Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Beybûnên Arînê

Kadının Kaleminden
Cotmeh 05 / 2015


 
Mizgîn Ronak
 
Dilar Gencxemîs, Arîn. Kobanê Girê Miştenûrê. Heyva cotmehê. Zerbûna payîzê. Weşandina dil a bi pelên xemgîniyê re. Par vê çaxê! Çete gihîştibûn Kobanê, bajar dorpêç kiribûn. Çi hat jiyîn, saniye çawa liviyan, xwîn çawa di damaran de serxweş, li erdê rijiya, nayê ziman. Nikare were ziman. Lê gere her li bîra me be di çirayek ronî de biçirise.
 
Îro cejna Arînê ye. Leflefokên mor û pembe xwe li bejna wê ya ji xeyala darzeytûnên Efrînê dilefînin. Di zembîlan de pelên çilo û maziyan, di zerbûna wan de tembînameya dapîrên xwedawend. Di hesk û çemçeyên darîn de çanda berxwedanê… Di bin bisk û kefiyan de rihana mor sihra xwebûnê. Li destên bi hine, kulîlkên şîn vedibin, yek li pey yekê. Da ku dest bê kulîlk, jiyan bêwate, Kobanê bê Arînan nemîne.
 
5’ê cotmehê ye lê hukmê payîzê nemaye, yê dagirkeriyê jî. Kî dibêje ku Kobanê, 20 roj in di bin lingên tangan de ye. Wayê di xweliya tenûran de diçirisin çavên mîtanî û medî. Nanê heft hezar sal, şifreya nemiriya gelê çiyayî ye. Tang çi ne, artêş çi ne, bêbextî û dagirkerî çi ye! Wayê heval singê xwe dikin sîper pêşiya tangan digirin.
 
Arîn zaroka kulîlkên zeytûnê, bagera Çiyayê Kurmênc, nefela Merîwanê, rewana Keleha Dimdimê ye. Tang tên, rûreş tên. “Rûyê reş, ne hewceyê teniyê ye”, teniya Kobanê jî hîvza xwe dike ji vê reşahiyê. Neîmoyê dîn dibêje: “Heywan tên, heywan pir in. Ez qet ji wan hez nakim!” Her mala ku bûye sîper, bablekanê dilîze bi guleyên hevalan re. Kaniya Kurdan dibêje: “Hoy, hoy… De bila bêt û de bila bêt…” Hatina wan, çûyîn û mirina wan e. Li Kobanê bi gerdûnê re çêbûye, bi heyvê re her û her li vir maye. Li vir yanî Kobanê, yanî dil… Strana min a bi navê “Arîna min” (Ger hûn karibin ji dengê Koma Edûlê guhdar bikin, hûn ê jê hez bikin) wiha dibêje: “Tilşeîr warê me/ Kobanê Kobanê/ Kaniya Kurdan e/ Kobanê Kobanê/ Miştenûr dilê me/ Arîna min Arîna min/ Sebra dilan/ Arê dilan/ Dilê azadiyê Kobanê Kobanê/ Helbesta şehîdan/Kobanê Kobanê/Paytexta Apo ye/ (Dîsgotin) Rojava dilê me/ Kobanê Kobanê/ Rûmeta Cîhanê/ Kobanê Kobanê/ Sond û serberza me/Arîna min Arîna min/ Sebra dilan/ Arê dilan.”
 
Ka li nexşeya par van çaxan binêrin: Kobanê di dorpêça faşîzma DAIŞ û AKP’ê de ye. Bajarekî vala lê berxwedêr e. Bi govend û helbest, bi pênûs û mûm, bi beybûn û demsal, bi jin û mêr… Dîn e, dûman e, teqîn e. Li Kaniya Kurdan Nêrgiz di dibistanê de, Destîna û pênc hevalên xwe, li Miştenûrê Arîn e. Deriyên te çi pir in Kobanê. Her deriyek te hezar leheng li ber in. Bêhna barûtê û nanê tenûrê tevli hev dibe. Kurd Arîn e, Arîn çiya ye. Çiya hêlîna dîroka sed hezar salî ye. Dem û dewran çûn, dagirkerî têk çûn û serwer bûn lê kurd her li cihê xwe man.
Par van rojan Kobanê teqîn û dûman bû, îsal beybûnên Arînê yên azad li her derê ne.
 
Ji Azadiya Welat hatiye girtin