Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Li Rojhilat bayê HDP’ê

Kadının Kaleminden
Hezîran 04 / 2015


 
Necîbe Qeredaxî
 
Yên ku sernivîsa min bixwînin, di destpêkê de dê bibêjin qey ez qala rojhilatê-başûrê Tirkiyeyê dikim. Lê na, ez behsa rojhilatê Kurdistanê dikim. Erê, em jê re dibêjin bakurê Kurdistanê lê tirkan bi darê zorê kiribûn başûrê rojhilatê Tirkiyeyê. Zanibin, ez jî qala rojhilatê Kurdistanê dikim. Rast e, hûn qet ne şaş in, ez qala Rojhilat dikim. Li Rojhilatê Kurdistanê li Bajarê Sine civîn, dîmen û nûçeyên balkêş tên ku mijar ne Rojhilat e. Tevî ku li Rojhilat şer derket û 8 pasdar hatin kuştin jî hefteya borî bûyerek çêkirî li Kêlaşînê derket holê jî; di rojeva civînê de HDP hebû; hilbijartin û bandora hilbijartinê û temeniyên ji bo encamê mijara civînî bû.
 
Yekemîn car nîne ku rojhilatê Kurdistanê bi helwesta neteweyî dikeve rojevê. Her car jî li kolan û meydanan dihatin dîtin lê yekemîn car e ku kombûnek bi vî rengî çêbû, di hewayek bi xwe bawer û li ser vê mijarê nîqaş dikin. Me hîna nûçeya vê cîvîna bi nirx, li gorî girîngiya pêşketinê nedabû, nûçeyeke din ji Rojhilatê Kurdistanê hat. Bi dehan parêzeran ji bo destekdayîna HDPê danezanek weşandin. Parêzeran, navên xwe jî li bin danezanê nivîsin û îmze kirin. Divê werê zanîn ku ev danezan tenê daxuyaniyek destekdayînê nîne. Di naveroka wê de felsefeya jiyana bi hev re û tevgera demokratîk heye û HDPê destek dikin. Parêzerên Rojhilat dibêjin: HDP temînata demokrasiyê û avakirina pergaleke li ser bingeha jiyana nû ye mafên bingehîn û medenî yên gelê kurd û gelên din, bi hiqûq û qanûnan misoger dike. Vê hefteyê Prof. Dr. Abbas Welî ku ji xelkê rojhilatê Kurdistanê ye, niha jî li Zanîngeha Bogazîçiya Stenbolê mamostetî dike tevli bernameya me bû.
 
Li ser hilbijartinê wiha got: “Kobanê bi du aliyan bandorê li ser bakurê Kurdistanê û hilbijartinê kir. Yekemîn, gotinên Erdogan ên; “Kobanê ha ket hat ket” Kurdan pir hêrs kirin. Van gotinan bandor li eşîrên bakurê Kurdistanê kirin. Li ser eşîrên li Wan, Sêrt û Êlihê bandor kir. Ev îşareta îflasa siyeseta Erdogan bû. Ya din jî rêkirina çek û cibelxaneyên ji bo DAIŞ’ê bû. Ev jî ji bo kurdan îşareteke din û neyînî bû. Prof. Dr. Abbas Welî diyar kir ku destekdayîna, hin hêzan û çapmeniya başûrê Kurdistanê ya ji bo AKP’ê jî şaşîtiyeke dîrokî ye. Ji ber ku bihêzbûna HDP’ê li parlamentoyê, wateya bihêzbûna statûya başurê Kurdistanê û bilindbûna îtîbara li ser siyaseta Tirkiyeyê ye. Lê van fêm nekir û nizanin dê bandorek çawa bike. Ji ber ku girîngiya HDPê fêm nakin. Peyamên ji Sine tên kûrahiya stratejiya HDP’ê dide fêmkirin.
 
Ji ber kû kurd bi heman dewletên serdest û heman siyaseta înkarê re, rû bi rû ne, ji bo vê jî ferehkirina meydana siyasetê, bi nasnameya demokratîk ji bo kurdan dê destkeftiyên mezin bi xwe re bînê. AKP 13 salan xwedî pirnaniya kursiyên li parlamentoyê bû. Lê benda hilbijartinê ya ji %10 danexist. Niha jî HDP tekane partiya ku li ber dîktatoriya AKP’ê bibe bend e. Êdî hemû çapemeniya cîhanê jî vê rastiyê tînin ziman. Ji bo wê jî HDP êdî bûye model, ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo rojhilatê Kurdistanê jî model e.
 
Çavkanî Azadiya Welat