Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Jinên Serhedî bersiv dan Serokomar

Kadının Kaleminden
Hezîran 06 / 2015


 
Dorşîn Akîf
 
Sibê êdî kedên ku hatiye dayîn bi encam dibe. Hinek wisa dihesibînin. Lê karê mezin sibê dest pê dike. Ji ber ku ev qas dem e, kedên ku hatiye dayîn divê bê parastin. Her kes dizane ku hikûmet bi hemû saziyên xwe ve çav berdaye keda gel, dengê gel. Ji ber wê yekê jî parastina dengan gelekî girîng e. Em dibînin ku li her derê, partiya gelan ev bi dengekî bilind dibejê. Divê sindoq bê parastin. Sibê tu kes nebejê ku ma qey bi dengê min dê bend bê rûxandin.
 
Rast e bi dengê te bend tê rûxandin. Bi te ve ewlehiya dengan tê parastin. Bi nêrîna te ve HES tê sekinandin. Bi dengê te ve karker mafên xwe dikare bigire. Bi dengê te ve hawirdor tê parastin. Bi dengê te zilamperestî tê sekinandin. Bi dengê te ol weke amûreke siyasî nayê bikar anîn. Bi dengê te her kes dikare azad bijî. Tu çi qas tevli siyasetî bibî; evqas vîna gel jî ava dibe. Tu gel î. Jinên serhedî çalakiyekê gelek bi wate li dar xistine.
 
Em dinêrin çalakiyekê gelek zelal bû. Partî ango kesên ku min nas neke, kuştina min rewa bihesibine, ji min re hurmet nîşan nede, vîna min teslîmî zilam bike, ez jî wê nas nakim. Pişta xwe bizîvirim. Ji ber ku jinên serhedî dizanin ku Erdogan niha bajar bi bajar digere û ji bo AKP’ê deng dixwaze. Lê piştî hilbijartinê jî tu kesî nas nake û pişta xwe bizîvirîne gelan. Jinan jî pişta xwe zivirand gotin ku beriya ku tu pişta xwe ji me bizivirînî, em pişta xwe dizivirînin û te şiyar dikin.
 
Ji ber AKP bi kiryarên xwe ve nîşan dide ku qey heta hetayî bibe desthilat û weke padîşahek bijî. Bersiva herî xurt, di van demên dawî de jinên serhedî bû. Ew hêrsa AKP, nîşan dide ku HDP bendê rûxandiye. Lê ev di heman demê de nîşan dide ku hemû hêzên gel bi her alî parastina xwe bigire. Ji ber diyar e ku AKP piştî hilbijartinan qezenc bike jî neke jî ji êrîşekê pir dijwar re xwe amade dike.
 
Serokomar ev gelek aşkera got. Em ji bîr nekin ku dema ku provokasyona Giyadinê amadekariyekê çawa hatibû kirin. Di navbera Efkan Ala û Waliyê Agiriyê de axaftina telefonê ketibûn li ser malperên înternetê. Li wir der barê hilbijartina Şaredariya Agirêyê de tola windakirina hilbijartinan çawa rabikin vedigot. Heman tiştî li gelek ciha kirin. Ango armanca AKP li her derê provokasyon derxe û şer bike ye. Ji ber vê yekê jî rêbazê gelan jî hilbijartin divê bi silamet xilas bibe. Seknekê bi tedbîr û tevger gelekî girîng e.
 
Çavkanî Azadiya Welat