Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Nimûneyên kûltûra medenî ya kurdî ji Mûzêya Neteweyî ya Gurcistanê

Kadının Kaleminden
Îlon 23 / 2015


 
Bella Sturki
 
Ezê di vê nivîsa xwe da wêneyên balkêş yên nimûneyên hostatîya hunerî ya zîvkeriya kurdî: xemil, xişil, tor û morî raberî we bikin. Paşê jî çend agahiyan ji pirtûka "Nimûneyên kûltûra medenî ya kurdî ji Mûzêya Neteweyî ya Gurcistanê" bidim.
 
Di sed salên XII - XIII'an de du birayên esil kurd Ivanê (Îvo) û Zakariya (Zihar) Mixargirdzêlî (ji malbeta Çepildirêjan) bi nav û serpereştiya beşek giring ji erdên Ermenistanê bi rê ve dibirin. Cara pêşî Kurdistan di sala 1514'an de di navbera Îrana sefewiyan û împêratoriya osmaniyan de piştî şerê Çaldiranê hate dabeş kirin. Lê piştî şerê cîhanê yê yekem di navbera çar dewletên nûsazkirî de hate parvekirin. Di salên navîn yên sed sala XIX'an de jî beşek ji kurdan kete bin hikumdariya Rûsîya Qeyserî. 
 
Li Gurcistanê piraniya kurdan di sala 1918'an de binecîh bûn, dema ku li împêratoriya osmanî ferman û qetlîyama li êzidîyan hat kirin. Kurdên ku li başûrê Qavkazyayê cîh û war bibûn, pey karên bav û kalan diçûn û xwedan terş, pez û dewar bûn ango nîvkoçer bûn. Li Ermenistanê kurd bêtir li bajarên Surmelîyê, Ecmîadzînê û Alêksandropolê rûniştîbûn. Li Azêrbaycanê di deverên Arêş, Cibraîl, Cewanşîr û Zengezûrê. Li Gurcistanê di devera Batûmê, qezayên Axalkalakî, Axaltsîxê û Borcelîyê. Etnokûltûra kurdan piralî û pir reng e, kontakt û pêwendiyên wan yên bi hezar salan hebûne digel miletên cînar, lê dîsa jî kurdan nîşanên xweser yên neteweyî hertim parastine.
 
Wan nişanên kurdî yên resen bala birevebirên Muzêya Qavqaziya jî kişand yê ku ji dema damezirandina mûzêyê sala 1852'an de dest bi berhevkirina nimûnêyên çanda medenî ya gelên herêma Qavqaziya kir û ew di muzêyan de parastin. Evê pêvajoyê sed salek dom kir û di encamê de nimûneyên taybet li mûzêyê de hatin kom kirin. Di nav wan de ciyê xwe yê hêja nimûneyên çanda medenî ya kurdî jî girtiye. Di fonda xemlên rojhilatê ya mûzêyê de nimûnên hunerî yên kurdî wek tor û xişil jî tên parastin. Piraniya wan di sed salên XIX - XX'an de hatine komkirin. Ew xemil û xişil hostatîya hunerî ya zîvkeriya kurdî nîşan didin û xweseriya wan li gorî dînên sînkretîk dîyar dikin."