Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Tevî ewqas guherînan başûr neguherî

Kadının Kaleminden
Hezîran 18 / 2015


 
Necîbe Qeredaxî 
 
Di nava hefteyekê de gelê kurd bi 2 serkeftinan bûn manşet di çapemeniya navneteweyî de û hem jî gel nava vê hefteyê li kolanan bû û bi coş û kelecan 2 serkeftin pîroz kirin. HDP’ê serkeftinek dîrokî bi dest xist û hemû bendên dikatatoriya Erdogan derbas kirin. Kurdan rê li ber gaveke dîrokî vekir, ji vir û şûnde kurd dînamîzma sereke ya Demokratîkkirina herêmê ne, li aliyê din di nava vê hefteyê de li eniya Girê Spî gaveke din di Şoreşa Rojava de hat avêtin. Bi pêşengiya YPG/YPJ û hêzên Burkan El Firat ala reş li Girê Spî hat daxistin û ala serkeftinê hat çikilandin.
 
Kantonên Cizîr û Kobanê gihîştin hev. Ev rewş mîna avêtina kevirekî nava çemeke sekiniye, hem dê pêlên guhertinê li herêmê çêbike hen jî dê çem biherikîne ser ên di zîhniyeta xwe de israr dikin. Ev rewş ji bo hemû hêz û partiyên kurdistanî rewşeke nû ye ku dikare wan hemûyan derbas bike. Pêşketinên nû li Bakur û Rojava hene lê başûrê Kurdistanê hîna jî partiyên desthilatdar nikarin Kursiya Serokayetiya herêmê derbas bikin û pergaleke demokratîk pêşkeşî gel bikin. 24 sal in başûrê Kurdistanê bê destûr û daxwazên civakê tê birêvebirin.
 
Partiyên siyasî bi vê zîhniyeta xwe ya ku timî berjwendiyên xwe didin pêş nikarin ji pêdivî û pirsgirêkên civakê re bibin bersiv. Di sala 2005’an de pêşnûmayeke destûra herêmê Kurdistanê hat nivîsandin lê vê pêşnûmayê de pir zêde destê serokê herêm vekiriye û ew destûr di demeke wisa de hat nivîsandin ku hêza muxalefetê zêde ne xurt bû. Hem di parlamentoyê de piraniya dengên PDK’ê bûn û hem jî tevahî navendên biyar û girîng di destên PDK’ê de bûn û hemû hatinan bi YNK’ê re parve dikirin. Başûrê Kurdistanê ji sala 1994’an şûnve, piştî şerê navxweyî hat parvekirin, ji wê demê û şûnve di nava xwe de parve dikin, hîna jî ev rewş di rêvebirina herêmê de nehatiye guhertin.
 
Tekane tişta hatiye guhertin dengên dijberî PDK’ê yên di nava civak û partiyên siyasî de ne. Rewşa hundirîn, rewşa herêmê û mêzinên siyasî yên li herêmê PDK neçarî gurhetinê dikin. Çiqasî were guhertin ev ne mijara me ye lê wisa xuya dike ku PDK dixwaze li hemberî kes û aliyên ku li gorî daxwazên wan tevnagerin bi rûyê xwe yê girtî bibe hêzeke êrîşkar. Lê bi van guhetinên li Kurdistanê yên giştî û herêmê yên diqewimin ji bo PDK’ê tîr ji kevanê derketiye, ne pêşniyara serokê herêmê Kurdistanê M. Barzanî û ne îsrara wan li ser pergala serokayetiyê bê feyde ye, nexasim piştî şikestina xeyalên Erdoganê hevalbendê wan. Niha başûrê Kurdistanê li ber deriyê guhertineke girîng e lê ya zelal ew e ku zîhniyeta partiyên nava parlamentoyê û hikûmetê de ne ji bo gurhetineke bingehîn bersivê nade.
 
YNK û Goran ger hêzên azadîxwaz û demokratîk ne li pişta wan bin nikarin bibin bersiv. Gelo çiqasî ew jî ji bo guhertineke demokratîk vekirî ne ? YNK û Goran pir zêde berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî difikirin û pir girêdayî têgîn û perspêktifa desthilatdaran li bûyeran û rewşê mêze dikin. Niha dem dema muxalefeteke civakî, tevgereke civakî û siyasîye ku bibe dînamîzma vê guhertinê, ji ber ku rewş êdî berjewendiyên teng ên partiyên siyasî derbas dike.
 
Çavkanî Azadiya Welat