Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

HDP li Tirkiyê xwe saz dike

Kadının Kaleminden
Hezîran 16 / 2015


 
Dorşîn Akîf
 
HDP berî ku ava bibe nîqaşekê pir berfireh bi rê ve biribû. Hinek derdorên neteweperest baweriya xwe nedianîn, hinek jî derdorên çepê Tirkiyeyê jî bawer nedikirin. Digotin pêk nayê. Niha ev nîqaş bi serkeftina HDP’ê ve hilweşiya. Bi vê serkeftina HDP’ê re rengê Meclisa Tirkiyeyê hat guhertin. Rengê Tirkiyeyê di hundirê meclisê de nexşeya Tirkiyeyê xwe nîşan bide. Ew rewş êdî îsbat bû çep, antî-kapîtalîst, îslama demokratîk, tevgera jinan, tevgera kurdan, ezidî, ermenî, asurî, ruhê Geziyê, hwd. êdî di meclisa Tirkiyeyê de bi dengekî bilind dê bê nîqaşkirin. Tevî ev serkeftina HDP’ê hîna jî dengê AKP’ê yê provokatîf, şerxwaz nehatiye sekinandin. Bi taybetî ji deskeftiyên kurdan re êrîşekê pir dijwar dimeşine. Bê bîra me hîna şerê di nava Kobanê de berdewam dikir û DAIŞ di nava bajar de bû; Erdogan di TV’an de mizgîniya ketina Kobanê dida. Bênavber alîkariya DAIŞ’ê dikir. YPG û YPJ, weke talûke dîdit.
 
Di heman demê de di daxuyaniya xwe de digot çi stratejîkbûna Kobanê nîne, çi peywendiyê Kobanê û Amedê nîne. Wê çaxê gelê me yê Bakur Kobanê û Pirsûs kiribûn yek û di nava hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê de çalakî çêdibûn. Bi giştî li cîhanê çalakiyên Kobanê çêdibûn lê AKP û Erdogan guhê xwe nedidanê. Lê Kobanê ruhek ava kir. Ev ruhê Kobanê ya berxwedêr projeya Rêber Apo ya neteweya demokratîk destek kir. Stratejîkbûna Kobanê ev bû. Beramberê dewleta netewe û desthilatdariyê, pengava avabûna neteweya demokratîk bandorekê pir mezîn kir. Kobanê bi ser ket. Projeya neteweya demokratîk jî di şexsê HDP’ê de di rêya serkeftinê de gavekê mezin avet. Lê di rêya neteweya demokratîk de hin gavên mezîn divên. Li Amedê provokasyonên pir mezin dan destpêkirin. Bi disîplîna hêza gelê kurd û rêxistinên kurdan ve ev provokasyon heta cihekê neket meriyetê. AKP û Erdogan provokasyona xwe berdewam dike. Provokasyona AKP’ê, niha berê xwe da Til Ebyadê. Du roj beriya vê Numan Kurtulmuş çûbû Rihayê. Li herêmê navenda DAIŞ’ê ya mezin Silûk duh ket destên YPG-YPJ’ê.
 
Di daxuyaniya Waliyê Rihayê û Numan Kurtulmuş, Erdogan de YPG û YPJ weke hêzêkê bi talûke nîşan didan, DAIŞ jî weke hêzêkê mirovî diyar dikirin. Di heman demê de ji ber rewşa ku li Amed û Til Ebyad derketiye civîna ewlekariyê ya taybet li darxistin. Diyar e provokasyona AKP’ê berdewam bike, weke navendekê şerê taybet kar dike. Li çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê derketiye holê ku Projeya neteweya demokratîk bi ser dikeve. Divê ev xebat ne bi tenê xebatê meclisê ve bê meşandin. Divê di serî de projeya HDP’ê li hemû bajarên Tirkiyê û Kurdistanê saziyên xwe yên civakî ava bike. Sekinandina AKP’ê jî Hudaparê jî ango rêxistinên modernîteya kapîtalîst dê bi avabûyina saziya civak, pergala civakî ya siyaset û parastinê ve pêkan be û encax bi vî awayî ev hêzên navborî werin sekinandin.
 
Çavkanî Azadiya Welat