Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Huner buka xemilî ya li nav civakêye

Kadının Kaleminden
Cotmeh 07 / 2015


 
Sozdar Tanit
 
Mirovê herî ji jiyanê hez dike, giringî dide mirovan herdem zindî dil nizim dil bi rehim kesê hunermende ku hertim dixwaze hemu xweşiktiyên heyî di nav jiyanê de, dibe cih bike jiyanê bi xemilîne ji mirovan re pêşkêş bike.
 
Ev çi dibe bila bibe, dibe sitranek be, dibe şanoyek be û ev dibe kurte filmek be yan jî tabloyek be ku dema mirov temaşe kir mirov xwe di vê berhemê de bibîne, wê wextê mirov famdike ku çiqas qîymeta wî heye û di jiyanê de hunermend di xwaze çi bide pêş. Cîhana hunera ku di rihê her mirovek de veşartî de xwe dide pêş. Hinek jı van kesayetan huner xwe zu dide pêş û karên pir serkeftî dide meşandin. Huner cîhaneke ji hestan têr û tijiye, çiqas vekolî tiştên nû derdıkeve pêş. Ev ji girêdayî qabîlyet û kêrhatina teye ku balê bikişînî, xebatek hêjayî derbixî. Bi taybet di civaka ku em têde jiyan dikin, rexmê hemu qirkirinên dijmin û helandina çandê jî huner gihaye astek baş jî nebe di asta navîn de karên pir bi nirx derdikeve pêş. Berxwedana jiyanê û tekoşîn meşandin jî bi xwe hunereke çandî ya jiyanê ye. Me ev bi berxwedanek mezin ispat kiriye. Di xweşî û nexweşiyê de ew mûma huner parastiye û rênîşan kiriye. Îro çar kinarê welat xebatên hunerî ji şano, muzîk, şêwekarî ( wêne), filim û gelek bask û çiqên hunerî gihiştiye astek mezin.
 
Dibe ku îro em bindest bin em penaber bin, lê em biîradeyek pir mezin û bi hêviyek pir mezin wêneyê azadiyê di xiyalê xwede çêdikin. Dibe ku îro hunermend ji ber hunera xwe ji welatê xwe tên koçkirin berhemên wan tên şewitandin zimanê wan tê qedexekirin, lê ez dixwazim vê bi awayek vekirî bidim diyarkirin welatê giringî nede hunera mirovan welatê ku herdem ne serkeftina jiyan dike welatê bê qîmet û di valetiyê de jiyan dike.
 
Di roja meya îro de em çiqas bêjin, emê wêneyê keyfxweşiyê xet bikin ruyê mirovan bidin kenandin, emê vê bi ser biêxin. Jiber ku mirovên yan ji gelên ku welatê wan hatî dagirkirin dilêwan jî dagirkiriye mejiyê wan jî hatiye bijavtin û helandin. Jiber vê yekê ez weke keçek penaber û kurd, hertim xeyalê welatek azad û jiyanek azad dikim ku rojekê azad bibim bi awayek azad wêneyên jiyanek azad û xwezaya buheşta Kurdistanê çêbikim û pêşkêş bikim. Wê demê ezê xwe hîs bikim ku mirovê herî keyfxweş yê jiyanê û dawîde “bêjim jiyana azad hunera azade”...
 
Ji Rojev Mexmûr hatiye girtin