Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Li Îranê mafê jiyanê ji jinan hatiye standin

Kadının Kaleminden
Mijdar 18 / 2016


 

 
Zeynep Erdem
 
Dewleta Îranê hemû qadên jiyanê li jinan qedexe kiriye. Ji ber ku jin nikarin derkevin derve, bimeşin, werzîşê bikin, temenên wan pirr kurt in. Di tevahiya cîhanê de herî zêde li Îranê di temenên gelekî kin de jin jiyana xwe winda dikin. Ji ber ku hemû qadên jiyanê li jinan hatiye qedexe kirin.
 
Yek ji van qedexeyan jî siwarbûna jinan a li duçerxeyê ( bîsîklet) ye. Berî niha bi demekê li bajarê rojhelatê Kurdistan Merîwanê, ji bo parastina jîngehê, ji hefteyê rojekê xelkê herêmê wesayitan bi kar nayne, li şuna wê duçerxeyan bikartînin. Di vê çalakiya ji bo parastina jingehê de jinan jî cîhê xwe girtin, lê karbidestên rejîmê mudaxeleyî vê çalakiyê kirin û gotin jin nikarin li duçerxeyê siwar bibin. Bi vê ve girêdayî li Îranê rojevek nû hat avakirin ka gelo jin dikare li duçerxeyê siwar bibe an na. Li gor ola Îslamê guncave yan na.
Li ser vê pirsê rêberê Îranê yê olî Ali Xamineyî fetwayek da û got: “Duçerxe siwariya jinan li ber çavê her kesî û kesên ne mahrem, dibe sedema balkişandina mêran û riya fitne û fesadiyê di civakê de vedike.”
 
Bê guman li Îranê zexta li ser jinan ne tenê qedexekirina siwarbûna duçerxeya jinan e. Ev zext jî beşek ji zextên li ser jinan ne. Zarokên keç di temenekî pirr biçûk de lazime serê xwe bigirin, her wiha li dibistanan gelek beşên pêşeyan li jinan hatiye qedexekirin. Dîsa sîxe (zewaca demkî) ku bi peran tê kirin û fuhûşa fermî ye, gihiştiye asteke herî bilind. Sîxe kirîn û firotina jinan e. Dikare ji bo saetek ê, rojek ê, an jî salekê be. Ev maye li ser kêfa zilam an. Ji vê zewacê gelek caran zarok çêdibin û ji van zarokana yan li kolanan bêxwedî diminin yan jî dewlet wan xwedî dike û li dijî civakê bi kar tîne.
 
Bi kurtasî hebûna jinan li Îranê ji bo pergala zilam e, di xizmeta zilam deye. Jin bi serê xwe ne xwedî pênaseyekê ne. Hebûna wan bi zilam re tê qebûl kirin, bi serê xwe tu tiştekî îfade nakin.
 
Tiştên me gotin tenê beşeke ji zextên li ser jinan in. Bê guman tabloya heye ji vê girantir e. Bi mijara siwarbûna jinan li duçerxeyê û qedexekirin, ji bo wê fetwa dayinê re careke din awirên her kesî zivirandin ser vê tabloya metirsiyar a li Îran ê.
 
Bi jinan re ciwan jî bi heman zextan re rû bi rû dimînin. Bikaranîna madeyên hişbir di asta herî bilin de di nava ciwanan de ji aliyê dewletê ve tê pêşxistin. Dewlet naxweze pêşerojeke ronahi were avakirin, ji ber wê jî di nava rejîma Îranê de, herî zêde zext li ser jin û ciwanan tê meşandin.
 
Bê guman weke her pergala desthilatdar, dewleta Îranê jî xwe weke ezel û ebed pênese dike û dixwaze civakê jî bê hêvî bike û teslîm bigire. Lê ne wisa ye.
Li rojhelatê Kurdistanê gelê kurd li dijî vê pergala desthilatdar ya înkar û îmhayê serî hildaye, saziyên xwe yên parastina rewa, birêxistinkirina jin, ciwan û tevahiya civakê ji xwe re dike armanc. KJAR û KODAR rêxistinên sîwan ên pêşengin ji bo avakirina civaka demokratîk û neteweya demokratîk.
 
Ev rêxistinên sîwan xwe li hember azadiya hemû gelan de berpirsiyar dibîne. Ji ber wê jî di serîde gelê Fars û hemû gelên li Îranê dijîn dikarin pêşeroja xwe bi pêşeroja gelê Kurd û jinên Kurd re bikin yek. Tevlî vê tekoşîna azadiya gelan û bi hevre jiyana gelan bibin. Tekane riya avakirina qadên jiyanê ji bo jinan, ciwanan û hemû gelan a li dijî vê pergala ku mafê jiyanê nade civakê, bi hevre xwe bi rêxistin kirin û li dijî vê pergalê teoşîn kirine.
 
Gelê Kurd û jinên Kurd ev tekoşîn dane destpêkirin û li benda her kesên ku ji aliyê rejîma Îranê ya desthilatdar ve mafê wan tê desteserkirinin ku di heman eniyê de têbikoşin. Li derveyî vê tu rê nîne ku mafê jiyanê ji jinan û gelan re were naskirin.