Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Dewletbûn an mirovbûyîn?

Kadının Kaleminden
Tebax 31 / 2016



İncil Selçuk
 
Helbet bê şik, her milletek hewceye Dewletek hebe, lê bi ya min ji bo kurdan, mirovbûn û rêxistinbûn ji dewletbûnê jî wêdetir û bi nirxtir e.
 
Şeva 20 ê tebaxê li bajarê Dîlokê, li taxa kurdan di dawetek me de êrîşek terorîstî pêkhat û bû sebeba karesatek mezin ku wehşeta wê nayê tarîf kirin.Belê em kurd bê dewletin, taybetî kurdên bakur; em di bin banê dewletek de dijîn lê ne dewletê em wek hemwelatiyê xwe hesibandine û ne jî me ev dewlet wekî dewleta xwe hîs kiriye û hesibandiye. Helbet sedem û mînakên vê yekê pirin lê ezê tenê yek mînakê bidim ku têra eşkere kirina rastiyê dike.
 
Mînak: hûn daweta xwe dikin, dewlet bo ewlekariya daweta we tu tiştek, ewlehiyek  nagre, ji xwe qet ne xema wê ye jî lê gava hûn çar kes tên cem hev êşa hev parve dikin, hewl didin ku mirî û birîndarê xwe rakin berî ku ambolans were ciyê teqînê, dewlet bi hemû hêza xwe li wir amade ye.
 
Ji lewra bo me, kurdên bakur, li hevxwedî derketin û bi rêxistin buyîn ji nan û avê pêwîsttir e.
 
Şeva ku ew teqîn pêkhat şunde, bi rastî tiştê ku gelek dewletan nikaribû bikira, rêxistina  gel ew tilt kirin û lêxwedî derketinek muazzem çêbû. Ji cihê teqînê rakirina birîndaran bo nexweşxanê heta bi teşhîs û tesbîtkirina kes û malbatan, ji hejmara birîndaran heta bi şehîdan, ji merasima cenazeyan heta bi rêk û pêk kirina malên şînê, ji hatin û çuwîna bi sedan heyet û mêvanên ji welat û bajarên cur be cur hatin serdana malê şînê û malbatan, dîsa ji peyde kirina xwînê bigre heta bi her cure alîkarî bo malbatên mexdur û hwk, li vî bajarê me ezmunek zor û zehmet bi dikekî şewat lê bi serbilindî bi rûyek sipî derbas kir û hîn jî alîkariya derunî û tibbi bo malbatan berdewam e.
 
Welhasilî ya herî girîng û gava despêkê   parvekirina êşê ye,  alîkariya herî bi qîmet jî ewe ku mirov karibin wê êşê parve bikin û bidin hîs kirin, di vî warî de jî rêxistinên me ev yek kirin û bi malbatan dan hîs kirin.
 
Bi hêviya ku ev karesat bibe ya dawî, li kolanên welatê me zarok bi azadî bilîzin, jin û ciwan govend û dîlanên xwe yên bextewariyê bê tirs bigerînin...
 
Ez di serî de sekna malbatên me ya binirx bi rêzdarî silav dikim û rehma xwedê ji hemû şehîdan şifayê ji birîndaran re hêvî dikim.