Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Dê ev agir her kesî bişewitîne

Kadının Kaleminden
Kanûn 22 / 2015


 

 
 
Zaxo Zagros
 
Careke din gelê kurd û hêzên demokratîk li hemberî ezmûneke mezin in. Ji ber îro li Kurdistanê hesabpirsîneke dîrokî heye. Îro gelê kurd li hemberî Cûntaya AKP’ê li ber xwe dide. Îro di kesayeta gelê kurd de dixwazin vîna hemû gelan, hemû azadîxwaz û hêzên demokratîk bişikînin. Yanî ev şer ne şerekî ji rêzê ye, di vî şerî de dê çarenûsa gelek tiştan diyar bibe.
 
Lewma li gorî nêrîna min ev ne tenê ji bo kurdan, her wiha ji bo hemû kesî şerê dawiyê ye. Di vî şerî de yan dê hêzên azadîxwaz û demokratîk li ber xwe bidin û serkeftineke dîrokî îlan bikin, an dê sedsala 21’ê di bin siya pergaleke paşverû de jiyana xwe bidomînin. Di vê kes xwe nexapîne ku dê Cizîr bişewite lê dê Enqere di aramiyê de be. Ev agir ger em bihevre pêşiya wî negirin dê herkesî bişewitîne. Lewma divê herkes bi terzekî şoreşgerî xwedî li erkên xwe derkeve. Ev şerê ku li Kurdistanê dimeşe ne tenê şerê kurdan e, ev şer; şerê hemû nasnameyên ku dixwazin azad bijîn e. Faşîzm bi hemû hêza xwe dixwaze gelê ku hişyar bûye, bûye xwedî vîneke azad têxe bin lingan û bifetisîne. Her wiha dixwaze jiyanê dagir bike û dîsa me têxe nav bêdengiya mirinê.  Li hemberî vê yekê gelê kurd îro serkêşiya şoreşeke mezin dike, ne tenê şoreşa siyasî, her wiha şoreşa ruhî, şoreşa manevî, şoreşa bawerî u şoreşa vînê bi ser xistiye. Dijmin divê ku şoreşê têk bibe lê ewqas şoreş dê çawa têk biçin? Şoreşa mirovên ku ronesansê dijîn çawa dê têk biçe. Lewma dewleta tirk bi moxilê avê dikişîne û di nav xefleteke mezin de ye. Gelê kurd baş dizane ku ger îro dewlet bi hemû hêza xwe êrîş dike, ne ji ber ku xurt e, berovajî vê ji ber li Kobanê, Sûriyeyê û li Mûsilê wenda kir û ji ber li hemberî berxwedana gel neçar maye, lewma mîna marekî birîndar êriş dike.  Ji bo wê çiqasî êrîş mezin be dê berxwedan jî mezintir be. Her şehadetek ji bo me hêzeke mezin e, her xerakirina malekê ji bo me hêrsa avakirina jiyaneke nû ye.  Ji bo gel her şehîdek fermandarekî dijî ye, her kuştina welatparêzekî jî kaniya welatparêziyê ye. Lewma tiştekî ku em wenda bikin nîne. Lê tiştên ku em qezenc bikin gelek in.
 
Ji bo em vê berxwedanê bigihînin serkeftinê ev erk mîna nan û avê xwe li ser me ferz dikin;
3 Divê hemû bajarên Kurdistanê çawa ji bo Kobanê rabûn ser lingan, her wiha divê ji bo gelê Bakur jî hemû Kurdistan rabe û bertekê bide nişandan.
3 Divê ciwanên kurd çawa berê xwe dan Kobanê, divê niha jî berê xwe bidin Bakur. Divê hêzên demokratîk, azadîxwaz, li tekoşîna kurdan xwedî derkevin û bikin tekoşîna xwe. Her wiha divê baş bizanin ku faşîzm tenê bi Kurdistanê re bi sînor namîne, îro bajarê kurda ye, piştre jî pêl bi pêl dê li hemû Tirkiyeyê belav bibe. Ger em naxwazin Tirkiye bibe Sûriye, bibe Iraq divê bi yek deng, bi yek helwestê em milbimil tekoşînê bilind bikin.
3 Li Kurdistanê îro sûcê mirovatiyê tê pêkanîn, li ser kurdan komkujî heye. Lê hêzên navneteweyî rola sê meymûnan dilîzîn. Di vê herkes bizane ku AKP ne li dijî DAIŞ’ê li dijî kurda ye. Xurtbûna AKP’ê tê wateya xurtbûna DAIŞ’ê. Lewma divê herkes careke din hesabê xwe di ber çavan re derbas bike û biryarê bide. Alîgirê faşîzma AKP-DAIŞ’ê ne, an jî alîgirê DEMOKRASIYÊ NE?
 
Ji navnîşana Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.info/ hatiye girtin