Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

‘Kêlî’ Wêneya Dîrokê ye!

Kadının Kaleminden
Tebax 31 / 2016


 

 
Eyşe Gokkan
 
Tevgera azadiya jina kurd bû Rojhilata Navîn û cîhanî bû. Jin  êdî ji kesê ku destdirêjiyan dike, mafan binpê dike natirse û ji têkoşîna azadiyê tu car venagere. Parastina rewa û rêvebirtiya cewherî wekî ku dijî bi rê ve dibe.
 
Wêne û dîmenên li Nisêbîn, Sûr, Cîzir, Gever, Şengal, Kobanê, Minbic û Ceraplusê rengê têkoşîna azadiya ber bi çav kir. Di wêneyeyan de peymana Skays Picot di salvegera sed salî de bi rêveberiya jinan parçe bû.
 
Em li wêneyên di dîrokê de binêrin. Di dawiya şerê cîhanê yê duemîn(1945) de wênaya bi navê ‘savaşa veda öpücüğü’ di dîrokê de wekî ku şer bi dawî buye evîndar hev hembêz dikin, bi salan bû selbol. Navê wêneyê têgihiştinê bêbandor kir û nehişt ku tu kes di wateya wêneyê bigihîje. Piştî demeke dirêj jinan şirove kir ku dema leşker ji şer vedigerin di nav bajar de rastî kijan jinê tên hembêz dikin û bi darêzorê maç dikin. Di heman demê de vê wêneyê qedera jinan a sed salan jî bi xwe re huna. Li Ewrûpayê jinên ku barê şer hildan, karxaneyên ku di şer de hatibûn rawestandin dan xebitandin, civak xwedî kirin lê dema şer rawestiya jin şandin malê ku ji dewleta netew re zarokan zêde bikin.
 
‘Kêlî’ dîrok e! Di bin 55 derece germahiyê de Minbic azad bû Rengîn Xalya Nimed daxuyakirin ku ‘ne rihet û ne jî bêberdêl bû’. Di wêneyan de jî hat xuyakirin ku ‘kêlî’ dîrok e. Jinên berxwedêr hevûdu, kal, pîr û zarokan jî ax hemêz dikirin. Wekî ku soza ‘em tu car venegerin malê’ didan. Wêneyên vegara axê avakirina azadiya pêşerojê bû.
 
Tu car na be! Tu kes vê azadiyê bi kişandina cixarê û şawtandina çarşefê nikare pênase bike. Ger ku li dijî jinên ku nexwestine çarşefê li xwe bikin derketine ew nayê wê wateyê ku li dijî jinên ji ber baweriya xwe  çarşefê bi kar tînin derneketine. Ku bi wêneyên ‘jinên leşker(wekî militristan), bejn zirav û bozî’ şirove bikin di dîrokê de jin tu car wan efû nakin. ‘Kêlî’ û wate azadiya jinê dinivîsîne. Minbic li Kobanê bû Arîn Mîrkan, bû Sêvê û Asiye li Şengalê bûn 12 suwarê Edûlê û Derwêş û sedsal nivîsandin.
 
Lê ka wêneyên Cerablus?  DAIŞ dema ku ji Minbicê bazda gel ji xwe re kir mertal û derbasî Cereblûsê bû. Dinya alemê ev wêne dîtin. Lê li gorî AKP-Erdogan dibêje Cerablûs ji DAIŞ’ê hat paqişkirin. DAIŞ bi ku ve çû? Rih û simbêlê DAIŞ’ê qusandin, kirin OSO? Ma ger ku kuçik bê qusandin dibe tajî? Ka qey tu keyfxweşiyên cerablûsiyan çênebûn?
 
Mînaka li sînorê Kobanê(îlona 2014’ê)Pirsûsê; jinekê xwe ji Cerablûsê li sînor qelibandibû her derê wê bi birîn bû. Wan serdestiya DAIŞ qebûl kirine, pişt re ku DAIŞ li Kobanê ketiye zorê, zilamên Cerablûsê kom kirine ku bişîne Kobanê. Zilamên ku nizanin şer bikin ji xwe re kirine mertal, hevjînê wan jî ji bo ku xizmeta tekiliya cînsî bidin peywirdar dike. Jinê wiha got: Ger em DAIŞ’ê qebûl bikin jî em ji zilma wan nafilitin, heman tişt ku AKP’ê qebûl bikin jî ji zilmê nafilitin. Tecrît jî wisa ye Tirkiyê li gundê cerablûs qetliam pêk anî, ka dadgehên cîhanê, ev sûcê şer e.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin