! Xweser xweser bimînin. Dê ev ‘serê’ ku bi nexşên Kobanê xemiliye, tu carî netewe.
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin