Ji Pênûsa Jinan Çap Bike Veşêre

AKP=DAIŞ

Kadının Kaleminden
Tebax 26 / 2016


 

 
Zeynep Erdem
 
Beriya niha ji bo DAIŞ’ê tespîtek dihat kirin û dihat gotin ku AKP dibe DAIŞ. Ev tespîteke rast bû. Lê dîmenên ku em niha temaşe dikin nîşan dide ku DAIŞ veguheriye AKP’ê. Çawa? Wekî mînak, AKP xwedî kevneşopî û îdeolojiyeke wisa bêexlaq û jênebawer e ku xwedî li polîtîka û pratîkên xwe jî dernakeve. Partiyeke wisa ye ku dikare her tiştî bi gotina “em hatin xapandin” îzah bike.
Niha em li DAIŞ’ê dinêrin; hemû sembol, arguman û pekanînên ku di destpêka derketina xwe de ji xwe re kiribûn nasname, datîne aliyekî. Por û rû diqusîne. Kincên leşkerî li xwe dike, şertên ji bo bibe leşkerê AKP’ê tîne cih. Mirov difikire, gelo heta niha kî DAIŞ’ê dixapand?
Tekane qada ku AKP heta roja me ya îro bi serketiye, polîtîkayên gêjkirin, çewisandan û qirkirina civakê ye. Pêşî têkiliya xwe ya bi cemaeta Gulen re bi civakê da pejirandin, niha jî dibêje “ez hatim xapandin” û dixwaze xwe jê safî bike. Divê em ji bîr nekin AKP komeke siyasî bû ku ji nav cemaetê derket. Piştî hewla darbeyê AKP ceza dide her kesî, ji ber ku dizane serê meseleyê digihije wî. Dibêje ger ez zû gavan bavêjim, ez ê qezenc bikim.
Di rastiyê de heta cihekê jî bi ser dikeve. Hêzên muxalîf nikarin vê rastiyê raxin ber çavan û polîtîkayên ku serê civakê zelal bike biafirînin. Siberoj dê ji bo DAIŞ’ê jî heman geşedan pêş bikevin. Dibe ku wê demê jî ji bo AKP’ê biparêzin bikevin dorê. Tekane hêza muxalîf, tevgera siyasî ya kurd e. Hewldanên wê jî kêm dimîne, AKP dixwaze bi çewisandinê belav bike û bêencam bihêle.
Ne xuya ye ku dê AKP desthilatdariya xwe çiqas berdewam bike. Dibe sibe jî nebe, ji sibe zûtir jî. Lê em dikarin li argumanên wî yên bingehîn binêrin û vê bêjin; dikare sê-çar salên din bêje DAIŞ’ê em xapandin. Dê di nav vê demê de jî hewl bide ku îspat bike li hemberî DAIŞ’ê çiqas şer kiriye. DAIŞ her çiqas projeyekê pergala modernîteya kapîtalîst be jî, hemû cîhan baş dizane ku ev proje herî zêde ji aliyê AKP’ê ve hatiye parastin, xwedîkirin û afirandin.
Dema mirov qirkirinên di encama feraset û çanda DAIŞ’ê de dibîne, AKP tê bîra mirov. Wekî feraset û çand tu cudahiya wan ji hev nîne. Gotineke civaka tirk heye ku dibêje “Em wekî hev in, ji ber ku em Bankeya Osmanî ne.” AKP=DAIŞ, DAIŞ=AKP. Ez ê du mînakan bidim ku vê wekhevbûnê bi zelalî raxe ber çavan. A yekem, di tora civakî de dîmenên zarokeke penaber heye ku dibêje “Li cihê ku ez li Tirkiyeyê bijîm, ez tercih dikim ku di deryayê de bifetisim.” Gotineke di vê wateyê de ye. Ya duyem jî, îstismara zayendî ku zaroka 9 mehî li Dîlokê rast lê hat. Ev xilasbûna mirovbûnê ye. Komkujî û êşek ku tu kes nikaribe li rûye hev binêrin e. Yan jî hovîtiyeke ku mirov nikaribe nav lê bike ye.
Civaka Tirkiyeyê nikare bi vê ferasetê bijî. Nikare hebûna xwe bi vê çandê bidomîne. Divê li hemberî feraset û çanda AKP-DAIŞ’ê têkoşîn were bilindkirin û ev qasî nan û av jiyanî ye. Em dikarin tî yan jî birçî bimînin lê em nikarin destûr bidin ku feraset û çanda AKP-DAIŞ bijî. Nirxên exlaqî yên civakê xurt in, niha wext e ku mirov bersivê bide vê rêşaşbûnê. Çawa ku AKP hewla darbeyê ji xwe re kir firsend û hewl dide faşîzmê bi sazûman bike divê gel jî derfetên dîrokî nekujin û rê li ber vê çûyinê bigirin.
 
Ji navnîşana Rojnameya Azadiya Welat http://www.azadiyawelat.me/ hatiye girtin