Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Demokrasiyê û jinan qazanc kir

Kadının Kaleminden
Hezîran 16 / 2015


 
Zaxo Zagros 
 
Di dîroka komara Tirkiyeyê de hilbijartina herî radîkal hat biencamkirin. Piştî dîroka komarê ya 90 salan, cara yekem e ku kurd bi nasnameya xwe û wekî partî derbasî parlamentoyê dibin. Ne tenê kurd her wiha hemû nasnameyên ku heta niha hatibûn perçiqandin, binpêkirin û çewisandin cara yekem e ku wê derbasî parlamentoyê bibin. Yanî HDP’ê tenê benda faşîst a ku ji hêla makeqanûna derbeya 12’ê Îlonê ve hatibû danîn a ji sedî 10 derbas nekir. Di heman demê de benda ku ev 100 sal in li hemberî nasnameya gelan, nasnameya jinan û baweriyan hatibû danîn jî derbas kir. Tişta herî girîng li gorî nerîna min ew e ku bi van hilbijartinan derket holê ku modela netewdewleta xwe dispêre yek ziman, yek milet, yek al îflas kiriye û serdema neteweya demokratîk bi coşeke mezin dest pê kiriye. Çawa ku bi ketina Sedam dawî li pergala netewe dewleta Iraqê hat, her wiha bi windakirina Erdogan û AKP’ê di van hilbijartinan de hilweşandina pergala netewdewletê li Tirkiyeyê dest pê kir. 
 
Di encama hilbijartinan de derket holê ku gelên Anatolya û Mezopotamyayê êdî bi dizê malê hesiyane û nema tên xapandin. Ferq kirin ku netewe dewlet heta niha ji bilî qirkirina çandî, siyasî, dijiminatî û komkujiya sor û spî ji wan re tiştek nebexşandiye û ji bo ku ji vê zilm û zorê rizgar bibin yek rê heye ew jî neteweya demokratîk e. Ji ber di wir de hemû ziman zindî dibin, çand dibişkivin, bawerî bi hêz dibin û jiyan pir reng û pir deng dibe. Wê ne şaş be ku mirov bêje di vê hilbijartinê de di şexsê AKP’ê de netewdewletê winda kir û di şexsê HDP’ê de neteweya demokratîk qezenc kir. Dîsa yek ji guhertinên radîkal ku HDP’ê di van hilbijatinan de bi ser xist, bilindkirina rêjeya jinan a di parlamentoyê de ye. Cara yekem e di dîroka komara Tirkiyeyê de jin di partiyekê de bi rêjeya ji sedî 40 derbasî parlamentoyê dibin.
 
Yanî HDP’ê bi vî rengî benda zayendperestiyê ku bi hezaran salan hatiye danîn û jinan ji derveyî siyasetê dihêle derbas kir, mirov dikare bêje ku bi derbaskirina HDP’ê ya bendê re zîhniyeta desthilatdariya mêr winda kir û têkoşîna azadiya jinan qezenc kir. Ji bo ev qezenc mayînde bibin, bêguman pêwîstî bi berdewamkirin û xurtkirina vê maratonê heye. Ji bo ku em bi milyonan kesî tevli vê meşa azadiyê bikin û ber bi serkeftinên mezin ve biçin. Divê bi biryar, bi sebir û bi coş ev çem biherike. Divê em baş bizanin ku wê bendên nû li hemberî me çêbibin û ji bo em wan derbas bikin divê em hemû cihokan, hemû rûbaran û hemû kaniyan biherkînin ser vê deryayê. Ji bo em hêviyên destên jêkirî, lingên qutbûyî û laşên şewitî pêk bînin divê em bi zanistî, bi vîn, bi israr û bi cesaret bimeşin. Tiştekî ku em winda bikin nîne lê tiştên em qezenc bikin gelek in.
 
Çavkanî Azadiya Welat