Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Dendana AKP’ê dengdana qirkirinê ye

Kadının Kaleminden
Hezîran 02 / 2015


 
Zaxo Zagros
 
Demeke kin ji hilbijartinan re ma. Wekî ku gelek kes dibêjin bi rastî ev hilbijartin dê çarenûsê diyar bike. Çima çarenûs? Ji ber encamên van hilbjartinan ne tenê ji bo kurdan, ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn dê diyarker be. Ger em îhtîmalan bixwînin dê hîn baştir ev rewş bê famkirin. Werin em bi hev re ji îhtîmala ku AKP hejmara kursiyên bikaribe makeqanûna Tirkiyeyê bugherîne bi dest bixe dest pê bikin ku ev jî tê wateya HDP di bin bendê de bimîne. 
 
Gelo ev yek dê çi bi xwe re bîne? Di serî de AKP dê ev pêvejoya çareseriyê ku ji niha ve rawestandiye bi êrîşên ser gerîla û bi girtinên gel bi dawî bike. Her wiha ev tecrîda ku niha li ser rêber APO hatiye destpêkirin dê hîn girantir bibe û pêvejoyeke mîna 2011-2012’an bê destpêkirin. Yanî çawa AKP piştî hevdîtinên Osloyê bê dudilî ket nava şerekî dê heman siyasetê pêş bixe da ku desthilatdariya xwe û dîktatoriya xwe bide rûniştandin. Dîsa dê pêvejoya girtinê dest pê bike wekî operasyona 14’ê nîsanê ya ku bi navê KCK’ê hat pêşxistin û bi hezaran kes dê bên girtin.
 
Ev jî dê bi xwe re aloziyeke siyasî ya mezin derxe û li hemberî serhildan û nerazîbûnên gel dê mîna meşên ku ji bo Kobanê çêbûn bi sedan sivîlan bukuje ku jixwe qanûna ewlehiyê ya ji hêla AKP’ê ve derket ji bo vê yekê bû. Yanî tê wateya ku dê her roj bi dehan cenaze derbasî bajarên kurdan û tavahî Tirkiyeyê bibe. Her wiha ger AKP hejmareke kursiyan ku bikare qanûnan biguherîne bi dest bixe, dê bi awayekî çekdarî destwerdana Sûriyeyê bike ku ev tirên çekan ên ku wê ji hêla MÎT’ê ve bihatana şandin amadekariyên vê yekê bûn. Ev jî tê wateya ku dê Tirkiye hem li derve hem li hundir têkeve nava şerekî bêser û ber. Heta niha bi dizî destek dida DAIŞ’ê dê piştî hilbijartinan bi awayekî aşkera bi eniya sunî re bibe yek û dê di serî de kantonên Rojava û tevahî Sûriyeyê mêtinkar bike. Yanî tê wateya ku dê Tirkiye hem li derve hem li hundir têkeve nava şerekî bêdawî.
 
Ev rewş dê ne tenê di warê siyasî de, dê di warê aborî de jî aloziya heyî kûrtir bike û pêvejoyek mîna pêvejoya Tansu Çîller bê destpêkirin. Ji ber AKP nikare kesê bixapîne ku dê polîtakaya aştîxwaz bimeşîne. Hikûmeteke bixwaze bi hemû rêyên kirêt û xwînxwar kurdan li derveyî siyasetê bihêle ew nikare bêje ez ê vê pêvejoya çareseriyê berdewam bikim. Lê ger HDP bendê derbas bike dê bi xwe re encameke çawa bîne gelo? Di serî de hebûna HDP’ê tê wateya ku dê AKP nikaribe bi serê xwe makeqanûnê bugeherîne û nikare hegemonyaya xwe bisepîne, dîsa dê rê li pêşiya yan hikûmeta AKP’ê ya lawaz veke, yan jî dê rê li pêşiya kualîsyonê veke.
 
Di her du îhtîmalan de jî hebûna HDP’ê di parlamentoyê de tê wateya ku dê çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê di rojeva meclisê de be û dê hikûmeta nuh neçar be ku têxe rojeva xwe . Ger em naxwazin bibin hevkarên şer, komkujî û têkçûna pêvejoya aştiyê divê em dengê xwe bidin HDP’ê. Ji ber her dengê hûn bidin AKP’ê dê bibe gule, gaz, bibe polîs, cenaze û dê bi pêşeroja me ve bitiqe. Werin em çarenûsa xwe di destên AKP’ê de nehêlin. Roj ew roj e ku em çarenûsa xwe diyar bikin.
 
Çavkanî Azadiya Welat