Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Ji koka peyîvê ber bi zanista wate ve

Kadının Kaleminden
Îlon 02 / 2015


 
Rumet Heval
 
Jiyan bi zindiyên yek şane di avê de destpêkir… Bi peresana bi hezaran salan di bejahiyê de berdewam kir. Xwezayê bi jiyana yek şane, bi hevdîtina bejahiyê re xwe sentez kir. Di her pelkekî de, di her kulîlkekê de, her şînahiyê de, jiyan bi sentez û afirînên nû berdewam dibe. Peresîna zemanên ne rasterast û vegerînek, di xwezayê de hertim xwe sentez dike û nû dike. Xwe derbasî zindiyên pirşane dike û di hewayê de, di bejahiyê de, di deryayê de, di binê erdê de, di hemû deverên ku hewa û roj xwe digihîniyê de hebûna xwe ava dike ev vegerînek. Heya ku; senteza herî dawî bi navê mirov digihêje me, ev vegerînek digere. Ev pêvajoya herikbar û bilebat, bi ahenga xwe ya hindirîn di her afirêneriyê de ya ku xwe ava dike pir zêde dişibe qerektera mê. Bedena jin ya ku xwe di afirîne û bingehê ya piştî xwe avadike, gelek dişibe vê xwezaya ku xwe nû dike û berdewam dike. Ev rastî mirovan hem matmayî dihêle hem jî diricifîne ne wisan?
 
Ev vegerînek wek encama senteza xwezayê di bedena jin de û di civaka jin yanî jin-zilam de xwe digihîne şêweya dawiyê. Heger em îro vê wek encam bihesibînin gelo em nikarin bigihêjin vê encamê?
 
Di destpêka civakbûnê de gelo têkiliyên endamên wê civakê bi hevdû re çawa bûn? Tê gotin ku zimanê hêmayî dihat bikaranîn. Di heman demê de tê gotin ku dengên ji qirikê derdiketin yanî dengên qirikî dihatin derxistin. Hêma û îşaretên bedenî dihatin bikaranîn. Lê belê em li gotinên yekem yên dihatin bikaranîn digerin. Gelo gotina yekem ya ku ji dev derketiye çibû? An jî ji aliyê kîjan cînsî ve hatiye pêşxistin. Dema mirov dibêje gotin ji dev derdikeve, mirov dibê qey gotin tên vereşandin. Di roja me de gotinên ji dev derdikevin, gotinên jiberkirî, biqalib, gotinên bi hezaran salan tên bikaranînê ne. Ew gotinên demên destpêkê ku bi fikirandin, bi têgihîna wate yên ku ji dev derketine, gotinên mirovên ku gîhaştine ferqa xwe û hebûna xwe pê destnîşandikinin. Her gotina ji dev derketiye, hem di aliye fîzîkî de têlên deng, qirik, lebata ziman pêşxistiye û hem jî aliyê pêşketina mêjî ve bi şêweya şahiya gotinan hunera afirandina gotinan pêşketiye. Ev mijareke ku meraqa mirovan hertim radike ser piyan û tê lêkolînkirinê ye.
 
Yekem car gotina ku hat fikirîn, bi wate bû, bû ezmûna yekem ya zanistê heya roja me ya îro hat. Lê belê şêweya soz ma, wate di nava tîpên zuha de hate hiştin, wate hat çewtkirin. Sozê ku naveroka wê hat valakirin derbasî çalekiyê bû. Her wiha jiyana bi gotinên naveroka wan vala an jî civakbûn jî hat çewtkirin. Cins bi gotinên cînsiyetperest hatin dorpêçkirin. Em jî ketin pey van peyvên ku ji qerektera xwe ya mê hatin dûrxistin û ji rastiya xwe hatine dûrxistinê. Her peyvek bi gelek wateyan hatine bikaranîn. Heya em bigihêjin orîjîna gotinan emê lêgera xwe bidomînin. Em hema berbi encama de naçin bû daraziyan na fetisinin. Her gotinek di dema xwe û çanda dijî de wateyekê dide. Heman gotin di demek din û çandeke din de wateyek din dide. Her wiha şêweyên jiyanên pir cuda û doxmayan bi xwe re tînin. Rastiya jiyana ku bi gotinan ava dibe, çand, bawerî, ehlaq, etîk, estetîka civakî diyar dike di heman demê de.
 
