Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Rê û Rênedar

Kadının Kaleminden
Hezîran 01 / 2015

Mizgîn Ronak
 
Gelo we qet bala xwe daye ferhengê û we serborî û rêwîngiya ‘rê’ dîtiye. Rê, çi ye û kurdên me kengê û çima jê re gotine ‘rê’ nizanim lê diyar e ku kurdan gelek serê xwe li ser vê babetê êşandine. Loma jî di tu zimanan de bi qasê yê me peyv ji ‘rê’ nehatine, neafirîne. Niha na lê demek gere mirov ji hêla derûnînasî û civakî ve jî li ser vê babetê biponije, ji hêla zimanasî û kurdnasiyê de jî ‘rêderekê’ bibîne. Her wiha gotinek heye: “Birêketin, ji rê derketin e.”
 
Ev gotin ji bo rewşa me jî nas tê lewre ku Rêber Apo ji tevî rêyên heyî yên çewt, qirêj û tarî ‘derneketa’, dê şoreşê dest pê nekira. Ger hevalên pêşeng û gel jî ji rê derneketana û nedana pey rêya wî, em ê îro ne di vê heyamê de bûna. Ma Şoreşa Rojava jî li ser vê bingehê ‘afirandina rêya xwe’ nîne? Her wiha di van rojên girîng ên ber bi serkeftina hilbijartinê ve HDP jî ‘derketina ji rê’ û ‘afirandina rêya xwe’ ye. Jixwe Apogerî jî ev bi xwe ye. PKK jî ev bi xwe ye. Afirandina rêya xwe, afirandina pergala xwe ye. Ev rê tenezulê rêyên din nake, hepsî nava rêyên din nabe û rêya xwe dibîne û diafirîne. Loma jî em ne ‘rêwinda’ ne, ne ‘rêbir’ û ‘rêdayîn’ in.
 
Em rêdûr, rêberz, rêdêr û rêşoreş in. Di rastiya me de rê û rêwî, şoreş û şoreşger heman rastî ne. Ji ber vê yekê em û rêya xwe rêhevalên hev in û niha di van rojên ku çavên dost û dijminan û yên şehîdan li serkeftina me ne; gere em qet rê nedin faşîzma kesk, reş, spî û peyayên wan… Lewre dê heta piştî hilbijartinê jî hezar fen, komplo û sextekarî di dewrê de bin lê ger ku ji ber kêmşiyariya me ‘rê’ bibînin dê pêk bînin. Lê divê teqez vê fersendê nebînin. Lewre me di van hilbijartinên dawî de nûçe, hevok û şermezarkirinên bi vî awayî pir dîtin: “Sandiq hatin dizîn, hîle hatin kirin” û hwd. Divê ku em di vê hilbijartinê de welê rêneda bin ku dûre dubareyan nejîn û nûçeyên li ser nebesî û sersariya xwe nexwînin, nebêjin.
 
Jixwe piştî ewqas salan ne tenê şerm e, sûc e jî. Gerçî pergala ragihandinê ya ku HDP’ê daye rûniştandin girîng, hêja û li gorî giyana serkeftina Kobanê ye. Lê dîsa jî gere em ji bîr nekin ku av disekine, agir disekine lê dijmin nasekine. Loma jî tedbîr li ser tedbîrê, keleh li dor kelehê, parastin li ser parastinê bixebitin, bimeşin û serkeftineke şayan diyarî şehîdan bikin. Em ji bîr nekin ku her dengek ku ji dijmin re here yan jî were dizîn xwînrêj e, DAIŞ e, Erdogan e, îxanet e. Qereqol û tarîkirina pêşeroja zarokan û dîlgirtin û pêşkêşkirina welat û rûmetê ye. Loma jî qet hewceyê gotinên dirêj nake. Mijokdarî û hevkarên wê yên di bin her kirasî de sûcdar in, nayên efûkirin. Şoreş û şoreşger encax dikarin wan li ser sûc bigirin, bersûciya wan bidarizînin. Yanî rê nedin wan.
 
Çavkanî Azadiya Welat