Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Ji Lîsa Çalan re

Kadının Kaleminden
Mijdar 30 / 2015


 
Mizgîn Ronak
 
Min rûyê te yê delal tenê di wêneyan de dîtiye Lîsa. Ji 5’ê hezîranê û vir ve tu heyvek ronak î… Carna li paş ewran winda dibî. Lê dema ku winda dibî jî ez te dibînim… Kenîna te bi tîrêjên heyveronê li jiyan û gerdûnê belav dibe. Lîsa dikene, heyv direqise, heyv direqise, Lîsa dikene… Belkî çîroka her du çokên te yên ku wekî yên bi dehan jin, mêr û zarokên me şehîd bûn, êdî nînin. Lê tu ji me tevan pirtir dilivî. Carna dibî avjenî, carna dibî muzîkjenî, carna bablekan, carna flamenko…
 
Di xewna min de jî wisa bû Lîsa. Tu pir delal bûyî, direqisî, direqisî… Nota tevli perwazên etekê te yê rengîn dibin, dawa etekê te tevli mîhrîcana hunera berxwedanê… Bo ku tu sînemagera me yî, di xewna min de jî tu ji sînemayek diçûy ya din… Lingên te jî yên bayê bûn, wisa sivik û lezgîn…
Ba çima me jî bi xwe re nabe Lîsa? Ger em kevirek bavêjin binê bîra ku em şevek rastê wê werin, dê ew kevir bigihîje biniya çîrokên jinên delal û leheng? An “Di êvarek baranê de/tu li birînên min dibarî” Wiha dibêje Dilbirîn Halo. Ger birînên te baş bibin, dê kulîlkên hinar û şîlanan xweştir vebin, dizanim. Her çiqas tu di wêneyan de jana birînan nîşan nedî jî bi qasî Amedê mezin e her birîn û em zarokên birînan in. Lê em dikarin li ser jana birînên xwe kulîlkan geş bikin. Rûgeşiya te sûretê vê yekê ye. Ez ê rojek helbestek binivîsînim bo te. Ew roj kengê ye, nizanim. Lê periyek dilnêrgiz, di dilê min de ji bo te dest bi helbestek kiriye, bila haya te jê hebe.
 
Zivistan e, xedar e bêbext û birînker. Hay ji birînên xwe hebe. Bila zivistan nikaribe pencên xwe yên ji serma û hesinê bigihîjîne canê te. Bisk û keziyên xwe yên şeng tevli yên çîrokên cehzûyan bike da ku hemû sêhrên reş betal, hemû xayîn berteraf, hemû dijmin tune bibin… Awirên xwe yên delal ku berbangên azad li wan hiltên, ji asoyên Kobanê û Farqînê dûr nexe, dawa fistanê xwe yê gulgulî bi bafirokan re bişîne ji bageran re. Tim wiha bireqise Lîsa, di xewna min de, di rastiya Kurdistanê de.
 
Em ji te hez dikin Lîsa, dinya ji te hez dike, jiyan ji te hez dike, sînema ji te hez dike. Darên payîzê jî ji te hez dikin, gulên biharê, periyên zivistanê jî. Tim wiha dilgeş, xewnazad û serbilind be. Merheba Lîsa, merheba!
 
Ji azadiyawelat.info yê hatiye girtin