Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Mizgîniya Girê Spî

Kadının Kaleminden
Tîrmeh 19 / 2015


 
Mizgîniya Girê Spî
 
 
Asya Abdullah 
 
Di van rojên dîrokî de şervanên YPG û YPJ her roj destanên dîrokî bi ked û xwêdana xwe, bi xwîna xwe ya pîroz dinivîsin, rûpeleke din a serkeftina vê hêzê di rizgakirina Girê Spî de bi tîpên zêrîn hat nivîsandin. Bi vê serkeftinê êdî hesabê hêzên tarî yên dagirker û çeteyên hov tev serûbin bûn û ambargoya ku bi salan e li ser gelê Kobanê hatibû ferzkirin têk çû. Şervanên rûmetê yên ku bi Pêngava Şehîd Rûbar dest bi operasyonên mezin li dijî çeteyan kirin xwe gihandin hevalên xwe yên ku ji aliyê Kobanê ve pêngava paqijikirina gundên xwe dabûn destpêkirin.
 
 
***
 
Êdî di kêliyên hembêzkirina her du hêzan de kêliyên pir dîrokî û kêliyên hestiyar kêfxweşiya rizgakirina Girê Spî û rondikên kêfxweşiyê tevlihev bûn. Bi rastî jî di vê rojê de şervanên kurd kêliyên wiha dijîn ku mirov nikare pesnê wan kêliyan bide, her wiha van kêliyên xweş û dîrokî bi gelê kurd jî dan jiyandin. Hêzên tarî yên hevalbendên van çeteyan ji van pêşketinan gelekî aciz in û dîsa dest bi hemleyeke reşkirinê kirine. Ew hêzên tarî ku hişmendiya wan û çeteyên DAIŞ’ê ji hev ne cuda ye dest bi kampanyaya reşkirinê û nûçeyên derew kirine û dibêjin ku YPG gundiyên ereb û tirkmen ji herêmê koç dike. Ew hêzên tarî yên ku van derewan dikin ew bi xwe jî dizanin ku li piraniya wan deveran YPG li ser bang û daxwaza xelkê wê herêmê çûye û gund û bajarên wan ji destên çeteyan rizgar kiriye.
 
 
***
 
Helwesta hikûmeta tirk jî ji ya van hêzên tarî ne cuda ye. Rayedarên hikûmeta tirk bi riya medyayê hin tiştên ecêb dibêjin û nerazîbûna xwe ji serkeftina YPG’ê û hêzên hevbeş tînin ziman. Ew dibêjin ku êdî YPG bi rizgakirina Girê Spî dibe cîranê wan. Jixwe YPG bi sedan kîlometre ji Dêrikê heta Serêkaniyê cîranê we ye. Bi gotineke din rayedarên tirk cîrantiya çeteyên DAIŞ’ê ji xwe re qebûl dikin lê ya kurdan qebûl nakin. Ya rast mesele ne ew e, mesele ew e ku beriya niha hikûmeta tirk hemû alîkariyên xwe ji çeteyên DAIŞ’ê re bi riya Girê Spî dikirin. Êdî derbaskirina çeteyan û hevkariya bi DAIŞ’ê re li wê derê hat birîn, loma jî ew nerazîbûnên xwe tînin ziman. Yek: Sedema vê nerazîbûna rayedarên hikûmetê mirov dikare bi vê ve girê bide: Dewleta tirk her tim dixwaze çeteyên DAIŞ’ê li hemberî kurdan şer bikin û nehêlin li Rojava herêmeke xweser bê avakirin. Astengkirina vê yekê jî di ser Kaniya Xezalan û Girê Spî re pêk dianîn. Lê rêzgariya Girê Spî hemû planên dewleta tirk jî têk bir. Ev aciziya nûnerê hikûmeta tirk ji ber vê yekê ye.
 
 
***
 
Em her tim vê dibêjin, armanca me Sûriye demokratîk e ne dagirkirina herêmên ereb an jî yên din e. Em rêveberiya xweser û xwecihî esas digirin. Ne ku civak ji aliyê rejîmên serdest ve bê birêvebirin. Nerehetiya serdestan jî ji vê felsefe û paradîgamaya me ye.
 
Çavkanî Azadiya Welat