Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Grevên birçîbûnê û kurd

Kadının Kaleminden
Îlon 12 / 2016


 

 
İncil Selçuk
 
Di dîroka tekoşîna azadiya kurdistanê de, gelek caran çalakiyên gireva birçîbûnê û rojiya mirinê pêk hatiye.
 
Gava mirov berê xwe dide dîroka vê tekoşînê, di demên herî kirîtîk û bi xeter de,  çi dema tevger tengav an go bi tengasiyên mezin re rû bi rû maye, endamên vê tevgera pîroz dest bi çalakiya girevên ku bi rojan, bi hefteyan û hin caran bi mehan dom kirine kirî ye, laşê xwe razandine ber vê çalakiya ku laşê mirovan dîrhem dîrhem dihelîne û ber bi mirinek bi şerefve dibe…
 
Mînaka van çalakiyan ya herî ber bi çav jî, çalakiya rojiya mirinê ya Kemal û rêhevalên wî ya li Zîndana Amedê ku zilim li wir gehiştibû ber erşê ezîman û tu hêvî nemabûn, rojiya mirinê dabûn destpêkirin û bê teredût heta nefesa xwe ya dawîn jê venegeryan.
 
Roja 5’ê îlonê jî li Amedê 50 pêşengên tevgera azadiyê careke din dest bi gireva birçîbûnê ya BÊ DEM Û BÊ DORVEGER bi sedema ji serokatiyê agahî nayê standin  dane destpê kirin. Dîsa wekî her carî vê çalakiyê encam da û di encama çalakiyê de destûr ji bo hevdîtina Rêberê gelê kurd Birêz Abdullah Ocalan bi malbatê re hate dayîn. Birayê Ocalan Mihemed Ocalan çu adayê û hevdîtin pêkanî.
 
Helbet biryardayina vê çalakiyê ne tiştekî ji rêzê ye, her kesê ku bi navê kurdan siyasetê dike an go li dika siyasetê cîh digire nikare tevlî vê biryarê bibe. Ji lewra bo vê biryarê vînek ji pola û baweriyek xurt ku kirasek ji agir e û girêdana bi Serokatiyê heta dawiyê pêwîste. Lewra ev çalakî çawa ku çalakiya herî zehmet e, her wiha çalakiya herî bi berhem û bi encame jî. 
 
Ligel ku naveroka  hevdîtinê nayê zanîn jî lê ev hevdîtin destkeftiyek vê çalakiyê ya bi nirx û giranbuha ye. Ji lewra ev çalakî hewceye pesindan û hûrmetê ye. Ez bi navê xwe  çalakvanên girevê yek bi yek silav dikim bejna xwe li ber vîna wan ya ji pola ditewînim. Wekî her carî dîsa serkeftin ya berxwedêran e.