Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Ked û encam …

Kadının Kaleminden
Hezîran 02 / 2015

Mamoste Xemrevîn
 
Di hemû pêvajoyên hilbijartinan de encamên ku derdikevin holê hemû bi keda jinan digihîjin armanca ku tê xwestin. Jixwe em dizanin ku jin di her qada jiyanê de xwedî risteke mezin in. Xebatên hilbijartinê yên li Qers, Erdexan, Erzirom û Semsûrê, bajarên ku di vê hilbijartinê de min xebat kirin jî li ser milên jinan didomin. Ev deverên ku heta salên dawî jin ne li kolanan bûn, îro li qadan bi zilaman re derdikevin xebatan û pêvajo bi destên wan xurtir dibe.
 
Divê bê zanîn ku plansaziyên xebatan ji aliyê koordînasyonên bajaran ve, pêkanîna wan jî ji aliyê jin û ciwanan ve bi rêk û pêk tên kirin. Di vê pêvajoya ku ji bo kurdan gelekî girîng e de çawa ku her kes behsa serkeftinê dike, herî zedê jin xwe di nav xebatan de didin hîskirin. Ev jî xwe ji ruhê serkeftina têkoşîna azadiya jinan digire. Li ber çavan e ku jin ji jiyana bêdestûra zilaman nikaribûn derketana derveyê malê, wan îro xwe gav bi gav derbasî jiyana azad kirine. Hem karên xwe yên malê dikin, hem jî xwe digihînin xebatên partiyê. Xebatên herî balkêş li gundan tên kirin.
 
Karên biharê yên giran jî di vê demê de dibin sedema pirsgirêkên jin û zilaman. Gelek zilam astengiyan derdixin ku ew xwe tevli xebatên hilbijartinê nekin. Lê hem di hilbijartinên xwecihî de sîstema hevşaredariyê, hem jî di hilbijartinên giştî de nîşandana namzedên jin bawerî û hêzeke mezin daye jinan ku jin bi moraleke xurt bikaribin bixebitin. Gelek jin dibêjin; “Em nîvê civakê ne û temsîla me ya qada siyasete pir kêm e. Heke em baş bixebitin, em ê bikarin hemû namzedên xwe yên jin bişînin parlamentoyê.” Ev nêrîn herî zêde li Erdexanê derketiye pêş. Ji ber ku partiyên din namzedên jin nîşan nedane, ji bilî namzeda HDP’ê. Namzeda ku di rêza duyem de ye bala hemû civakê dikişîne.
 
Arzu Moco her çiqas di rêza duyem de be jî jin dixwazin ew bi ser bikeve. Ez jî di wê baweriyê de me ku heke jin bixwazin dikarin tenê bi dengên xwe birêz Arcu Moco bişînin Enqereyê. Ji aliyê din ve li Semsûrê jî di rêza sêyem de birêz Ayten Yilmaz bi zanîn û performansa xwe di dilê welatiyan de cihê xwe girtiye. Em dikarin bi rehetî bibêjin ku jinên namzed ên ku xwedî feraseta Tevgera Azadiyê ne, keda wan bi wate ye û encama ku bi kedê tê bidestxistin jî bi rûmet e. Civak jî bi vê nêrînê wan pêşwazî dike û piştgiriyê dide wan. Heke benda hilbijartinê ya ji sedî deh (% 10) derbas bibe, hejmara parlamenterên jin ên di meclisa Tirkiyeyê de, dê bi saya HDP’ê zêde bibe. Ev hêza jinan jî heye ku vê encamê bi dest bixin.
 
Çavkanî Azadiya Welat