Di lêkolîna xwe de emê dakevin heya koka peyvan û bigihêjin wateya wan. Di vê herikîna lêkolînê de emê Etîmolojî û Epîstemolojiyê bikin. Etîmolojî dibe zanista koka peyvan. Emê jî li ser kokên xwe jiyanek bi wate pêşbixin û li ser kokên xwe aj bidin. Peyva Etîmolojî bixwe Peyvzanî ye. Ya rastî bi Kurdî gotina vê têgehê ji me re hîn naskirî û nêz tê. Ji ber vê sedemê emê ji vir û şûnde li şûna têgeha Etîmolojî emê têgeha PEYVZANÎ bikar bînin.
 
Me di destpêkê de jî gotibû ku armanca me ya vê lêkolînê xwe gihandina zanista wate ye. Di pêkanîna vî karî de Emê Epîstemolojiyê bikin. Têgeha Epîstemolojî bixwe bi zimanî Fransi ye. Di wateya kurama zanînê de tê bikaranîn. Emê jî gotinên xwe, bi wateyên wan yên rastî bînin gel hev. Epîstemolojî bi Kurdî ZANÎNNASI ye. Ferqa me di vir de eve; bi nêrîna xwe ya JINEOLOJÎK, bi şîrove û fikrên xwe em digihêjin encaman.
 
Xaltîka me ya ku jiyan, wate û peyv bixwe û halê wan yên xwezayî pêk anîne dibe ku ev têgehên roja îro yên bi navê Etîmolojî û Epîstemolojî bikar neanîbin. Lê belê ji bo hev famkirina roja me em van têgehan bikar tînin.
 
Di berdewamiya vê lêger û lêkolînê de malpera me ya JINEOLOJÎ û xaltîka me ya di rûpela destpêkê de wê ji me re bibin rêber. Jinên ku bixwazim bi me re hevbibînin, li ser sozê me soza xwe zêde bikin, bixwazin ji jiyana jinan û zanista jinan re wateyên mezintir bidin û bi van mijaran re eleqedar bibin wê vê xebatê hîn baştir temam bikin. Ji ber vê sedemê me navê beşek malpera xwe kir koka peyvê. Em nabêjin “bi navê xwedê bixwîne”. Em nabêjin “ji ronahiyê re got bibe û bû”. Emê derkevin rêwitiya wateya gotinên mirovên ku rast gotiye û li gor vê rastgotinê jiyan kiriye. Heta emê jiyana xwe bi vê rastiyê parvebikin. Dibe ku em li Ronahîyê bibin ronahî. Dibe ku em di Agirgedeyan peyvên xwe darivînin. Dibe ku em bi wateya JIN-JIYANÊ re hevdîtinên nû bijîn. Em hîn nû destpêdikin lê em jidil destpêdikin. Em sozê jinan didin û destpêdikin. Di vê lêgerê de wê hinek encam derbikevin holê. Ji ber her têgeh û peyv di demên xwe û şûngehên xwe de wateyekê didin mirovan, di dem û şûngehek din de wateyek gelek cudatir didin. Vediguherin. Di rêbazên xwe yên lêkolînê de emê çar pêvajoyan bi şopînin. Emê bi lêkolîna mîtolojiyan destpêbikin, bi OL an berdewam bikin, bi felsefê hevbibînin û bi zanistî berhevbikin. Lê bi JINEOLOJIYÊ bi encam bikin.
 
Em lêkolîna xwe di nava kitekitan de nafetisînin, di nava materyalên dîrokî de wenda nakin. Emê bi vê rêbazê xwe bigihînin heqîqetê. Carna bi vegotinên jinên zana yên roja me emê bibinin ku çîrokên mitolojik û yên roja me çiqas dişibin hevdû. Yên ku dixwazin bi me re derkevin vê rêwitiyê û yên ku sozek wan ji me re heye, an jî sozek wan ku bidin me heye, em ji wan re dibêjin Kerembikin malpera Jineolojiyê.
 
Ji sita jineoloji.org hatiye girtin