Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Serkeftina Girê Spî têkçuna plana Erdogan e

Kadının Kaleminden
Hezîran 23 / 2015


 
Zaxo Zagros
 
Piştî serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinan de û serkeftina hêzên YPG-YPJ’ê ya Girê Spî, rola kurdan di guhertin û veguhertina Rojhilata Navîn de hîn bi awayekî aşkera derdikeve holê. Kurd li Bakur bi hêzên demokratîk re di bin ala HDP’ê de pêşiya faşîzma Erdogan girtin, li rojavayê Kurdistanê jî YPG/YPJ’ê hêzên çete û dijminê mirovatiyê DAIŞ’ê têk birin. Dê ne şaş be ku mirov bêje sedsala 21’an bi serkeftinên kurdan tê xemilandin. Tişta herî girîng jî ew e ku kurd bi serkeftinên xwe ji bo hemû bindestan rêya jiyana nû vedikin û yekane hêza rizgarî û demokratîzebûyînê ne.
 
Li hemberî vê rastiyê sedem çiye ku di serî de hikûmeta AKP’ê û hemû hêzên statîkoparêz ji serkeftina kurdan di warê siyasî û leşkerî de ewqas bi tirs in? Bêguman gelek sedem hene lê ez ê hewl bidim ên herî sereke bînim ziman. 3 Ji ber ku hîn jî siyaseta înkar û qirkirinê ya der barê kurdan de neguhertine. 3 Ji ber ku kurd êdî bi her awayî xwebûnê diafrînin û nema dibin xulamên kesê. 3 Ji ber ku kurd li gorî berjewendiyên gelê xwe û gelên bindest siyaset dikin û nema sîxurtiyê dikin. 3 Ji ber ku kurd êdî dikarin xwe biparêzin û nema dibin leşkerên erzan ên tu kesî. 3 Ji ber ku kurd êdî hemû çemberên şerê taybet, dek û dolaban di Kurdistanê de têk dibin. Bi kurtasî kurdên nû derketine ser dika Rojihilata Navîn.
 
Dê neşaş be ku mirov bêje, yek ji hêzên herî zêde ji van pêşketinan ne memnûn e, hikûmeta tirk û serokomarê wê Erdogan e. Careke din di siyaseta li hemberî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, derket holê ku AKP û Erdogan stratejiya xwe li ser qirkirin û têkçûna kurdan didin rûnişkandin. Piştî ku hikûmeta AKP’ê di şerê 2011-2012’yan de fêm kir ku nikare kurdan tasfiye bike xwest Şoreşa Rojava bifetisîne û serkeftina xwe li wir îlan bike. Destpêkê piştgiriya madî û manewî da artêşa azad, dema ew têk çû, vê carê piştgirî da Cebhet El Nusra, dema ku ew jî têk çû li hemberî hêzên YPG/YPJ’ê vê carê hîn bi awayekî aktîf piştgirî da DAIŞ’ê. Armanca hikûmeta AKP’ê ew e ku kurd û pêkhateyên din li Rojava bi aramî nejîn û ji bo projeya rêveberiya xweseriya demokratîk a her sê kantonan têk bibe hemû planên hovane xist dewrê. Ne tenê di warê madî de, her wiha dewleta tirk li Rihayê, deriyê Kaniya Xezalan kiribû biryargeha hevbeş a DAIŞ’ê û generalên tirk. Tiştê ku Nejdet Ozel li bakurê Kurdistanê nikarî bikira xwest bi rêya DAIŞ bike. Lewma jî her têkçûnek DAIŞ’ê di heman demê de têkçûna Erdogan û Nejdet Ozel bû. Rizgarkirina Girê Spî tê wateya têkçûna çembera ku dewleta tirk li ser Kobanê danîbû û Kobanê niha dikare hemû pêdiviyên xwe ji Kantona Cizîrê bigire. Mijara din a ku AKP’ê û Erdogan xist panîkê, ketina deriyê Kaniya Xezalan bû. Di vî deriyê de mirov, pere, cebilxane, lojîstîk û perspektîf ji DAIŞ’re dişandin. Bi ketina deriyê Kaniya Xezalan a destên YPG/YPJ’ê û Burkan El Firat damarê ku dilê dewleta tirk û DAIŞ’ê digihand hev hat qutkirin. Têkçûna DAIŞ’ê li Girê Spî têkçûna AKP’ê ye.
 
Çavkanî Azadiya Welat