Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Tectîda li ser Rêber Apo Îlana şer e

Kadının Kaleminden
Hezîran 05 / 2015


 
Zaxo Zagros
 
Ev du heyv e bi Rêber Apo re ne ji hêla heyeta HDP’ê ve ne ji hêla parêzeran ve û ne jî ji hêla malbatê ve hevdîtin çênabe. Dema mirov demên derbasbûyî şîrove dike, aşkera dibe ku her pêvejoyeke tecrîdê li hemberî Rêber Apo destpêka lîstikeke mezin e. Her ku konsepta tesfiyekirina Tevgera Azadiyê dikeve dewrê û amadekariya şerê mezin tê kirin, di serî de ev pêvejo bi êrîşên li ser Rêber Apo dest pê dike. Hemû komplo, plan û operasyonên ku heta niha çêbûne bi vî awayî dest pê kirine.
 
Lewma ev tecrîda niha, mirov nikare tenê bi pêvejoya hilbijartinê şîrove bike. Ji ber ku ev tecrîd starta pêvejoya şerê ku di encama peymana di navbera Erdogan û serfermandarê artêşa tirk Necdet Ozel de hatiye dayîn e. Piştî ku Erdogan û navenda şerê taybet a tirk fehm kirin bi pêvejoya qaşo çareseriyê nikarin Tevgera Azadiyê ji holê rakin an jî lawaz bikin û dîtin ku berevajî vê hîn bêtir xurt dibe, stratijiya xwe guhertin û careke din bi riyên leşkerî dixwazin tevgerê tasfiye bikin.
 
Yanî çawa Dogan Gureş û Tansu Çîller bi hev re peyman çêkirin û gotin “Yan em ê biqedînin yan em ê biqedînin” di rastiyê de Erdogan û Ozel jî xwedan heman zîhniyetê ne. Ev jî tê wateya ku ger AKP bibe desthilatdar û hejmareke mezin ji dengan bi dest bixe karê yekê bike, wê destpêkirina operasiyonên leşkerîbe. Her weha wê pêvejoyekî nuh ji faşîzîm û dîktatorîzmê dest pê bike. Ger ji niha ve gefa li her kesê dixwe û bi hêza xwe her kesê te dît dike, sibê bi tena xwe bibin desthilatdar û bikaribin makeqanûnê biguherînin dê pêvejoyeke mîna 12’ê Îlonê bê destpêkirin.
 
Lewma divê ku em bizanin tecrîda li ser Rêber Apo destpêka şerê li hemberî pêvejoya aştiyê ye, li dijî demokratîkbûnê, li dijî mafê jinan e û şer li hemberî hemû kesên welatparêz ên kurd û tirk e. Ji ber ku ev du sal û nîv e Rêber Apo û Tevgera Azadiyê vê pêvejoyê bi yekalî dimeşînin û fedakariyê dikin, nexwe niha ji mêj ve dê Tirkiye bibe Sûriye. Ji bo ku ev konsepta şer nekeve meriyetê û bi ser nekeve, divê ku AKP nebe desthilatdar.
 
Bi vê rastiyê ve girêdayî divê hemû kesên ku bi rastî welatparêz in û naxwazin Tirkiye dîsa bibe gola xwînê, dengê xwe nedin AKP’ ê. Ji ber şerê ku vê carê biqewime dê ne wekî şerên berê be. Vê carê dê hêzên navnetweyî jî tê de cih bigirin û gelek dewlet û hêzên ku ji polîtîkaya AKP nerazî ne û dijminên xwe dibînin dê têkevin dewrê.
 
Yanî dê Tirkiye bibe navenda şerê li Rojhilata Navîn. Çawa ku Tirkiye dest diavêje şerê Sûriyeyê, şerê Yemen, Iraq û pevçûnên siyasî yên li Misrê, dê ev dewlet û hêz bêdeng nemînin. Çawa ku AKP ji bo DAIŞ’ê û hêzên çete çekan rêdike, dê hin hêz jî çekan bişînin Tirkiyeyê da ku şer gur bibe. Ger ku êrîş li hemberî Rêbertiya me, li ser gelê me, li ser gerîla çêbibe dê bersiv deh qat zêdetir be. Ji ber ku PKK ne tevgera Tamîlê, ne jî berxê qurbanê ye.
 
Ji bo ku em pêşiya vê felaketê bigirin, divê HDP bendê derbas bike û AKP lawaz bibe û nikaribe bi serê xwe makeqanûnê biguherîne. Careke din derdikeve holê ku ev hilbijartina şer û aştiyê ye. Ji bo aştî, demokrasî û azadî benda şer derbas bike, rêyek heye ew jî serkeftina HDP’ê ye.
 
Çavkanî Azadiya Welat