Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

Vîna gelan bendê nasnake

Kadının Kaleminden
Gulan 29 / 2015


 
Aysel Avesta
 
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn îsal ji bo hilbijartinên 7’ê hezîranê gelek bi heyecan in. Çawa ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gel bi bîr û baweriyeke mezin dibêjin, HDP dê aştî û aramiyê bîne, kurdistaniyên li Ewropayê jî dibêjin ger HDP bi ser bikeve dê dawî li hesreta salan were, bi kêf û şahî em ê vegerin ser axa bav û kalên xwe. Ji ber ku ew derdê bêwelatîbûnê, hesreta dîtina xizmên xwe, dûrketina ji heval û hogirên xwe baş dizanin. Li derveyî welat gelek kes bi vê hesretê çûn…
 
Ne tenê kurdistaniyên li Ewropayê her wiha jin jî bi hêvî û bendewariyeke mezin nêzî hilbijartinên îsal dibin. Ji ber cara yekemîn e ku jin di vê astê de bi îradeya xwe bi reng û dengê xwe tevli siyasetê dibin. Li ser navê xwe diaxivin û der barê xwe de biryaran digirin. Hemû pêkhateyên herêmê, xirîstiyan, misilman, elewî û êzidî bi nûnerên xwe tevli hilbijartinan dibin. Asûrî, sûryanî, laz, çerkez, kurd, ereb û tirk bi rengên xwe dest dane hev û ji bo jiyana nû dixebitin.
 
Lewma jî dewleta tirk û hikûmata AKP’ê xwe li hemberî yekiti û tifaqa gelan ranagire, li aliyekî êrîşî avahiyên HDP’ê dike, li aliyê din hevdîtînên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re asteng dike. AKP li pêşiya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê astengiya herî mezin e. Recep Tayyîp Erdogan heqareta herî giran li gelan dike. Hewl dide ji aliyê îslamî ango bi rêya olî ji kurdan sûdê werbigire. Bi tenê ji bo derdora xwe siyasetê dimeşîne.
 
Lewma jî bi mozaîka gelan re divê HDP bendê derbas bike. Stratejiya bingehîn a AKP’ê ew e ku HDP di bin bendê de bimîne. Lê belê HDP’ê bi projeyên xwe yên ‘Jiyana Nû’ di dilê hemû kesên azadîxwaz de cih girtiye û roj bi roj gavên xwe pêşve diavêje. Serokomar Tayyîp Erdogan gelekî bi tirs û fikar e ku HDP bendê derbas bike, derbasbûna HDP’ê ji bendê, dê AKP’ê ji hev belav bike. Ji ber ku ev hilbijartin di navbera demokrasî û dîktatoriyê de pêk tê. Gelên herêmê dê bi îradeya xwe roja 7’ê hezîranê dersa demokrasiyê bidin hikûmeta AKP’ê û dê 8’ê hezîranê ji bo gelan roj ji her demê bi watetir hilbê…
 
Çavkanî Azadiya Welat